Ebu Sufyan û kole diçin ba ‘Umer

Article

Dema Hz. ‘Umer dibe xelîfê dînê îslamê, derîyê xwe ji her kesî re vedike. Ê ku derdekî wî heba rast diçune ba wî û jê ra digotin. Li gorî îmkanê, wî jî derdê her kesî derman dikir.

Rojekê ji eshabê pêxember (s) ‘Ammar, Suheyb, Bilal, Ebu Sufyan û kurê wî Mu’awîye jibona işnî xwe bi hevra diçine ba xelîfe. Suxrevanê berdestê xelîfe dibêje Hz. U’mer “Ya emîrel mu’minîn! Filankes, filankes û filankes hatine, duxazin te bibinin; ez kîjana pêşî berdim?”

Hz. ‘Umer dibêje: Pêşî Bilal, ‘Ammar û Suheyb berde. Suxrevan wan bera cem xelîfe dide. Û ev zat mişwarekî li ba xelîfe dimînin derdê xwe jêre dibêjin. Bes di vê navberê de gazîkirina xelîfeyî bi vî şiklî gelek li zora Ebu Sufyan diçe. Dibêje kurê xwe Mua’wîye: Te dît! U’mer pêşî gazî kolê me kir û em li ber derî sekinandin? Ebu Sufyan ji eşrafê Mekkê bu. Ev kesê xelîfe pêşî gazî wan kir jî, berê tev kole bun. Ji ber vê yekê ev tevgera Hz. U’mer gelek bi zora Ebu sufyan diçe. Bes kurê wî Mu’awîye ku dinere bavê wî gelek diqahere jibo wî teselî bike jêra wuha dibêje: “ Bavo! Çima tu a’ciz dibe? Evê ku nuha berya me derbasî cem xelîfe bun, raste berê tev kolê me bun. Bes di îman anînê de li pêşya me bun. Em ji wan bi şunda man. Ê ewil li pêşbin îrojî wê li pêşbin. Û ê bi şunda mabin îro jî wê bi şunda bimînin.

Hz. ‘Umer li gor ‘edaleta îslamê bi xelqê xwe re mua’mele dikir. Îmtîyaz ji kesekîre nedkir. Heta li gorî ezyetê di riya Îslamê de kişandibun meaş dida mamurê xwe.

Dîsa di dema xelîfetîya wî de ‘Amr b. ‘As walîyê Misrê bu. Âmr di mizgefta Misrê de jibona xwe mimberekê çêdike. U rojê îna li ser wa’za dide, ji bil îna jî dema xeberek muhîm çêdibu xelq dicivan u derdikete ser mimberê, wan ji vê xeberê xeberdar dikir. Dema Hz. U’mer vêna dibhîze nameyekê jêra dişîne u wî gelek dilomîne u jêra wuha dibêje: Li gorî min bihîstîye jibo runiştinê te mîmberek di jora xelqê de ji xwe re çêkiriye. Tu li jor runê u Musluman jî li jêra te runên ez minasib nabînim. Min jibo tu xwe li jêra xelqê bigre şandiye Misrê. Pir zu wê xirabike.”

Âmr b. Âs çawa vê nameyê distîne mîmberê xira dike

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê GEŞTA XERQ NEBUYE
Ê Li Pey KELHA E’DALET Ê AVA BİKİN!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.