Hedîsêyên 1918'an û Penaberê Kûrdistanê

Article

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Her çiqas bi propagandekirina Ermeniyan tê gotin ku; Kurda Ermenîyan qirkirine jî ew ne rast e. A rast ew e ku bi mudaxileyan dewletê emperyalist û xwestekê wanî li ser herêma Kûrdistanê destpêkirina astengiya ye. Ermenîyan bi sala bi aşîtî di nava gelê Kûrd de jîyana xwe, qewet û gerdîşê xwe didomînin û bê astengî di dêrên xwe de karibûn îbadet bikin. Dema ku Ermenîyan bi dijmantî êrîşê ser gelê Kûrdên bê çek û sîvil kir; pîrek û zarok û kesên kal û pîr bi şeklekî vehşîyane kuştin li herêmê gellek astengî çêbûn. Di nava wan astengîyan de gelê Kurd gellek zêhmetê dibîne; ê tin kuştin ê ku dibin penaber… Ew astengiyên dîrokî ne ku tenê gotinên puç in; an dirok, an ew kesên ku ji wan astengîyan re bûne şahid zindîne.

Em dxwestin ji bonî we, ji nava ew hedîsêyên ku jê re têgotin hedîsên1918 an qala malbatek Misilman bikin. Ew malbata wê deme, bi hezaran malbatan de malbatek e û ew mexdûrîya ji nava hezar mexdûrîyê yek e. Ew malbata ji bo ku li bajarê Wan ê penaber bûne ji wan re tê gotên ‘Mala Qasoyê Mihacir’. Ew malbat, hinekî wan li gundê Westanê (Gevaş) hinekê wan li Payîzava (Gürpınar) rûdiniştin. Ew hedîse ji bal terefê ew kesê ku ji penaberîyê sax maye; kalê Qaso (Qasım) hatiye gotin. Ji me ra jî torin ê wî Hemîdê Qaso qal kir. Em hemî guhê bidin wê mezlumtîya wan:

Bapire me li Wanê, ji bajarokê Gewaşê dijîya. Cîranê wan ên Ermenî hebûn. Ji nava gundê wan pênç malbatê Ermenîyan pênç malbat jî Misilman hebûn. Wê demê misliman û Ermenî di nav xwe da xwedî tifaq bûn. Ji gund dema ku Ermenîya xwestin pez serjêbikin û goştê wê li mislimana belavbikin ji bo serjêkirina pez gazi li mislimana dikirin. Rojekê cîranê wanê Ermenî wefat kir. Zarokên wî piçûk bûn. Bapîre me li wan zarokan nihêri û wan zarokana mezin bûn. Birayê wanê mezin navê wî Murad bû. Rojekê got, ezê biçim leşkeriyê. Û demekî dirêj nehat gundê xwe. Paşê me fêm kir ku Murad çûye nav Ûrisan.

Rojekê me dît ku Murad û leşkerên Ûris hatin gund û derbasi odê bûn. Fermandarâ Ûrisan ji gundiya re got çi çekên we hene binin ka em binhêrin çawane? Wê demê çek li ba gundiyan çi digere? Çekên wan ew ê ku barut ji dev da dikevê, ji wan re dibêjin "ezmelî yan çakmakli" bûn. Lê belê çekên Ûrisan ji ê ku pênc gulle dikevê jê re dibêjin "Kırıkkale"bûn.

Dema pêşî têkiliyên wan gellek baş bûn, lê dema paşîyê ji aliyê Ermenîyan ve têkiliyên wan xerabûn. Rojekî komek gundîyê me diçin bajarê Wanê. Dema ku dizivirin gund komek Ermenî rîyan wan dibirin û wana li gundê ku me jê ra digo Mars, êsîr dikin. Ermenîyan xeber şandin û li hember wan gundîyê me çekê me xwestin. Paşê gelek astengî çêbûn û gundîyê me hatin berdan. Lê belê piştî vê astengîyê, bavê bapîrê min diçe cem leşkera û jî bo parastina Misilmana çeka dxweze. Paşê Misilmana fêmkirin ku rewşa wan ne xweş e û hemîya îdî nobeta xwe girtin.

Wê demê dibînin ku cirane wan Murad ji bûye fermandarê Ermeniyan. Gundiyê me ji Murad diğeyidin. Murad dibêje haya min ji tişkî tune û derbas dike. Rojekî Bavê Bapîrê min pezê xwe berdabû nava mêrgê. Kurre Ermenîyan Murat hêrs bû û bi dasê lingê bavê min bîrîndar kir. Murad, ji bavê bapîrê min ra got ku: ‘Ev herêm hemî a meye, demek nêz da emê jiwe bistinin’.

Dema komkirina ceh bû. Me bihîst ku Ûrisan êrîşî herêmê kiriye. Gelê Misliman li wê herêmê neman, hemû penaber bûn. Lê belê Ermenî li wir man û bi Ûrisan re îttifak kirin. Ciranê xwe yê Misliman kuştin. Bapîrê min mala xwe, malbata xwe û pezê xwe radike û koç dike. Leşkerê Ûris û çeteyên Ermenî wana dişopînin. Gelek rê derbas dikin û dighêjin pira Batmanê. Dinhêrin ku hemû însanên penaber li ser vê pirê kom bûne. Hevdû dipelçiqînin, nikarin ji pire derbas bin. Li wê derê gelek însan an ji gulebarandina Ûrisan, an ji pelçiqandiniyê anjî ji werbûna di çem de dimrin. Di wê rewşa zehmet de kesên xwedî çek, ji bo ku insana biparêzin çeka diteqandin. Piştî ku demek derbas bû leşkerên Osmanî hatin. Li cem wan topgule hebûn. Jê re digotin "Katır topu" leşkeran bi wan topan gundiyên penaber diparast. Lê gullê wan hindik bûn. Dema ku dawiya gullê wan hat derbasî ciyekî din bûn.

