Jîna Jinên Kurda û Kilana Dew

Article

Jinên Kurda bi fedakarî, cefakarî û bi xîret li pêşberî zehmetî û tengasîyan ripîrast sekinîne. Bi cefakarî di nav civakê de û di nav malê de wek her demê kar û barên xwe bi ta’b û sa’beke mezin bikar anîne. Bi keda xwe alîkarîya aboriya malê kirine û bi rola xwe barê jînê dane ser milê xwe. Carna bûne cotkar, çûne koçerîyê, gore rêstine, teşî rêstine… Carna jî şivanî kirine, çûne êlincê, çûne bêriyê, bûne bêrîvan, pez dotine. Bi kurtayî jîna jinên Kurdan ya paşerojê ya rojane gelek zor û zehmet bû. Hûn hez bikin emê di vê nivîsa xwe de behsa rojekê, heta emê behsa du saetên sere sibehê, behsa kilana dew bikin.

Kevanî du dana diçûn berîyê, pez didotin. Şîrê xwe diparzûnandin û êvarê li ser tifikê dikelandin. Di demên berê de satilê sifir û ‘elemyon tune bûn. Koçeran şîrê xwe di mexmera de dimeyandin. Şîr germ dikirin, bera mexmera didan, çaxa sar dibû, heskek heywan bera nav didan û dimeyandin. Bi danê sibehê re kevanî radibûn mastê xwe ji bin kevnika derdixistin jibo bicemide.

Di demên berê de kevanîya malê, bi fecra sibehê re berya azana melê radibû ser xwe, mastê xwe ji bin kevnika derdixist. Paşê desmêj digirt, nimêja xwe dikir û ranediza. Razan gelek ‘eyb û şerm bû boy jinan. Heta li Herêma Kurdistanê tava serê sibehê li jinên razayî bavêta der, ji wan re qebhet bû.  Piştî nimêjê jinan pez û dewar êm dikirin, axurê wan paqij dikirin,  hewş dimaltin.  Paşê boy karê xwe yê rojane,  amadekarîya kilana dew dikirin. Kilana dew karekî zor û zahmet bû. Lê belê Kevanîyên Kurda yên cefakêş her sibeh ev şixul bikar dianîn. Firaxê boy kilandinê jixwe meşk bû.  Meşk, amûreke ku tê de dew dikilandin û dikirin rûnê nivişk.

Dema peza bizînî ser jêdikirin, ji bedêl qelaştinê, çermê wê digurandin. (Yanî çermê wê di ser gewdê wê de dianîn xwarê) Ev çerm li ber tavê datanîn, hem gennî nedibû hem jî zuwa dibû. Paşê dixistin sûravkê û mişwarekî dihiştin. Jibo çêkirina meşkan, ‘eyarê bizin, kar û berxan dihate bikaranîn. Ewil ‘eyar bi şiklekî xweşik dihate rûçikandin. Paşê bi xwê dihate firkandin û 3-4 rojan di nava sûravka xwê de dima. Paşê çend rojan di nava pelûla arvan de dihiştin. Di vê hengâme de ‘eyar nerm dibû wek napoxê. Paşê ‘eyar dinepixandin û dîsa bi gûzana ‘eyar kur dikirin.

Paşê qalikê hinnar û berûyan di curn de dikutan, mîna arvan hûr dikirin. Koka xernûbê ji bin erde derdixistin, bi qalikê hinar û berûyan re dikelandin. Paşê ‘eyar dixistin nav wê ava xernûbê.  Bi mîqdarê heftekê di nav wê avê de dihiştin. Qonaxa paşî,  ceft bi destar hûr dikirin û ev cefta hûr li ‘eyar direşandin. Çend roja bi vî şiklî dima. Çaxa ‘eyar ji nava ceftê derdixistin, wekî bastêqê nerm dibû. ‘Eyar qenc dihate şuştin, êdî jibo meşka dew amade dibû. Jibo dewkilanê, navkil û lewlebên wê meşkê amade dikirin û bi sêpîyan bi darve dikirin. Li herêma me ji sêpîyan re digotin Çatme. Mastê xwe bi mastêrkê bera meşkê didan, ava qerimî berdidan ser mêst. Devê meşkê, qenc girê didan. Bi werîs davêtin çatmê, yanî dadiliqandin.

Jinên Kurdan bi tarûbara sibehê re ev mast bi vê meşkê dikiland. Teqrîba 40-50 deqqeyî bê navber ew dew dikiland.  Heta rûnê nivişk bi serneketa, dev jê bernedidan. Piştî kilandin diqedîya, devê meşka xwe vedikirin û nivişkê bi ser dew ketibû, di ser re digirtin, dixistin firaxekê û paçekî tenik yanî parzûn didan ber devê meşkê, dew diparzûnandin.  Yê mayî di parzûnkê da dima. Ji vêna re tê goitn tok. Nivişkê xwe her roj di hîz de hiltanîn da pir bibe jibo bihelînin bikin rûnê malê.

Êdî jibona dew şixulekî din hebû. Dew dikirin mehîr û yê dima jî dikirin çortan. Dewê jibo mehîrê, tevlî dan dikirin. Yê din jî li ser tifikê dikelandin dikirin toraq.  Ev toraq dixistin kîsan, bi dar ve dadikirin heta ku ava wê dadiwerivî. Paşê mîna qalibê sabûnê, biçûk biçûk dikirin qalib û li ber germa rojê datanîn. Çend roja li ber germa tavê dima,  heta wek kevir hişk dibû. Ji vêna re digotin çortan. Ev çortan boy zivistanê hiltanîn. Zivistanê di firaxekê de di nav avê de dipişaftin, dikirin dew û nanê xwe pê dixwarin.

LEWLEB: (Lolib) Ew darê ku ‘eyarê meşkê lê tê girêdan.
KÊRÎ: Di nav herdû lewleba de, şerîtek li jora meşkê û yek jî li jêra wê davêtin sêpîyekê û ev şerît bi kerîyê ve dihat girêdan.
HÎZ: Hîz mîna meşkê ji ‘eyarê pez çêdibû. Dims û rûn diketê.
MEXMER: Satila mezin a ji dar çêbûye.
TORAQ: Dew li ser tifikê dikelandin, ew tiştê ku bi ser diket jêre digotin torak.
HESK: Kevçiyê mezin ê ji dar çêbûye.
BÊRÎ: Dema kevanî diçin pez didoşin, jê re bêrî tê gotin.
DEWKİL: Kevanîya dew dikile jê re tê gotin dewkil.
SÊPÎ: Sê darê dirêj û qalind bi hev girêdayî ye.
QEŞÛF: Ji qalikên hinara re qeşşûf tê gotin.
CEFT: Ji qalikên berrûyan re ceft tê gotin.
GÛZAN: Kêra ku sûrandiye.
PARZÛNK: Kevnekî tenik, sê alîyê wî dirûtîye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê SÊ PİRS Û SÊ BERSİV
Ê Li Pey SEYYÎD Ê MİN SERWER Ê MİN CAN MUHEMMED (SAW)!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.