QETLÎA’MA LI GUNDÊ ŞEMSANÊ 1

Article

               Di jimara borî de me sernamekî nivîsandibû. Piştî xeniqandina Şêx Seî’d û hevalên wî, li herêma me çi qewimîn û bi serê însanê me da çi afat derbas bûn, der barê wan de bi zimanê birîndaran ev nivîs a ewil e. Emê di serî da qala gundê Şemsan (Yokuşlu) ê bikin. Ewil bira pîra Sarîye Bağişik serpêhatîyên xwe ji me ra bîne ziman bê çi dîtîye û di wî zemanî de ji mirinê çawa xelas bûye.

         Gundê Şemsanê, gundek ji gundên Darahênêya navçeya Çewlîkêye. Leşkerê hikumeta cimhûriyetê, wek pirê gundên herêmê, dor li Şemsanê girt. Însanê di gund da jibo canê xwe xelas bikin, revîyan bal çîyayên bilind. Hinek gundiyên ku ji bêrîtîya xwe ewlebûn, di gund da man. Ewê ku revîyan çîyê, canê xu xelaskirin. Lê ew kesên ku ji bêrîtîya xwe ewlebûn û bi leşkera emîn bûn, ewana hemî hatin kuştin.

        Gundê Şemsanê li rojhelatê Darahênê,  gundekî di çîyê deye. Di nava gund de newalek heye. Di vê newalê re zivistanê tenê av diherike. Li herdû alîyên newalê, du girikên dirêj bilind dibin û li hev dinhêrin. Hêşînaya li ser wan, kêfa meriv tîne. Darên gûzan, mêwên tirî, darên hirmîyan, dendûreşk… Baxçên li ber ava sar, firingîyên her yek bi meznatîya xwe nîv kîlo, îsot, balîcan, xîyar… Kanîyên av cemidî ku havînê zebeşan dikin du şeq. Kanîyên ku di çîyê da ji bin ta’tên mezin û serd, ji dilê erdên davên der… Însanên gundê Şemsanê, avahîyên xwe li guherên girik ku li başûr dinhêre çêkirine. Ev bi temamî, exlaqê însanên ku li cîyên bilind dijîn teva ye, daku zivistanên dirêj û biberf rihet derbas bikin. Jibona malê wan di qeresî û sermaye de nemînin, li alîyê rûyê bakûr avahîyan çê nakin.

       Jibo kesên ku gundên çîyayên me dizanin, hewceyî gotina zêde nake. Ew baş dizanin ku gundên me yên li çîyan çiqas xweş in.  Ev gundên me yên xweş, talan û wêran kirin. Bi ser însanên di wan de xera kirin. Ji lew em guh bidin pîra Sarîye. Bila çi bi serê wê de hatîye, bi zimanê xwe ji me ra bêje û şahidîya wehşeta wî zemanî bike. Di behsa sahneyên wehşetê de carna wê bigrî, hêstira birjîne, carna wê dengê wê bilerize û qut bibe.

         Me bi pîra Sarîye ra, hevdîtina xwe di 26ê Hezîrana sala 2011an de pêk anîbû. Îro pîra Sarîye, ne li heyatêye. Xweda rehma xwe lê bike. Wê bi cenneta xwe şa bike. Gava ku em bi pîra Sarîye ra serpêhatinê wê diştexilin, çend mûyên porê wê yê sipî yên li derve, dixwaze wan bike binê melesa xwe. Carna jî kirasê xwe dikişîne ser destê xwe. Heya û terbîya pîrekên berê nîşanî me dide, me jî bi hurmet vê rewşê temaşe kir. Ew çûn lê belê şahidîya wan di heqqê zulma wî zemanî da di destê me da baqî ma. Em anha ji wan îstîfade dikin.

         Navê min, Sarîye Bağişik. Ez li gundê Şemsanê dijîm. Di dema cimhûriyetê û qiyama Şêx Seî’d de jî ez li vî gundî dijîyam. Min wan qetlîa’mên pey Şêx Seî’d li ber çavê xwe dîtin. Leşkerê Kemal, ez jî girtim û birim bal mirinê ve. Niha ezê ji we ra behsa girtina xwe bikim ku çawa hatime girtin û pişt re çawa ji mirinê xelas bûme.

