ROBOSKÎ 4 PERDEYÎ

Article

Ev tîyatro, li ser ğeddarîya li Qerqelî û Roboskîyê qewimîne û li ser dijwarîya jîyana li rexê sînor hatiye nivîsandin.

Welatê me: Rojhilata Navîn û Asya! Warê mezopotamya! Diyarê enbiyaw ewliya!

Ev war û welatê ku bi doza pêxembera, bi eşq û nûra Muhammed(a.s) ê ronya çava, bi xwîn û keda welîyû eshaba hatibe sitrandin, alaya ‘edalet û tewhîdê li ser hatibe çikandin, ma ne heyfe ku bi êşa kufr û Xwedînenasî bê şolîkirin?

Ev gel û milletê ku bi Hz. Caban el-Kurdî bûbe dost û rêhevalê Hebîbê Xweda, dawet û gaziya Hz ‘Umer û Hz ‘Elî qebûl kiribe û ji wan re bûbe pêyrew û guhdar, bi Xalid û Suleymana, bi Îyaz û Mûaz û Se’îda, bîn û eşqa Resûlê Xweda hilmandibe û bi wan re nifş û neslekî Muhammedî gihandibe, ji Selaheddîn re bûbe esker û xîzmetkar û pê re bûbe bextiyar û îftîxar li cîhan, ma ne heyfe ku ji dînê Îslamê bêxeber zilm û neheqî bibîne?

Evan qenc û weliyên Xweda, millet bi biratîw ‘edaletê, bi îman û hîdayetê li hev anîn, gihandin hev, xwedi dewlet û medeniyet kirin. Li dinyê serferaz li axiretê bi miraz kirin bi ferzên Xweda. Camîyû medrese ava kirin, pê nezanî rakirin. Bazirgan û tîcaret saz kirin, pê xizanî qedandin. Doza pêxemberê axir zeman nîşan dan û şopandin. Bi nûra Muhammed(‘e.s), zalim tewandin, kufur qelandin, hîkmet û însaniyet meyandin.

Îja ma ne heyfe ku zalim û Xwedênenas, ğerbînperest, agirperest, rojperest, kevirperest, fille û cihû ji bo milletên Muslumana ji hev biqetînin, ji hev perçekin, ji hev dûr bikin, ji hev bêxeber kin, bi êşa milliyeta xirab, bikin neyarê hev, sînor û têlsincik di nava wan de deynin, exlaq û adêtên kufrê pêş wan kin, ser navê hurriyet û azadiyê, qûmar û fuhûş û fesadî bela kin, li wan fikr û felsefê ğerbîn reklam bikin?

Bi sînor û têlsincika, dostanî û mervantî qut kirine, dan û stendin birîne, êl û ‘eşîr ji hev birîne, xelq feqîr hiştine, û xwestine pê kevneşopiyên gel bidin jibîrkirin. Di netîceyê de xelk jibo debariya xwe, berê xwe daye dervî sînor. Mal kiriye ji dervî sînor, mal daye dervî sînor. Li ser vêya jî bûye qeçaxvan. Ev sînor û mayîn bûne bela serê xelkê. Di şer û revê de, di serdan û pirsa hevûdin de, di malkirînê de, di çûna xwendina îlm û mektebê de...

Ji ber van rewşan, kuştin,  birîndarî, hefs, mehkûmî, qeçaxvanî, barkirin, koçkirin, seqetî qewimîne. Millet ji teref zalima ve hatiye şêlandin, talankirin, nefîkirin û carna jî qetilkirin.  De ka werin em binhêrin li rewşa xelk û birayên xwe yên li rexê sînor dijîn.

Sehne 1

Odekî gunde. Xalîçe bi dîwêr ve ‘aliqîne. Xwedyê malê Selman, li ser sederê di navciyê xwe de ye. Ji lingê xwe ve brîndar e. Li rexê odê sobeyek, li tenişta sobê jî maqilek heye. Qefesa kewa li pêşberî sedrêye. Nêzî Selman, mînder û balgiyê mezin raxistîne. Hecî Silêman, Sofî Reşîd, Kekê Zeydan û Serhat hatine serdana Selman. Her sê navsere bi şelwarin. Xeberdana wan dewam dike.