Nûçeya vekişina leşkerên Ûris di nav penaberan de belav dibe. Wê demê bapirê min û malbata xwe paş da vedigerin. Gava ku digihêjin gunde xwe dibînin ku hê jî leşkerên Ûris ji nav gund derneketine. Leşkerên Ûris wan dibinin û êrişi wana dikin. Gelek kesên ku mal û pezê xwe di vegerê de bi xwe re anîbûn di êrişê de can didin. Bapîrê min û malbata wi direvin. Wê wextê fehm dikin ku çûyina leşkeran ne rast e. Bi xemgînî vedigerin û dîsa dibin penaber…

Li pira Batmanê ji gulebarandinê gava metika dapîra min birîndar dibe, gule li bayê wê ya rastê dikeve û di aliye din de derdikeve. Wê deme li ser pira Batmanê laşê wan kesên mirî mîna yıla dibe. Wê demê metika dapîra min xwe mîna miriya dike û xelas dibe. Li wê derê jinek jî zarokê xwe ser pirê berdide û direve. Li cem Kurda gotinek heye "Dê ewlad avêtin". Ew tiştê ku wan dît wiha bû. Paşê du leşkerân Ûris hatin. Ji wan yek dilbirehm bû. Ji berîka xwe piskiwît derxist û da dest zarikê piçûk. Ew zarok pişti ku piskiwît davê devê xwe du leşkerên din tên. Ew zaroka li wan dinhere û dikene. Ji wan leşkeran ê bê wicdan lawik xençer dike û davêje nava çem. Metika dapira min dibêje: Qîrîna wi lawkî qet ji guhê min naçe.

Wan leşkerana li nava mirayan digerîyan û ên kesên sax dikuştin. Gava ku leşker dûr ketin du siwar hatin. Dema ku wan kesên birîndar, fehm kirin siwar Mislimanin ji wan alikarî xwestin. Siwara agir veda û celb çêkirin. Ew celba wek fitîlê xistin nav birînê da ku xwîn bisekine. Dema xwîn disekine dikevin nav kesên penaber û direvin. Ûris û Ermenîyan heta di navbera Bîngol û Diyarbekir -ku ji wê herêmê re dibêjin “kevrê bi qul-” li dû wan tên. Di wê rêwitiye de gelek kes dimrin.

Navê dayika Bapîrê min Meryem bû. Dayika bapîrê min umrê wê mezin bu û qeweta meşandinê ne bu û giran nexweşket. Dema ku dayika bapîrê min nefesa xwey dawîyê da, me dît çar siwarên çek reş hatin. Ev kesan feqiyê medresan bûn. Wê demê feqiyê medresan alîkarîya gele Misilman dikirin. Van feqiyan li ser dayîka bapîrê min Kur’ana Kerim xwendin û dayîka bapîrê min wefatkir. Feqî radibin dayîka bapîrê min tevî cilên wê dişon û dixin nava keviran. Paşê ew feqiyan li ser gora dayîka bapîra min telqînê xwendin û ji bo alîkarî ya gelê Misilmana rîya xwe berdewam bûn.

Li hember van astengîya Leşkerê Osmanî, dixwaze koçbera bêşîne bajarên rojava. Hemî koçbera kom dikin û peyatî derdikevin rê. Bi roja rê dimeşin, diçin vilayeta Girê Sor (Siverek) û Cûrnê Reş (Hilvan) derbas dikin dıgêjin Biracıkê (Birecik). Dema ku digêjin Bîracıkê baranek pêr dibare. Leşker û penaber xwe davên nava xanîyekî kelpîç. Leşker li ber wî xanîyî nobetê digrên. Dibe şev û mamê bapîrê min dêbîne ku dîvarê kelpîç şil bûye. Bi kêra cem xwe wî dîvarî qul dike û bê xebera leşkera ew û hinekan direvin. Gellek rê dimeşin û bi vê awayî tên gundê Hewagê (Bozova). Bi hefta rê meşîyan û gellek bê takat û bêrçîbûn. Dibînin ku kanîya avê dêherike û ber kaniyê dara tuyê heye. Direvin û tuyê li ser erdê kom dikin û dixun. Paşê diçine gund û bi nanoziko şivantîya pez dikin.

Jı malbatek gellek mezin sê kes tenê man; mamê bapîrê min, keçika wîya biçuk û pabîrê min. Gellek demî li gundê Hewagê şivanîya pez dikin. Rojekî mamê bapîrê min dibê ‘ez diçim Biracêkê’ û wenda dibe. Gellek dipirsin hema nikarin nûçeyek bistînîn.

Bi vî avayî gellek dem derbas dibe, bapîrê min û dotmama wî mezin dibin. Bapîrê min şivantîyê dike dotmama wî jî xizmeta malbatek dewlemend dike. Dema zevaca wan tê dotmam û pismam dizevicin. Ji vê zevacê sê kurik û sê keçikê wan çêdibin. Piştî demek drêj li merovên xwe dipirsin û dibînin. Lê belê wê êş û elema koçberîyê dixin nava dile xwe û na zivirin bal welatê xwe ve. Li Ruhayê jîyana xwe berdewam dikin. Ermeniyên ku gellek sala bê astengî li herêmê bûn bi vê xaintîyê cî û war li xwe xerabkêrin û dema ku Ûris ji welatê me çû ewana jî hemî penaber bûn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.