Xwedîyên Bağa

Article

Ellah Rebbê me ye, her hebû û wê her hebe.

Carek ji caran, demek ji deman. Du cîran, zilamê malan, weke şêran, serê sibehan, diketine rêyan. Heya digihêne bağ û rezan. Dixebitîn, dibetilîn... Carna birçîbûn, tîbûn, êş û birîn… Carna jî xweşî, dilşadî, kêf û şahî... Bi vî awayî wext derbas dibû, roj dihilat, dîsa ava dibû, dewran dizîvirî, demsal diqûlibî û helbet 'umir jî diborî.

Rojek ji rojan, nexweş ket yek ji wan. Hal lê nema. Taqet pê nema. Bi zor û zehmet, bi tehb û meşaqet, radibû, xwarina xwe dixwar. Êdî hew karibû here nav bağê xwe jî. Serê sibê, cîranê wî li derî xist. Û bangî xwediyê malê kir. Zarokê mezin dêrî vekir. Nexweşbûna bavê xwe wiha jê re got: “’Emo! Bavê min ji şevê dî ve diêşe. Û xew neketiye ça'vê wî.” “Xwedê silamet ke. Silava lê ke. Ezê çûherim, îşê min heye. Bağê min li benda min e.”

 

Û berê xwe şûnde vegerand, biber bağê xwe ve çû. Vî zarokî jî ev xebera vî zilamî 'eynî wisa dubare kir ji bavê xwe re. Bavê zarok jî wiha got: “Hemd ji Xwedê re ku ew Xweda xwediyê me ye û xwediyê rizqê me ye. Kurê min! De ka gazî diya xwe bike, ezê tiştna ji we re bêjim.”

“Dayê! Dayê!” Deng hino hino kêm bû û gavek şûnde bi dawî bû. Bi sedema vî dengî, qasekî din pîreka malê û sê zarok, li hemberî zilamê malê peyde bûn. Ode bêdeng bû û zilamê malê dest bi axaftina xwe kir: “Ez di serîyê axaftina xwe de hemd ji Xwudê re dikim. Em misilmanin, lazim e em qenc fêm bikin ku çawa rehetî ji ba Ellah e, nexweşî jî, êş û kul jî ji ba Allah e. Ya girîng ew e ku hem di rehetiyê de hem jî di zehmetiyê de em şikir bikin. Û dîsa lazim e ku em piştî xebat û xîreta xwe, tewekul bikin. Lewra riziq ji ba Ellah e. Tiştên li ber wî zor û zehmet nînin. Ku bixwaze bi zêdeyî jî kare riziq bide me û dikare bi hindikî jî bide me. Gotina min ew e ku hûn Xwuda jibîr nekin, bila herûher li bîra we be. Hûn jî dibînin ku ez diêşim, ez nikarim herime bağê xwe. Û tu kesê alîkariyê bide me jî nîne. Heger tiştek ji min were, van gotinê min jibîr nekin...” Pîştî van gotinan zarokê mezin bi dilsafî bi vî awayî got: “Yabo! Ez û diya xwe emê herine bağ, fêkiyan biênîne mal.”

 

Dê û bavê vî zarokî keniyan bi vê gotinê. Lewra ne dema fêkiyan bû. Di nav rez de tenê darê zip û ziwa hebûn. “Eferim ji kûrê min re. Xwedê bi sitîrîne, kûrê min mezin bûye ji me re.” Bi vê henekê şitexaliya li ser nexweşiyê xelas bû. Êdî behsa tiştne dî kirin. Heya dengê azana nîvro. Piştî nimêjê, firavîna xwe xwarin. Car car henek, car car şîret roja xwe borandin. Êvarî, nexweşiya zilamê mumin zêde dibû. Lewma nikaribû rakeve êvaran. Heya çil-pêncî rojî êşa vî zilamê mumin kêm nebû, heme wisa nexweş bû. Di van çil-pêncî rojî de heval û hogirê wî dihatine serdana wî. Di'a ji hev re kirin, daxwaziyên hevdû bi qasî îmkana xwe anîne cî. Lê derdekî zilamê mumin hebû ku ne wî dianî ziman ne jî yekî din. Ev derd jî bêxwedîtiya rezê wî bû. Ji roja nexweş bûna zilamê mumin ve cîranê wî jî nehatibû cem. Wî tu caran gazin nedikir. Lewra zanîbû bê çawa çe'vsor û xinzîr bû cîranê wî. Çawa aşiqê malê dinê bû, cîranê wî. Ev zanîna xwe bi tu kesî re hevpar nekiribû. Tenê carna di dilê xwe de derbas dikir.