HECÎ: Selmanê min! Mala mino! Ka ez çi bêjim lo lawo? Xwedê sebr û deyaxê bide. Wa ser û nava te sitiriye.

REŞÎD: Birayê Selman! Xwedê silametiya xêrê bide. Hema kuderê însan dêşe, meriv dibêje xweziya ne vir bîya. Xwedê neyne serê tu kesî.

SELMAN: (Di navciya de hinekî pal dide û bi nalenal dipeyve) Xwedê ji we razîbe. Bi ser çava re hatine. Ayy ayy ayy!

ZEYDAN: Xwe neêşîne. Xwe rihet dirêj ke. Qet meraqa neke.  Xweda mezine. Em tev birayê tene. Çi lazim be, em hazirin.

SELMAN: Berxwedar bin. Xwedê kêmaniya we nede. Çavê xizaniyê kor be. Tu kes ji feqîriyê nemiriye. Lê ne ji vê seqetiyê ba!

SERHAT: Lo lo birao! Ka meriv çi bike? Tu neçî qeçaxiyê nabe, tu diçî derd e. Carkî ku van sînor û mayina xistine navbeyna me, rihetî ji me re nehiştine.

HECÎ: Kuro ma berê van sînora çi dikir? Kê derdê van xet û hidûda didî? Van erd û ax, bi xwîna bav û kalêmey Musluman sor bûne. Mal û merivên me li serê belav bûne.

REŞÎD: Heqê heyat û xebata li ser van erda, heqê ziyareta dost û meriva bi serbestî, Îslamiyetê daye me û di tarîxê de tu sûltan û mîr, ji vî heqî re nebûye mani’. Ji cumhûriyetê pêve ev çima ji me re derd û yesaxe?

HECÎ: Di dewra hezretî ‘Umer de dînê Nebî Muhammed (a.s), ev heq û azadî daye me. Lê ev nêzî sed sale ku têl û mayîn, sînor û fîrqet xistine navbeyna me. Ewqas Sehabê ku hatin war û welatê vir bi Îslamê muşerref kirne, Selaheddînê Eyyûbî û ‘alimê wîn ku ev der kirne dergûş û merkeza ‘îlm û însanîyetê.

REŞÎD: Ne jibo ku em fîrqet û çîlê bikşînin, jihev perçe bibin, neyarê hev bin, feqîr û perîşan bin, seqet û birîndar bin.

ZEYDAN: Birayê Selman! Gelo ka mesela te çawa qewimî?

SELMAN: Lo birao! Ka ez ji ku dest pê bikim? Di vegerê de me hê nû sînor derbas kiribî. Barê me giran bî. Bi meşê min ferq kir ku min pêl tiştekî kir. Min hewl da ku xwe xelaskim, lê bi teqînê pengizîm. Gava qereqol hat, hişê min hê li serê min bî.

HECÎ: Wax mala min! Çi musîbet çi ‘ezab! Îja qereqolê çi kir?

SELMAN: Qereqol çawa hat ser min, qomitanek heqaretî kir. Min jê re got “Qomitan beg! Ne terorî? A gordigin bû erzaxî aîleme getirmîşim. Aîlem teror midir?” Welhasil qenaeta wan çê bî. Min rakirin xestê. Min çavê xwe li xestê vekir. Lê li xestê ez pir aciz bîm.

ZEYDAN: Çima? Li wir çi bî?

SELMAN: Di nav wê êş û elemê de, pilosek her car wê bihata û biqehr bigota “Te çend esker kuştine?” Min got “Yaw welle bille memûr beg! Ez gundîkî feqîrim. Çi esker çi kuştin yaw!” Heta ku xalê mixtar Xwedê jê razî be ji min re bûye kefîl, min tabûrcî kirine.

HECÎ: Ê de willeh billeh em Misluman in. Em feqîr û rebenê Xwedê! Hal û derdê me ne bese, îja em rabin ji xwe re dijmina jî çê kin. Bila dûrî me be.

REŞÎD: De Xwedê kirye ku em Mislumanin û li ser dîn û edeba bav û kala nin.

