Çi Li Pişta Te Ye, Ew Li Pêşya Te Ye

Article

Ez ğûlam, demeke ku derwêş û welî pir bûn, meczûbek jibo nimêjke dikeve mizgeftê. Belê ne rûdine ne jî dest nimêjê dike, bi ecêbmayîyeke mezin li dora xwe temaşe dike.  Yek bi yek herkesê ku di mizgeftê da ne, bala xwe baş dide wan. Piştra deryê mizgeftê bi xurt digre û der tê.

Piştî kêlîkê bi qeflek êzingê li ser pişta wî, dîsa dikeve mizgeftê. Dighê ser cemaatê û bi wan ra nîyeta nimêjê tîne.  Lêbelê heta nimêja xwe dike, bi wan êzinga dihelike. Her ku radibe û rûdine, li bingê wî dikevin. Hasilî ew jî perîşan dibe, cemaat jî. Çawa nimêj diqede, ji her serîkî dengek der tê. Herkes ji alî xwe de bi ser zilêm da dikin himehim.

Mesele dighêje melê. Mela jî tevlî meselê dibe. Zane ku miskînekî Xwedê ye. Bi rehm û şefqet nezîkî wî dibe û jê ra weha dibêje: “Kekê min, ev çi êzingin? Karê êzinga di mizgeftê de li ser pişta te çîye? Hela li xwe binêre, tu di nav xwêdanê de mayî, tu jî helikî, cemaat jî. Careke din êzingê xwe deyne devê derî. Dibe?”

Li ser xeberdana melê, ev derwêş bi mehcûbî weha dipirse: “Qey ‘adeta we ne werê ye?” Mela: “Adeta çi?” Cemaat jî kom bûye, li wan guhdar dike, bi miraq wan temaşe dike.

Derwêş vê carê weha dibêje: “Seyda, jibo ez nimêj kim, ez ketim mizgeftê. Jibo cîyekî lê nimêj kim, min li dora xwe nêrî, çawa min dît ku her yekî di mizgeftê da, tişt li pişta wî ne. Min zen kir ku ‘adet weha ye. Min jî çû êzingê xwe li pişta xwe kir û ez hatim. Hûn çima bi min re tenê diğeyîdin. Tê biğeyîdî, bi herkesî re biğeyîde ew çax”

Mela şaş dibe û dibê: “Li pişta mi jî heye?” Derwêş dibê: “Belê, pişta te jî bi bare.” Cemaet îdî di nav xwe da dibên: “Evîya dîn e, dev jê berdin”

Vê carê derwêş der tê pêş wan, yek bi yek wan îşaret dike û dibê: “Binêrin li pişta vî zarokê çavşîn, dara sêvê; li pişta vîya, derîkî şikestî; li pişta vîya, beroşek xwarin; li pişta wîya, mirîşkek biraştî; li pişta wî, dayka wî ya pîr…”

Derwêş piştra destê xwe berdide ber xwe, serê xwe dihejîne û dibê: “Vala tune, pişta kesî vala tune.” Wexta ew wilo dibê, herkes dibehite û lihev dinêrin. Lewra tiştên ku derwêş gotibûn, tev di cî de bûn. Her yekî ji wan tiştek fikirîbû li ser nimêjê.

Mela jî bi tirs dipirse û dibê: “Ew çax bêje bê çi li pişta mi bû.” Derwêş: “Jixwe ez pir li te ecêbmayî mam seyda! Li pişta te çêlekek qerase hebû.” Çêleka melê nexweş bû, di ser nimêjê de difikirî bê miriye yan hê sağ e. Hûn sağ em selamet, ka em binêrin li tûrika ders û şîretan:

Ehlê malwêran, miskîn û derwêşan nebîne biçûk. Gelek caran ew dixwe de vedişêrin zêr û defînên milûk.

Ger ê her tiştî zane bike ‘eyan, ehlê keşf û keramet ewçax kare bike ‘îlan.

Ders û şîret ji me re xuyaye, bê li hizûra Allah çi li pişta ye.

Ger tû bixwazî di axretê da îzzet, îro li dinyê nimêjeke xuşûye înayet.

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Fatîh Akman

Ê Berê ÎSLAMA PÎROZ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.