        Di wê sala ku însanên herêma me qetlî‘am kirin û gund şewitandin de, ‘ez dora dehsalîya ‘umrê xwe de bûm. Leşkerê Kemal ji gundê pêş de dest bi qetlî‘ama xwe dikir û bi alîyê gundê me da dihat. Belê însanê ku ji destê wan xelas dibûn, dihatin di gundê me ra derbasî çîyê dibûn. Me jî gotina wê wehşeta leşkera ku li gunda dikir bihîstibû. Ji ber vêya guhê me şîyar bû li ser neyta leşkera. Ewên ku li gundê pêş sax filitî bûn û dihatin di gundê me ra derbasî çîyê dibûn, ji me ra jî digotin “Hun jî birevin. Wê leşker we jî qetlî‘am bike” Belê însanên gundê me dest ji gundê xwe nedikir. Rojekê em bi peyva ‘leşker hatin’ hesîyan. Hinek gundîyan bal çîyê ve bazdan ku canê xwe xelas bikin. 

        Ji mala me ez û dîya xwe em li malê bûn. Xuşkeke mina biçûk di qumatkê de hebû. Dîya min wê xuşka mina di qumatkê de hemêz kir û da ber dilê xwe. Dest û pîyê dîya min dilerizîn û lihev diketin. Çar pênç gav bi alî rê de avêtin. Fetilî li min nihêrt. Ez jî li ber malê li halê dîya xwe heyîrî mame û lê temaşe dikim. Dîya min tiştekî naştexile. Wekî ku zimanê wê di devê wê de bûbe gilok. Yan jî xwîna wê cemidîbe û nikaribe tiştekî bivêje. Piştî çend gava ji min dûr ket, fetilî li min nihêrt. Qêrînek ketîye nav gundîya, divên ‘leşker hat’ û direvin. Kes li hêvîya kesî nasekine û li kesî guhdarî nake. Dîya min bi ber min de hat. Destekî wê da xuşka mina qumatkê, destê xwe yê dinê xwest bavêje min. Bi qêrîna gundîya cardin dest ji min berda û bi bal çîyê ve ket rê û dîsa çend gavên bi lez avêtin. Di hemêza wê de sebîya wê ya qûmatkê heye. Cardin fetilî li min nihêrt. Min ti me’nekê nedida halê dîya xwe.  Dîya min cardin bi bal min va hat. Lê belê em bi derengî ketibûn. Leşkerê Kemal ha gîhiştin me, ha wê bigîhêjin me. Bi carkî di dîya min da tiştekî ğerîb çêbû. Dayîka min sebîyê xwe ya qûmatkê li ber min danî erdê û bi bazdan revîya. Gund terk kir. Bi alî çîyê ve ew jî çû. Ji wehşeta leşkera direvîya. Bi tabîra ku ‘dê sebîye xwe davêjin’ wê jî sebîyê xû ya qûmatkê avêt rex min û revîya. Ez mam bi tevî wê sebîyê qûmatkê. Sebî li erdê digirîya. Min ew girt hemêza xû. Ez û ew em man di nav destê leşkera da.

         Pir zeman derbas nebû, leşker li nava gund tije bûn. Her hinek bi alîkî da çûn û gundîyên ku di gund da mabûn li hev kom kirin. Çend leşker hatin ber mala me jî. Ez û xûşka xû ya di qûmatkê de ya li ber dilê min, li ber derê malê wek sêwîya disekinin. Hinek leşker ketin hindirê malê. Meqseda wan, tiştê meyî biqîmet û zînet, perê me bibînin û ji xwe ra bibin.  Hinek leşker jî em girtin û birin. Bi rastî ez jî dikaribûm ber bi çîyê de birevîyama û min jî canê xwe xelas bikira. Lê belê bêqerarîya dîya min, ez jî bêqerar kirim. Piştî dîya min sebîyê xwe ya di qûmatkê de hişt û revîya, ew sebî di ûstîyê min da ma. Ez mecbûr mam ku li wê sebîya qûmatkê xweditîyê bikim.  

*Dê berdewam bikin

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Mehmet Baran

Ê Berê Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîamên Li Herêma Me
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.