ÊŞA ZİNDÎ: ROBOSKÎ

Article

28ê Berfanbara 2011an de bobelatek çêbû. Li ser berfa spî xwîna 34 însanên bêtawan/bêsûc hate rijandin. Di ser bobelatê re 7 sal derbas bûn lê hê jî êş û jana di dile dayik û bavan de sar nebûye. Her salvegera vê bûyerê tê, mîna roja ewilî ev êş û jan careke din di dilê wan de dubare dibe. Mirin ji bona her însanî misoger e. ‘Wê her nefs/can mrinê tehm bike’(Enkebût 57) Lê hinek însan ne carekê bi hezar carî dimire. Mîna gelê Roboskî. Ji ber ku li welatekî îslamê, di nav gelê misilman de, di serdemeke hikumeteke misilman/muhefezekar de, ji miletekî mezlûm/bindest/kurd/misilman 34 însan bê sedem hate kuştin. Ne tu kes bi hewarê ve hatin ne jî rê ji wan re hate vekirin.

Her tişt eşkere bû, li ber çava bû lê fail/sûcdar li holê tunebû. Yên mîna Hz. Omer(ra) digotin ‘Ger li kêleka Dîjlê gur mihekê bixwe wê Edl-î îlahî were ji me hesab bipirsin’ li holê tunebûn mixabin. A zor a tade jî ev bû. Sih û çar însanên te li ber çava dihate qetilkirin/qurbankirin lê te nikarîbû li heqê xwe bigeriya. Yan jî tu digeriya lêbelê kesî heqê te nedida. Fail ne meçhûl bû lê nedihat diyarkirin/îtîrafkirin. Lêbelê çi dibe bila bibe lazim e ku mirov li heqê xwe bigere heta mirov bigihêje heqê xwe. Yano ger tu li heqê xwe negerî tu kes xêra bavê xwe heqê te nade te. Çawa ku mexdûriyet para te ketiye her wiha têkoşîn jî para te ketiye birayê min.

Di sibata 2012an de serokwezîriyê biryar stend ku ji bona her malbatê sed û bîst û sê hezar TL (123 000 TL) tezmînatê bide lê malbatan ev qebûl nekirin. Ji xwe ya rast jî ev bû; ji ber ku ev pere para dengnekirinê bû. Di adara 2013an de komîsyona TBMMyê rapora xwe amade kir û weşand. Di raporê de dihat gotin ku ‘Di bûyerê de tu qest/niyeta xirab tuneye’.

Di derbarê bûyerê de ji teref dozgeriya Amedê lê pirsin hat destpêkirin. Dozgeriyê di hezîrana 2013an de biryara neşopandinê da(takipsizlik kararı) û dosye sewkî dozgeriya leşkeriyê kir. Di rêbendana 2014an de di derheqê 5 leşkerên ku navên wan derbas dibe de biryara ‘Emrê qanûnê anîne cih, di wê esnayê de xetayek jênerevîn qewimiye û ji bo vê jî ne hêjayî teqîbatê ye.’ hat dayin. Piştî vê jî malbatên Roboskî yên mexdûr serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Lê ji sedema ku ewraq kêm in û ewraqên kêm jî bi du roja dereng hatiye serlêdan hat redkirin. Li ser vê malbatên mexdûr berê xwe dan Dadgeha Ewrûpa ya Mafê Mirovan(AİHM). Lê mixabin bi hinceta ewraqê kêm ji teref AİHMê jî hate redkirin. Dîsa ewraq bi 2 roja dereng hatiye teslîmkirin. Pêxemberê me(sav) digot mumin ji heman qulê du cara naye devlêkirin. Piştî vê riya dadgeha AİHMê jî hate girtin mixabin. Lê ger careke din doz li Tirkiyê bê vekirin û hemû riyên darizandinê bi dawî bibe belkî dîsa riya AİHMê hebe. Lêbelê ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê eybeke/rûreşiyeke mezin e. Çawa ku milletekî misilman li welatê xwe negihêje heqê xwe û ji bo vê berê xwe bide Ewrûpê/xerbê. Lazim bû Tirkiyê li gelê xwe wilo nekira û ev zilma mezin pêk neaniya. Ger dibêjin ev xeletî bû divê li hember gelê xwe lêborîn bixwesta û li dadgehên xwe bi eşkere hesab bida, berê gelê xwe nedaba Ewrûpayê.

Gelê Roboskî bi her awayî mexdûr bû, mezlum bû. 34 ewladên wan bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Her çi qas kûjer/qesas diyar be jî tu kes derneket û li hember dadgehê hesab neda. Lê wê roja giran wexta ji wan zarokan re bê pirsîn ‘Sûcê we çi bû’ helbet wan kûjeranan wê li hember Qudreta bênîhaye hesab bidin. Wê ji bo revê tu cihî nebînin.

Bi vê bûyerê hate fêmkirin ku dîrok dubare dibe. Mînakên bi vî awayî gelek în. Tu tiştek nehatiye guherîn. Dewlet berê însana dide rêxistinê, rêxistin jî berê wan dide dewletê. Lazim e ev çerx xera bibe. Wê xera bibe jî. Ji ber ku însanên dilsoz û xwedî bawerî bi hezaran in. Destê alîkariyê , merhamete dirêjî wan kirine. Ne ku ji bo xelk bibînîn, medh û senayê bistînin. Armanc û xaye rizaya Xweda ye. Em vê bawerin ku armanca kê rizaya Xweda be  wê serfiraz bibe û çerxa zalim û zordestan serûbin bikin. Em vê jî bibêjin ger em alikariya xwe xwe zêde nekin, destê rehm û şefqetê dirêjî wan nekin wê dewlet û rêxistin vê bûyerê ji bona daxwazên xwe yên qirêj bi kar bînin.

Em careke din bi munasebeta salvegera vê komkûjiyê de ji Xwedayê xwe sebrê û sersaxiyê ji bo gelê Roboskî dixwazin.

Mûrat Dêrikî

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mûrat Dêrikî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.