Nexweşiya zilamê mumin hino hino kêm dibû. Êdî karibû rabe ser xwe bimeşe. Ew çend êvar bûn ku xewa xwe tam distend. Rojekê serê sibehê got; “ezê herim nav bağê xwe” û xwe amade kir. Piştî amadekirinê derket û dest bi rêya çûyinê kir. Li der û dora xwe temaşe dikir. Birastî jî baş guherîbûn ewqas der. Heyirî mabû, lewra wî digot qey weqa wext derbas nebûbû. Piştre fikirî ku nexweşiya wî di wextê çandina giya û dara de dest pê kir hetanî wextê derketina fêkiyan. Yanî bê hema sê heyvan, bê hema demsalekê mabû di hindurê xênî de.

Zilamê mumin, pir meraq dikir bağê xwe. Hêdî hêdî nêzîk bûbû. Dema giha cem bağê xwe nihêrt ku axeke hişk û hola û dernê zip û ziwa. Pir heyirî ma bû, lê belê dîsa hemd ji Xwedê re kir. Lewra xebat û xîret nebe, jixwe wê halo be. Hîna di vê rewşa tevlîhev de cîranê wî hate cem. Merheba da zilamê mumin. Rewşa hev pirsîn. Rewşa zilamê mumin eşkere bû. Lê ne eşkere bû ku çima cîranê wî halo bikêfe. Adeta devê wî nedigiha hev ji kêfa. Zilamê mumin hinekî texmîn dikir, lê dîse meraq dikir. Zanibû wê zû eşkere be sedema vê kefa ne di cî de. Lewma sebra xwe didomand. Piştî tev de li nav bağê zilamê mumin gerîyan, piço piço bi ber bağê dî ve diçûn. Gelekî nedûr bû. Hema qasekî dî gihane bağên cîranê zilamê mumin. Dîsa heyirî ma zilamê mumin, lewra tu caran ev bağ halo şipişîn nedîtibûn. Tiştên zilamê mumin didît ev bûn: Du rezên ji tirîyan hebûn, dora wan herdû rezan bi darê xurman girtîbû, di nava wan da jî zevîyên çandinê hebûn. Wan her dû rezan jî, wisa ber dabûn ku qe tu tişt ji wan kêm nemabû, di nava wan da jî çem diherikî.

Zilamê mu’min bi van dîtina rehma Xweda anîbû bîra xwe. Ji lew dihizirî û difikirî nî'metê Xweda. Û anî bîra xwe ku cîranê wî pir xebitîbû. Yanî berdêla ğîret û xebata wî Xweda jî ev rez û bağê bi bereket dabûyê. Heta zanîbû ku hinek mal û milkên wî yên din jî hebû. Jibona van dewlemendiya tu caran hesûdî û zikreşîya misilmanê mu’min nekiribû. Lewra zanîbû yê didê Ellah e û yê bistîne jî Ellah e. Hê zilamê mumin di nav van hest û nesta debû, zilamê din xwe da pêş û wiha got: "Tu çima bi min ra têkoşînê dikî? Bi mal ez ji te hêzdartir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in." Hem diqêrî hem jî di nava rezê xwe de diçû û xwe qure dikir: "Ez guman nakim ku wê dawîya van rezan bên, bawer dikim ku di hemû wextan de wê ev rez bimînin. Û ez goman nakim ku wê qiyamet jî çê bibe. Heke çê bibe jî dema ez herime bal Xwudayê xwe, bi rastî ezê rastî qencî yên hêj ji van çêtir bim."

