Qetlîa’ma Li Gundê Şemsanê 3

Article

             JI ŞAHIDÊN GUNDÊ ŞEMSANÊ ABDULLAH YÖNDAŞ DIŞTEXILE

        “Kalê min Hesenê 80 salî, li ber derê malê rûniştîye û pîra min Hafsa jî li kêleka wî ye. Di salên xû yên derbasbûyî de bi muhabbet û hûrik şitexilandin, li cem hev rûniştine. Leşker wan di vî halî de dibîne. Kalê min didin ber sungûya. Ew pîrê fanî li ber derê mala xû can dide. Pîra min wê wehşetê dibîne û direve. Ji paş ve bi sîlah wê jî qetil dikin.

         Pîreka apê min û 3 zarokên wê jî dikujin. Paşê wan ceseda li hev top dikin. Dikin hundirê avahîya û agir berdidinê. Kesê ku ji gundê me revîyabûn çîya, piştî leşker diçin, têne gund jibo cesedên însana defin bikin. Belê li ber wehşeta şewitandina cesedê însana, xweyna wan dicemide.  Li nav avahîyên ku agir berdanê digerin. Perçê cesedan yên ku ji êgir filitîne top dikin û defin dikin. Hinek gundî cesedê kalê min di avahîyê da sağlem dibînin. Di sûrete wî de zîpikê xwêdanê dibînin û wî di xewê de zen dikin. Yek ji wan kesa dibêje: “Dirbê mirîya get nade, lê belê ev kesê 80 salî, çi sûcê wî hebû ku qetil kirin, xwêdan di suretê wî de dernekeve ma di suretê min da derkeve?” Kalê min, weqta qetil dikin, wî davêjin nav avahîyê û agir berdidinê. Belê ew avahî naşewite.

       Dîya min Horîye û hinek pîrek û zarokên gundê me, piştî emrê kuştina zarok û pîreka radikin, wan hêsîr digrin. Ber bi Çewlîkê ve dibin. Di rê de leşkerekî ji Pîranê û Zaza ji wan re weha dibêje; “Ewê we teva bikujin. Çi pere û mucewherê we hebe bidin min” Temamê pere û mucewherê wan ji wan distîne.

       Leşker, arvanê ku ji gunda top kirîye dide pîrekên hêsîr û dibêje “hevîr bikin û nan lêxin” ew jî vêya dikin. Dibêjin, wî nanî bidin zarokê xwe û bixun. Belê nan bi ber kesî de naçe. Pîrekeke belengaz û dilşewitî ji leşkera rica dike û weha dibêje, “Ez di bextê we de me, hun min û zarokê min, li derve bi sîlah an jî bi sungûya bikujin. Me nekin kadîna û bi êgir neşewitînin.” Wexta ev pîrek bi vî şeklî ji leşker lavahîya dike, du sebîyê xwe yên biçûk dixe hemêza xwe û rica dike. (Niha bila dîyê sebîya, xwe têxin dewsa vê pîrekê bê ka di çi haletê rûh daye)         

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê Qetlîa’ma Li Gundê Şemsanê 2
Ê Li Pey Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîa’mên Li Herêma Me – Gundê Xerîb

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.