SERHAT: Tu carekî çûbî qeçaxiyê, temame. Êdî tu xwe di ava Kewserê jî dake, ji te bawer nakin.

ZEYDAN: Tu derbasî aliyê din bibî, tu dibî qeçaxvan. Tu vegerî vî alî, tu dibî teror.

SELMAN: Xalê Hecî! Ez bapîra nizanim, lê ji bava vir de ev sînor bîye derd û bela serê me. Li wî alî meriv û dost hene. Îja ma em hevûdin nepirsin? Li ba hev rûnenin? Çayekî bi hev re venexun?

REŞÎD: Hema li aliyê din xalê min nexweşe. Gazî min kirne. Ev heftekîye ez nikarim herim. Îja ne ziyaret bi tenêye. Di vê çileya ğedar de rêya qezê, dûr û girtiye. Ji mal re rûn divê, arvan divê, şekir divê, zexîre divê.

SERHAT: Xwedê neke nexweşî dibe, xestexane hewceye. Gazî û îmdat dibe, hewar û bazdan lazim e.

ZEYDAN: Ma nayê bîra we? Ew sala ku berf ji çiyê hat xwarê, xaniyê mala Hecî Dawid di binî de ma, eger me xwe ne gîhandiba wan û me brîndara ne birba xestexana dervî sînor, ma ewê tev ne mirbana?

HECÎ: Lo bavo birano! Li ser vî sînorî xelkê me, çi kişandiye çi nekişandiye. Ji meriv û malbatên şêx û alima, ji mehkûman, ji kitimkesan, ji şivan û gundiyan. Ê di revê de, ê bi mayina, ê li dervî sînor ji teref şah û siltanê zalim ve hatine kuştin, ê li vî alî û li wî alî hatine girtin, ê birîndar û seqet bûne, ê wenda bûne. Hew Xwedê zane.

SERHAT: Weka kuştina sîw du gundiyên Qerqeliya Wanê di sala hezar û nehsed û çel û sisya de. Sûcê wan ku qaçaxçî bûn. Helbûkî berya sînor bê danîn, ji van kul û derdan belkî ji dehî yek çênedibû.

              (Gundî di nav xwe de dipeyvin. Perde tê girtin.)

Qetlîama Qerqelî

Sal hezar û neh sed û çel û sisê! Nava havînê, Qerqeliya navçeya Wanê! Xelk feqîr û perişan e. Debariya xwe, bi kirîna mal û heywanên qeçaxiya dervî sînor dike. Lê evya li ba dewlet û eskeriyê sûce. Di wî heyamê de çeteyên talanê, li her dû aliyên sînor, talanê dervî sînor dikin. Çeteyek şêlandinê ku bi haya qeymeqam û eskeriyê derketibû, dest bi talanê dike. Carekê ev çete û esker bi hev re, sînor derbas dikin û ji hêla Îranê, mêşinên Mihemedê Mistoyê xwedyê ‘eşîretê, talan dikin. Misto ewwilî bi xweşkayî heywanê xwe dixwaze. Lê cewaba jê re tê gotin ev e: “Emê werin jina te jî bigrin!” Ji lew Misto bi hinek zilamên xwe, sînor derbas dike û qederê pênc sed mêşina bi xwe re dibe.

Ji ber vê, tabûr ewwilî bi şeklê “Eskerên Rûs sînor derbas kiriye” propağanda dike. Dûre jî dest bi operasyonê dike. Digel Misto çel gundiyan berdest dike. Mehkema sulhê, van gundiya tevî serbest ber dide. Lê çawa Orgenaral Mustafa Mûğlalı tê Wanê, derhal emir dide ku ev gundi dîsa bên girtin û bên kuştin.

Di bîst û pêncê Temmûzê de, sîw sê gundî tên girtin. Di nav wan de zarokek yazde salî, jinek, çawîşek û eskerek ku hatine îznê jî hene. Orgenaral, bê pirs û mehkeme, emrê kuştina wan dide. Sûcê wan ew bû ku bêîzin dervî sînor bûne û bazirganiya heywana kirine.

