
Milk û mal herdû yek in keftine dest ehlê şîqaq
Nê sebeb ew bû ‘eyalî-dkir digel yek dû tifaq
Ev keçêt can û ter û tûl şûy-b nehevkûfa kirin
Wan heta mirnê nebir xoşî nedît keyf û telaq
Şam diket gazî Hicazê: Ka Yemen xuşka mezin?
Enadol xuşka meçînkirye ji efğanê fîraq
Mûsil û Beğda û Besra çûne xestê bê ‘îlac
Ka çewa wan sağ biket dayka birîndara ‘Irakq
Pûr e Kurdistan ketî çengalê bazî bê xudan
Pê ketin davê lewabê quwwet in çengal û saq
Tîreka-b çengê me keftî herdû pê-şkandin birin
Min ne fir maye ne çûn têjka ji birsê waq e waq
Milkê zirbabê rez û pez bağ û bîstan û sera
Medresa gazende xandin mame ber dîwar û taq
Ehlê nêçîrê divên ask û ğezal û kûtr û kew
Em bi çûk hawîş dibin gava me dîtin kab û qaq
Sîn û lam û ta elîf nûna çû terkîb bûne ma
Şîv lewa xav e ji tamê hate şûştin ew simaq
Meğribê-d gel meşriqê destê bi zorê kir dirêj
Dest û pê gerden ji me, jwan qeyd û zincîr û felaq
Kurte derpê me li çoka tenge ser sîngê kiras
Mewtenê ser lê tiraşî ka biraê xweş ‘helaq
Rûys û birsî man keç û kur day û baba sût ceger
Ehmed û ‘Ebdulkerîm ka? Evne Yûnank û Sihaq
Vê mû’emma min çi ‘helkin sofiyû şêx û mela
Çi dema nan hate halê kir ji yek dû îftîraq
Gote min pûrê birîna bes vekole tu-b Xudê
“Ehmeda” min roj û şev nalîn û ax in ay tifaq
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.