Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîa’mên Li Herêma Me – Gundê Xerîb

Article

Xalê HUSNÎ KARTALÎ Gundê XERÎB (Tarîxa HEVDÎTINÊ: 26.06.2011) Nûha wefat kirîye, Xweda rehma xu lê bike.

GUNDÊ XERÎB Ê NAVÇEYA DARAHÊNÊ/ÇEBEQÇÛR

Me di nivîsa xu ya borî de qala gundê Şemsanê (Yokuşlu) kiribû. Gundê Şemsanê girêdayî bi navçeya Darahênê (Genç) va ye. Qetlîa’mê ku li gund kiribûn, li ser zimanê şahidê wê wextê me nivîsandibûn. Di vê nivîsa xû da jî emê dîsa behsa gundekî girêdayî bi Darahênê ve bikin. Ev gund gundê Xerîb e. Ev gund li muqabil gundê Şemsanê, ne di çîyê de di deşta Darahênê de ava bûye. Li ber çemê Mûradê li alî vîlayeta Çebeqçûr dikeve. Gund di deştê de ava bûye, lê belê cîhê wî pir xweş e û şînahîye. Erdê wan ê ajotinê pirin û debra wan bi bereketin. Rêya şehrê qedîm Dîyarbekir di ber gund ra diçû û niha jî di ber gund ra diçe.

Gundê Xerîb jî nesîbê xû ji qetlîa’mê zeman girtin. Ji ber ku gund di deştê de hatibû avakirin cîyekî ku gundî pêde birevin jî tinebû. Wextê leşker dihatin, gundî ber bi çemê Mûrado direvîyan û di nav darû-bera da xu diveşartin. Di qerexê çem da bi roja diman û nedizîvirîn malên xû.

Çemê Mûrado heta wê wextê can distend, însan dixeniqandin. Pêl bi ser pêlê ve diqelabt û însan jê ditirsîya. Ava çem radibû, reng şolî dikir, bihûrî nediman. Însan li ber wî heyirî diman û nikaribûn derbasî alî din bibin. Bihar û zivistana însan ji dengê çem û pêlê avê xewf digirt. Kes bi alî çem va nediçû. Nûha çemê Mûrado bûye xelaskarê însanê bêçare û belengaz. Berê can distend. Niha can xelas dike ji leşkerê cimhurîyetê.

Te pir tarîxê reş û sipî li peyhev dîtin û derbas kirin ey çemê dilhezîn, Çemê Mûrado. Te pir şevê tarî û zulmê kûr dîtin ey çemê dilşikest. Pir baş û qenc û welî ji te av vexwarin û çûn dunya heq. Pir însanê zalim û neqenc jî te bi ava xu avdan. Belê ‘alimê ‘amil, şêxê kamil di ber te da derbas kirin, qurtekî ava te jê re zêde dîtin, wek çemê Firat û hezretî Hûseyn. Te pir dostê Xweda şandin û ti hê bi wan kula dijî û li ser pîyayî ey çemê dilkul çemê Mûrado.       

Di sala 2011a da em çûn vî gundî. Serpêhatîya gund û gundîya ji bo em ji devê şahidê wê wextê guhdarî bikin. Wê salê ji bo me tarîxekî pir biqîmet li gund heyata xu berdewam dikir. Navê wî Husnî Kartalî bû.

Şahidê wê wextê bi navê Husnî Kartali, di umrê xû yê 102 yande em gihîştinê. Di wexta qetlîa’ma da ew 13-14 salî bûye. Ew tiştê ku bi çavê xu dîtiye wekî do teze û xweşik tên bîra wî û bi me re parve dike. Xalê Husnî di dirêjîya heyata xu da pir tiştê bielem dîtibû û jê ra bûbûn tecrûba jîyana wî. Heyatê wî pir xweşik pijandibû. Însanekî durust û emîn bû. Di şitexalê xu da tiştê kû nizanibû digot “Min nedîtîye ez nizanim.” Belê tiştê bi me re parve dikirin, temamê wan bi çawê xu dîtibûn. Bêşek xalê Husnî tarîxekî durust û emîn bû. Niha çûye rehmetê, Xwuda wî bi rehma xu şake. Ew çû dunya heq, gotin û şahidîya wî di destê me de baqîne. Em ji wan deng û şitexlîyê wî îstîfade dikin.