Di sîhê Temmûzê de sibeha roja înê, sîwsê gundî, destê wan ji paş ve û bi hev ve girêdayî, di bin kontrola du teğmena de tînin neqeba ku bi Tirkî Çîllî tê gotin. Li wir her çiqas feryad û fîxan dikin, hewar û lava dikin jî, li wan merhemetê nakin. Esker wan qetil dike. Ji wan yek tenê difilite.

Lê ma zalima kengî rihetî dîtiye? Tu li vê qederê binhêre, di serê sala hezar û nehsed û pênciyan de, orgenaral Mustafa Muğlalı, mehkeme dibe û ceza îdamê lê dibirin. Dûre dadixin bîst salî. Di hezar û nehsed û pênc û yekî de, di hefsê de bi qirîza qelb dimre.

Sehne 2

Behsa qetlîama Qerqelî dike. Sehne bexçê qereqolêye. Orgeneral Mustefa Paşa û birutbeyek din, li ser kursiyên xwe li ber masê rûniştine. Orgeneral lingê xwe avêtiye ser hev. Şebqê xwe datîne ser masê. Pir qurreye. Yüzbaşı gazî esker dike.

YÜZBAŞI: Asker! Oğlum bize iki çay getir! (Esker silav dide û diçe.)

PAŞA: Yüzbaşı! Çapulculara karşı, ekipleriniz ne durumda?

YÜZBAŞI: Aşiret reisi Mistonun koyunlarını almışlardı. Mısto da koyunlarını istedi.

PAŞA: Peki ona ne cevab verdiniz?

YÜZBAŞI: “Gelir karını da alırız” dedik.

PAŞA: Ha böyle sert olun. Sonra ne oldu?

YÜZBAŞI: Misto dahil 40 köylüyü tuttuk. Sulh mahkemesi, ifadelerini aldıktan sonra hepsini serbest bıraktı. Emriniz gereği, onlardan 33 kişiyi yeniden yakaladık.

PAŞA: Çapulculara eman yok. İşlerini bitireceksiniz.

YÜZBAŞI: Fakat İçişleri bakanlık müfettişi Avni Doğan...

PAŞA: Müfettiş bu işe karışmasın. Yoksa onu kırbaçlarım. Memleketin çıkarı için, babamı bile asarım.

YÜZBAŞI: Emrederseniz komutanım!

PAŞA: Cezalandırdıktan sonra, “Bize yardım için hududa sevk edilen bu şahıslar, kaçmaya çalışırken, bir kısmı da çapuculara katılıp bize ateş açmasıyla kaçmalarına fırsat verilmeden öldürülmüşlerdir.” şeklinde rapor düzenlenecektir.

YÜZBAŞI: Baş üstüne komutanım!

Paşa şebqê xwe dide serê xwe û diçe. Yuzbaşı destkî xwe dide ber serê xwe û difikire. Radibe di bexçê de digere. Dûre gazî esker dike. Esker silavê dide.

YÜZBAŞI: Derhal çapulcuları getirin!

ESKER: Emredersiniz komutanım!

Esker diçe. Gundiyan tînin. Destê wan ji paş ve girê danin û tev bi hevdû ve kindir kirne. Cil û bergê wan qetiyayî, kevnû peritîne. Di nav wan de zarokek 11 salî û pîrekek jî heye. Gundî baş bi Tirkî nizanin. Gundî tev di sehnê de xuya nabin. Dawya wan dighêje dervê sehnê. Gava disekinin, Yüzbaşı yek bi yek li ber wan disekine. Bi ğeyd bi wan re dipeyve. Ji yê ewwil dipirse:

YÜZBAŞI: Çapulcu kaçakçılara bak hele! Tam 33 kişi.

KES 1: Qomitan beg! Welleh em ne çapûlcûne. Em feqîrin qomitan!

YÜZBAŞI: Bırak lan fakir makirliği! Sınırı geçip kaçak yoldan hayvan getireceksiniz ha!

KES 1: Ê welleh qomitan! Biz fakirdir. Erzax yoktir. Ji bo vî sebebîye.

KES 2: Qomitan me effûke. Çoliğû çoçiğê me hene. Em gunenin.

YÜZBAŞI: Affet ha! Konuşmalarımızı dışarıya sızdıran sizi gidi casuslar!

