Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -1

Article

Barzanî û Hereketa Azadiya Netewiya Kurdan

Di nav Kurdan de kesê ku navê Barzanî ne bihîstibe tuneye. Bi Mela Mustafa Barzanî ev nav meşhûr bû. Di dû Mela Mustefa re bi Mes’êd Barzani ev şuhret hat dewamkirin.

Berhevkirina Kitêbê

Di serê sala nû de, yanî sala 2019yan de min kitêba Mes’ûd Barzanî a bi navê “Barzanî û Hereketa Azadiya Neteweya Kurdan” xwend. Kitêba ku navê wê bi Tirkî “Barzani ve Kürt Ulusal Kurtuluş Hareketî” hatiye tercemekirin. Mes’ûd Barzanî di vê kitêbê de heyata Mela Mustafa û mucadela wi ya di oğira qewmê wî de nivîsandiye. Mes’ûd bi xwe jî ji ber ku ji salên şêstî û vir ve di nav mucadela Mela Mustefa de bû ji meselên hûr û gir bi temamê vê hereketê dizane. Tiştê ku nivîsandiye jî tev ê ku wî bi xwe dîtiye, jiyaye, ji bavê xwe Mela Mustefa û hinik kesên ku aktîf di nav hereketê de bûne bihîstiye yan jî belge ne.

Mela Mustefa jî her gavên ku avêtiye heta ku ji destê wî hatiye wan kiriye belge û mihafeze kiriye. Mektûp, telğiraf û hemî têkiliyên ku bi dost û dijminan re bi nivîsî hatine kirin heta ji destê wî hatiye muhafeze kiriye. Mes’ûd jî van belgeyan wek çavê xwe mihafezekiriye, lê dîsa di hîna hinik herb û koçan de hinik belge winda bûne yan jî telef bûne. Hê di demên kevin de di fikra wî de hebû ye ku van belgeyan û hadîseyên ku jiyaye bike kitêb. Û dema ku ev kitêb nivîsandiye temamê van belgeyên ku di destê wî de mane bikaraniye.

Di serê kitêba xwe de û di qedandina wê de Mes’ûd dibêje; “ez ne merivekî muerrix im ku kitêbeke tarîxê binvîsim. Bes ji bo ku mucadela Barzaniyan were fêmê haletên ku min jiyaye û bi belgeyên ku di destê me de hene bi şeklekî objektif min ev kitêb nivîsand. Ji ber ku ez di nav hereketê de bûm û min hereket baş dizanî ji nivîsandina kitêbeke ku vê hereketê bide naskirin re min xwe mecbûr dît. Min di nivîsandinê de terefdariya hinik kesan nekiriye û bi hîssên xwe hereket nekiriye. Di hinik sahneyan de ger min serî li hissiyatên xwe berdana minê wek romannivîsekî hissên xwe binivîsandana û wê kitêb gelek dirêj bibûna.

Di Nav Kurdan de û Di Dunyayê de Cihê Hereketa Barzanî

Bi xwendina vê kitêbê merev hê bêtir hîn dike ku hereketa Barzaniyan di dîroka Kurdan de cihekî wê yê gelek giring heye. Kesên ku wê demê bûne şahidê hereketê bi temamî nebe jî mahiyeta hereketê fêmkirine. Nesla ku di paş wan de hatiye yan yên ku wê demê jiyane bes têkilî bi Barzaniyan û hereketa wan re çênebûye û hereket nasnekirine, di qena’eta min de lazim e nasbikin. Çapa hereketê ne bi hawayê ku merev texmîn dike biçûçike û hema muxalefeta rejimê kiriye. Hereketê di temamê erda ‘Iraqê de teweccuh dîtiye; ji Kurdan, ‘Ereban, Yezîdiyan, Suryaniyan, hemî sinifên însanan terefdarê wê çêbûne. Ji artêşa ‘Iraqê gelek sûbay û eskeran meqam û me’aşê xwe yê ‘eskeriyê terikandine û çûne ketine nav hereketa Mela Mustefa Barzanî. Mala bavê Seddam Huseyn bi xwe jî hewqas li hember mucadela Mela Mustefa Barzanî heyran dimînin û cezb li wan dikeve navê birakî Seddam ê jê biçûktir datînin Barzan.

Hem di ‘alema Îslamê de hem jî di nav Ewrûpayî û Emrîkiyan de kesê ku hema piçkî bi siyasetê re yan bi hewadisên dinyayê re ‘elaqa wî çêbûbe Mela Mustefa Barzanî jî nasdike. Piştî helweşandina cumhûriyeta Mahabadê Barzanî digel 500 pêşmergê hevalê xwe ku çemê Arasê derbas dike û daxilê nav Rûsya dibe ev derbasbûna wî dibe xeber û dikeve medyaya dinyayê. Çimkî ji bo ku Barzanî xwe neghîne Rusya dewleta Îranê, Tirkiye û Îngilîz tev de li wan dixin. Ew jî bi hêzên van her sê dewletan re şer dikin û him bi him ber bi Rûsya ve diçin heta ku çemê Arasê derbas dikin ku ev çem sînorê Îran û Rûsya ye.

M. ‘Abdussamed YALÇIN

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • ڕەچەتا كوردان
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Dı ‘Esra Modern De Dınyewîbûn, Laîklîk
  • Li Gundê Me Kurdistan Bi Kulîlke
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -1
  • Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2
  • Ê Berê هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
    Ê Li Pey Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.