Hevalê wî yê xizan, zilamê mumin, ji wî re wiha bersiv da: "Tu çawa wî Xwedayê ku ji xwelîyê tu afirandîyî, paşê ji piçek av û piştre jî tu xistî merivek, înkar dikî? Tu bawer nakî lê ez bawer dikim ku Ellah Xwedayê min e, ez ji Xwedayê xwe re tu kesî nakim şirîk. Ka qey nabe gava tu herî nava rezê xwe weha bêjî: Evna tev hêz û qeweta Allah e. Çiqa hêz û qeweteke mezin e! Hemû hêz û qewet bi Ellah in. A va tu dibînî ku mal û zarên min ji yên te kêmtir in. Dibe ku Xudayê min hê ji rezê te çêtir bi min ra qencîyan bike û bi ser rezê te da jî ji ezmanan birûsk û aşîtan bişîne, êdî ewa rezê te bibe xweliyeke zip û ziwa. Yan jî ava wî bikşîne binê zemîn ku êdî tu qe nikaribî li wê avê bigerî û bibînî."

 

Piştî van peyvan, zilamê mu’min ji cem vî zilamê kafir çû. Berê xwe da rezê xwe û meşîya. Dema kete nav rezê xwe bi dengekî bilind wiha got: “Evana tev hêz û qeweta Ellah e. Çiqa hêz û qeweteke mezin e! Hemû hêz û qewet bi Ellah in. Hemd û şikir ji Ellah re. Ji wî Xaliqê Rehman û Rezzaq re…” Piştre zilamê mumin di nav rez de hinek karên dereng mayî pêk anî. Û berê xwe vê neqlê da mala xwe. Piştî gihaşte mala xwe, tiştên wê rojê qewimîn yek bi yek ji pîreka xwe re hevpar kir. Û tevde bi misilmaniya xwe careke dî şikir kirin.

...

Piştre ne bi gelekî... Şev wek berê bû.. Heyv li cî bû.. Li dora heyvê bêjimar stêrk xemilî bûn... Û bêdengiya şevê..

Evna tev wek berê bûn... Piştî neh-deh sa'eta... Ku xelk tevde di xew de, fecrê veda.. Mumin tev yek bi yek radibûn, ku medh û tesbîhê Xweda bikin... Roj hilat.. Û xerabûna bêdangiya sibehê... Çûk û teyrik... Av û kêzik..

Û dengê heywanên cûr bi cûr. Yek bi yek pîrekên malan, dest bi karê sibeha kirin..

Zilamê kafir serê sibehê dîsa bi ber rezê xwe ve çû.. Nêzîkî rez, pêjna ğerîb dihat zilamê kafir.. Hema lezand û qevzê xwe zêde kir. Adeta baz dida nav rezê xwe. Lewra tiştên xwuya dibûn, heger rast bin heqîqeten bûyereke pir mezin qewimîbû. Hino hino nêzîk bû û bere bere qelbê wî hê bêtir şikel lê dixist. Heyirî mabû, tu dibê qey ji ça'vên xwe bawer nedikir. Lerizî, hecicî. Ça'vên wî beq bûn, taqeta wî nema ku li ser piya bisekne. Lewra hemû rezê wî belawela bûbû, qe nikaribû tu tiştî bike. Êdî destên xwe dan ser hev. Çokên xwe berdan ser axê. Û hema girî û girî... Di nava vî girîyê de ev heqîqet dinihûrand: "Xwezîka min ji Xwedayê xwe re, qet’îyen tu tiştî ne kiriba şirîk"

"Ji bona wî komeke ku alîkariyê bike jî, ji ğeyrî Ellah tune bû. Ewî bi tenê jî nikaribû tiştekî bike." "Di vê gavê da piştgirîya rast, ya Ellah e. Çi qencîyê Ellah bike, çêtir e û encam û aqîbeta wî tenê jî qenctir e." (Kehf 43-44)

 

KURTAYÎ

Ji vê qisseyê du fikrên cûda hatine pêşşkirin.