KES 3: Allah’tan kork qomutan! Ma biz eskerlik yapmamışız? Qereqoldan mı kaçmışız? Ne düşmanlık yapmışız?

YÜZBAŞI: Çavuşa bak! Demek sen de çapulcusun ha?

KES 3: Qomutan! Ma bu topraxlardan olmak, suç mudur? Tirkî bîlmemek suç mudur? Baba ve dedelerimiz hangi savaşa katılmadı?

YÜZBAŞI: Çavuş! Niye sınırı geçip kaçak mal alıyorsunuz?

KES 3: Bizım orda akraba vardır. Onları görmek, ma suç mudur? Bu xalk feqîrdır. Birşey ordan alsa, suç mudur?

YÜZBAŞI: Sınırı geçseniz suç olur.

KES 3: İslam bize bu hakkı vermiş. Niye yasak koyuyorsunuz? Dedelerimiz serbest gidip gelmişler. Niye suç yapıyorsunuz?

YÜZBAŞI: Eğer suç diyorsak suçtur! Yasak diyorsak yasaktır çavuş!

KES 4: Qomitan! Em rebenê Xwedê! Halê me perîşan. Me duşmantiya dewletê nekirye. Me serbest berde!

YÜZBAŞI: Serbest bırakalım. Tekrar gidip çapulcularla beraber bize silah çekin ha!

KES 4: Ê welle bille qomitan! Ji çiftekî xirbende pêvetir çek û sîlah yoktır! Ma bız qereqola silah çekmişız? Em ji bo debariya xwe derin û tên.

YÜZBAŞI: Ben bilmem. Diğer tarafa geçseniz, çapulcu sayılırsınız!

KES 5: Qomitan! Ka sûcê min çiye? Min çi kirye?

YÜZBAŞI: Hepiniz berabersiniz. Sadece birinizin suçlu olması yeterlidir.

KES 3: Qomutan! Bu çocuğun, bu kadının, bu eskerin sucu nedir? Mahkeme bizi serbest bırakmadı mı?

YÜZBAŞI: Mahkeme nedir? Biz suçlu dediysek suçlusunuz!

KES 1: Ê welle qomitan tu sûcê me tune ye. Me çend mêşin ji xwe re ji wî alî stendine. Me eqrebê xwe ziyaret kirye. Ma tu belengaziya me jî nabînî?

KES 2: Ma mehkûmê me hene? Ma me fîrar xwedî kirne? Qomitan! Heyfe! Me berde!

YÜZBAŞI: Tamaaam! Kesın konuşmayı! Elinizden gelse mahkum de beslersiniz, ateş de edersiniz!

KES 2: Ji bona Xwedê! Ka sucê me çiye Qomitan? Ma me gulle bera kesî daye? Ma me malê kesî diziye? Ma em ji îfadew mehkemê reviyane?

KES 4: Qomitan! Ê welleh me eşhed bi navê Muhemmed û Xwedê aniye. Em mêrkê mislumanin. Zirara me negihaştiye tu kesî.

YÜZBAŞI: Yeteeer! Şimdi nasihata da başlarsınız. Asker! Bunları teğmene teslim et!

ASKER: Emredersiniz komutanım!

Dema di çûnê de gundî dibêjin:

KES 1: Qomitan! Ez rica dikim me berde. Tu sûcê me tune. Hema bila gunehê te bi zarokê me bê. Em xwe davên bextê Xwedê bextê te. Dev ji me biqere.

KES 5: Ka sûcê min çiye? Min çi kirye qomitan?

KES 2: Qey tu ji Xwedê jî natirsî hey gawir, hey zalim!

KES 3: Allah yanına bırakmasın! Bunun heyfinî senden alsın înşallah!

KES 4: Hêviya min ji Xwedê heye, Xwedê aya mezlûm û rebena ji we re nehêle.

Gundiyê bi hev ve girêdayi, di bin kontrola esker de diçin. Yüzbaşı bi meraq û qurre difikire û tûra xwe dewam dike. Weka bêje “Nuha hunê bibînin!” Ji dûranî ve dengê reşandina sîleha tê. Perde tê girtin.

Wê dewam bike.

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Fexreddîn Şemrexî

Ê Berê GULÎZAR Û GULÎSTAN – 3
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.