Xalê Husnî Şêx Se’îd bi çavê xu dîtibû û jê re tasek ava cemidî xwestibû bive bidêkê. Ji bo wê tasa avê çi dît wê ji mera behs bike. Belê ew çax Şêx di destê leşkerê cumhurîyetê de hêsîr bû. Wê ji mera behsa xelasîya xu û malbata xu û bavê xu ji mirinê bike. Bavê wî li Dîyarbekir çima bi zimanê Zazakî şitexilî, ji bo vî hate girtin û çewa bavê xu dît û ji bin çe’va xelaskir, wê ji mera behs bike. Wek vana pir tiştê ku bi çawê xu dîtîye û bûye şahid ji mera wê bi zimanê xu bêje. Em bala xu bidin xalê Husnî bê wê çi ji mera bibêje, di heqê wê tarîxa meya nêz û bi kûl û keder.

 

 “NAVÊ MIN HUSNÎ KARTALÎ YE”

“Navê min Husnî Kartali ye. Ez ji Çebeqçûr ji gundê Xerîb im. Salê ‘ûmrê min vê gav ser ya sed salî da ye. Sala qiyama Şêx Sa’îd, ez mezin û fe’ma bûm. Bûyerê di wan roja de, tev pir xweş têne bîra min.  

Ez û dîya xu li malê, li ber derê xu rûniştîbûn. Mala me di nav gundê Xerîb da bû. Rêya ‘am di ber derê mala me ra diçû. Di ber derê me da bîrek avê hebû. Me ava xu ya xwarinê ji vê bîrê temîn dikir. Me dît ku şêx Se’id li ser hespê di ber derê me da derbas dikin. Min bazda ser xu û ji dîya xu ra got “Dayê, bilezîne ji bo Şêx avê ji bîrê bikşîne, ez tasek av bighînimê.” Dîya min bi lez avê ji bîrê kişand û da destê min. Min jî şerbikê avê xist destê xu û bi bal Şêx ve bazdam.

Ew çax wesaît tinebûn. Wasîta însana, bibexşînin, ker, qantir û hesp bûn. Şêx û hevalên wî li ser pişta hespa dibirin Dîyarbekir. Leşkerê wî alay bû an jî tabûr bû ez baş nizanim. Ya alay bû ya tabûr. Wan leşkera, Şêx û hevalê wî bindest kiribûn û di ber mala me ra dibirin bal Dîyarbekir va.

Şêx Se’îd li ser hespekî sipî suwar kiribûn. Herdu pîyê Şêx di kêleka hespê de di bin hûrê hespê de biheva girêda bûn. Herdû destê Şêx jî li ser dilê wî bi hevre girêda bûn. Rûyê wîyê sipîyê mubarek li ser singa wî bela bûbû. Dirêjahîya rûyê wîyê mubarek gihîştibû ser dilê wî. Serê xu di pêş de bi mehzûnî xwar kiribû. Zilamkî telê wî dirêj bû, esmer bi rengê genimi bû. Li ser wî ‘ebakî bi rengê qehwê hebû, rûyê wî ‘eba bi surme. Hespê ku lê sûwar bû ‘eyara wî kûrmancî ‘eyar bû, ji zengûya fire. ‘Ebayê Şêx daketibû ser zengûya. Forsekî girik kişandibûn ser ‘eyara sipî. Hevalê Şêx jî hebûn. Min bala xu nedabû wan, derdê min Şêx bû.

Şerbikê avê min bi destê xu girt ber bi Şêx lezand û ez çûm. Ez gihaştim ber serê hespa Şêx Se’îd û min xwest ku şerbikê avê dirêjî destê Şêx bikim. Leşkerê li ber serê hespê sekinîbû, ket pêşîya min û şerbikê avê ji destê min sitend. Min li ba xu got ku herhalde leşker dibêje ku destê min nagihîje Şêx, ew dixwaze şerbikê avê ji destê min bigre û bide Şêx. Lê belê qet vûsa çênebû. Leşker bi kîneke mezin, ew şerbikê avê ku ji destê min girt, ava hûndûrê wî rêt ‘erdê û şerbikê me jî avêt li gûhê kevira xist û şikand. Min heyret kir û ez di cîyê xu da cemidîm. Dayîka min van bûyera li ber çawê xu dit û xebera ji leşker ra got. Min wehameta hedîsê fam kir. Ez li ser alî dayîka xu fetilîm û min go “Dayîkê hişbe, dengê xu neke, wellahî dengê te here wan wê te jî binçev bikin” Diya min nêzî me bû, lê belê dengê xeberê wê neçûn wan. Ez dibêm ku hespa, ji mêşa pîyekî xu radikirin yekî datanîn. Jiber wî deng neçû wan. Dayîka min jî tehlîkê fam kir û car din dengê xu dernexist.  Wan di ber mezelê gund ra derbas kirin. Di ser çemê Mûrado da derbasbûn û bi alî Dîyarbekir va çûn. Ez û dayika xu di cîhê xu da bi heyret me li wan nihêrt heta ji ber çava hûnda bûn. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê Qetlîa’ma Li Gundê Şemsanê 3
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.