1: Fikra zilamê mu’min, ku ev zilam xizan û feqîr bû. Ji xeynî rezek piçûk ji zêr û zîbera dinyê, tu tiştekî wî nebû. Digel vana tevlî zehmetî û nexweşiyê jî Ellah jibîr nedikir.

2: Fikra zilamê kafir. Digel debr û bereketê jî, digel mal û milkê zêde jî, wî Ellahê xwediyê her tiştî jibîr kiribû.

 

QURRETIYA KAFIR Û ‘ÎSYAN

Zilamê kafir, bi mal û milkê xwe qurre bû û xwe mezin dît. Xaliqê xwe jibîr kir. Baweriya roja axretê jibîr kir. Ji lew xwe ji zilamê cîranê xwe mestir dît. Zen dikir ku hem di nav insanan de hem jî li cem Ellah biqedirtire. Dema bi cîranê xwe re diaxivî wiha got: "Ez bi mal û milk jî bi zariyan jî ji te zexmtirim." Lewra li gor wî raserî û fezîlet bi mal û milk bû. Neheqî li xwe kir û kete nav kufrê. Zen kir ku wê bağ û rezê wî, daîmî hebe û roja axretê tu car jî vejîn û rabûn çênabe. Û digot ku heke axret hebe jî, wê Xweda bağ û reznê bêhtir mezin bide wî. Tenê zen dikir û digot zilamê kafir.

 

TEWRA ZILAMÊ MU’MIN

Zilamê mumin xwe bi werîsê îman û heqîqetê girt. Ew ne xapand mal û milkê dinyayê. Û bi vî awayî diqêrî li hember zilamê kafir: "Ma qey tu înkar dikî Rebbê ku tu ji axê, piştre ji dilopek avê afirandîye?" Zilamê mu’min, cîranê xwe de'wetî naskirina Xweda dikir. Dixwest ku zilamê kafir fêm bike lutf û rehma Xweda. Û nexape bi zêr û zîbera dinyayê. Û zanibe ku roja vejîn û rabûnê, roja dijwar a axretê li benda me tevaye. Zilamê mu’min di dawî de ew tirsand daku fêm bike wê ev bereketa van bağ û rezên heyî, rojekê biqede. Ev axa şîn û bigiya, bibe zip û ziwa. Û dîsa anî bîra wî ku wê ev ava diherike, rojekê bes biherike. An jî ger ava wî were çikandin, ma qey ji bilî Ellah, kî kare avê bêne?

 

ŞÎRET Û ÎBRET

- Mal û milkê zilamê kafir, jibona îmtîhanêye. Ne delîla ku Xweda ji vî zilamî hez dike.

- Ellah, Rezzaq e ku riziq dide. Wehhab e ku alîkariya bêgerew bexş dike. Xîret û xebata însan tenê wasîteye ji bo bidestxistina nî'met û rehmeta Allah.

- Mumin ew e ku şîretan dike li hevalê xwe li cîranê xwe. Û ji bo xelasiya insan herûher dixebite.

- Gerek menfî’etê demborî, zêr û ziberê xapînok ên dinyayê, muminan nexapînê.

- Kesên mumin hem di rahetê de hem jî di zehmetê de Xwedayê xwe jibîr nakin. Lewra zanin ku dinya warekî demborîye, warê zehmetê ye. Rahetî, xweşî li cennetêye.

 

 

Welqa: O kadar
Hizirîn: Düşünmek
Zikreşî: Çekememezlik
Aşît: Çığ
Pêjn: Duyum, his
Şikel: Şüpheli
Zexm: Güçlü
Raserî: Üstünlük
Vejîn: Diriliş
Bêgerew: Karşılıksız
Zîber: Süs
Demborî: Geçiçi

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Seyîdê Memolan

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.