Huzûr Li ber Serê Min...

Article

Huzûr li ber serê min...

Tebessuma zaroka li ber çavê min, ez ji çivîka biçûktirim.
Xewnû xeyal li dor min dizîvirin
Kelha Amed, şahidê hezarsala bitev Dîcle. 
Ezê gazîya xwe bighînim Îbnulwelîd.
Stêrkên rûyê erdê çewa herikîn vî bajarî
Bi kîjan ‘eşqê deşt û çîya, ayet ayet, sehra sehra derbas bûn ser sênga welatê me. 
İşaretek qudsî ji Medîna Munewwer wek brûskê li vir ket, di pey re cîhad, ehlê cesaret û îman, 
Ey mensûbên ‘esra seâdet hûn bixêr û ser çava hatin
Amed û welatê me bi we muşerref bû. 
Mêvanê gul û gulîstanê li bin bedena Dîyarbekir di xew de ne. 
Em bi we huzur û xweşî dibînin hê jî, ehlê îman bi umîd in bi we li mala xwe.

Ez heyran im ji bo welatê xwey evîndar.
Evîndarê ‘eşqa sorgula.

Bi salû zemana di xebitin cotkarê kîn û hesedê li xerakirina gulşena welatê min.
Xwestin bi hîlew desîseyên şeytanî pêşya rojê bigrin.
Di qernê bîstî de roja me çûbû ber ava.
Îro li xerakirina mala me di xebitin
Tarîw zulûmat, fisqû ficûr bi zor tê hebandin 
‘Îda me hundurê wê vala kirine

Hetanî do welat cîhû warê ‘aliman bû.
Hêlîna ‘îlm û îrfanê, ji medresa fuqeha û ‘ûlema radibûn.
Lewra milletê Kurmanc xwedî exlaq û namûs bûn. 
Çi hezine li pey şopa îro sergerde bûn.
Neyarê namûsê ji nav me derketin. 
Musweddew bel'em fetwa cehlû kufrê didin.
Hey çêlîyên rêzkar û bardarê sêncû dirrîya 
Destê we hişk bibin hûn torinên Ebûleheb
Li rêya mûhebbetê rêzdike û dixitimîne dayka wê ummû cemîl 
Hûn ji wê zihnîyetêne ku derewê Museylîme ji heqîqeta Muhemmed biwe xweştirin
Bel'em û munafiq bi şeytan re dixebitin
Gem avêtin devê heqiqetê. 
Xwe frotin bihayek erzan.

Welat mehzûn, camî mehzûn, bangû azan mehzûn 
Dinav neyaran govend û şahîye, di gundê meda şînû girîn
Teyrû berxik nalîzin bihar nehat
Kulîlka pel weşandin ji kerbê zozan hilat
Stêrk digrîn nav çenga min, asîman mehzûn, ruyê xwe gihandîye erdê
Hişk û ğelaye li warê şer'ê, nivîs û qelem şewitîn

Ez li ser mîrasek mezin  rûniştim
Ez têm kuştin jî  meğlûb nabim
Ez hurrum bê hedd û qîyas
Belê di qeyd û zincîrê zêr û elmas de ez esîrim
Ez ji çivîka jî biçûktirim di qefesek yaqût de mêvan im
Weqtek ji weqta ‘umûmî, hemî şev û roja di xwe de dihebîne.
Ez wê demê di huzûra ‘alîde qaîm im 
Kesê li huzûrê ne sekine huzûr nabîne
Zeman hesûd e li hember seâdeta min

Ezê rextê hubrû qelemê girêdim li ser dilê xwe 
Li ser bedena Dîyarbekir ji biharê qesrek asûde avakim
Li serê dîwanê çok bidim li ber murşidê kamil
Derdê welat birêjim ji tarîx û zeman kula xwe bêjim
Dervê wê ‘âlem şewitand hundurê wê min dihelîne 
Mewc û pêlan di navbêna min û wêde yek yek hatin û çûn
Jîyan jî bi vî hawî ye min çav girt û vekir her wiha hatû çû. 
Rêwîyên se'adetê bi pişta destê xwe xezînê dunyewî bi paş ve da'fdan
Çi curmû guneh hene li bendî ‘efûkirinê seknandî
Di dema ji keçika me'sûm were pirsîn ji kîja gunehî tu hatî kuştin
Sûreê tekwîr hat bîra min bi tev xeşyeta xwe di ber çavê min de derbas bû
Belê Yasîn ji bo çi hat şewitandin
Çima ne carek belkî sed car kuştin di bedena nazenîn de ‘umrê min
Çiqas curm û wehşet hene li bendî ceza.
Roja giran çewa derên hember Şedîdul-‘Îqab
Kelîme û rêz vê kulê îfade nakin
Di boxçikên bûka de hesret heye. 
Govend û dîlanê me bi kul û kerb digerin
Demsal û eqlimê welat geh payîz e geh zivistan
Bihar li pişt çîyayê qaf e dibêjin
Teyrê zumrut heye li wir ku azadî di nav bazikê wî de ye
Di heyûla azadîyê de kulîlkê min çilmisîn
Ey xwedyê mohr û wehyê, rûyê zemîn ‘ewareye
Ji asîman rehmet dibare li jêr dibe agir û ‘ezab
Çêlîyên Mazdek û Lenîn, torinê Ebûcehil ji bo pûtên xweyî zeman qûrbanê nû dineqînin
Em têne kuştin di her agirî de
Di tarîw zulûmatê de ecnebîyên zulmetê li ber me kemînê datînin
Çavê dayîka li bendeye ji bo her xeberkî belki dibe agir û wêran her cîyê ku agir lê dikeve
Şîn û matem heye li welat sitranû axîn dertên ji sênga xwengû bira 
Çi heye tuneye nayê jibîrkirin bi xweyna şehîda tê nivîsandin
Axa vî welatî emanet sitendîye rûhên şad û em tucarî jibîr nakin
Darû ber deştû çîya, xwedyên dilê safî heqîqeta îlahî dibakin:
ŞEHÎD NAMİRİN, ŞEHÎD NAMİRİN 


Em qasi îmana xwe bawer in li Dîyarbekir li Cizîrê li Mêrdîn li Hekkarî o li her alîyê welat mizgîne tê.
Bi destê zarûka roj bilind dibew ronaya wê digre hundurê xanîyên me
Xwedyê zulm û zulmetê çibkin bê faydeye
Sond û qesem tên dayîn bi wî Xwedayê ku îlham dixe qelbê şa'ir
Dibêje ji asîman qerarek nazil dibe 
Li ser qedera qederek mestir heye
Heta ev ruh di bedene de be o em xwedî îman li rûyê zemîn hebin
Hetanî zafer bibe nesîbê heqqîye
Heqq cîyê xwe bibînew hukmê heqqîye carî bibe
Li cîhanê emê bi îmana xwe bijîn o emê heyatek bi îman ava bikin
Bİ NAVÊ XWEDAYÊ REHMANÛ REHÎM… 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Ev çi dewr e Îlahî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.