NAVÇEYA ŞEMREX

Article

Şemrex, bi nave wê ya Tirkî Mazidaği (Mazîdağ), navçeyeke bajarê Mêrdînêye. Navbêna Şemrex û Mêrdînê 47 km ye. Meriv ji bajarê Mêrdînê, ewil bi bakur ve, piştre jî bi alîyê roava ve diçe û dighê Şemrexê. Hinek avanîyên liser rê û avanîyên resmî bilindin, avanîyên dûrî merkeza wê bi piranî du qat yan jî sê qat in. Ji têketina Şemrexê û heta derketina jê li ser Caddeya Nû ya Dêrîkê, dikan û meğeze rêz dibin.  Di merkeza wê de jî sûk heye û rêyek bi hêla qible ve jî diçe, di gundên Xana Zembûr, Ewrîxan, Hesenan,  Cewzat û Aqresê re dîsa diçe ser rêya Dîyarbekir û Mêrdînê. Van salên paşîn bi hatina malbatên gundên derûdorê, navçe mezin bûye. 49 gund û 14 mezra pê ve girêdayî ne. Nifûsa navçeyê tevî gunda nêzî 35 hezare. Nifûsa merkezê zedeyî 15 hezara ye.

Navçe liser rêya Amed û Şamêye. Her weha rêya hevreşîmê (îpekê) jî di navçeyê re, di gundê Xana Zembûrê re derbas bûye. Ev rê diçû Şamê. Ji lew jê re gotine “Şam-rex” rexê Şamê yanî Şemrex. Li gundê Xana Zembûrê hê xan heye. Stûnê mezin tê de ne. Berê gava karwan di wir re derbas dibûn, li wir xwe rihet dikirin, heywanên xwe bi wan stûnan ve girê didan. Cîyê raketina ehlê karwên jî cûdaye. Kelha kevn, 3 km dûrî merkezê ye, li hêla rojavayê navçeyê ye. Keleh qereqoleke Bîzansê bû ku ji bo ewlehîya ehlê karwan û bazirganan hatiye avakirin û li Kelha Zêrzevan dinêre. Li ser Kelhê mezar û sarincên mezin û şikeftên ji tatê hatine vedandin zêde ne.  Her wiha berîya Bîzansê jî ji bo jîyanê şikeftên mîna malan hatine çêkirin. 

Li gundê wê yê bi navê Şewaşî, kelha Dêr Metînan heye. Ev kelh 20 km dûrî navçeyê ye. Kelh liser kaşekî ku 150 metre bilinde hatîye avakirin. Tê gotin ku çaxa Timûr xwestîye derdora wê îstîla bike, ev kelhê bistîne, gelek zehmetî kişandîye. Kelha Sefran li roavayê navçeyêye. 3 km dûrî merkezêye. Weke li jor jî hat gotin ku ev kelh di dewra Bîzansê de hatîye çêkirin. Kelha Zêrzevan ya ku liser rêya Amed û Mêrdînêye jî di hidûdê Şemrexê de dimîne.  Kelha Zêrzevan li serê xebat hatîye kirin û gelek avanîyên ku di bin erdê de mane hatine derxistin. Ku meriv lê mêze dike, meriv fêm dike ku ev kelh kelheke kevne û gelek însana jîyana xwe li wir derbas kiriye. Şikefta Ewrîxan û Zembirxan jî jibona karwana hatine çêkirin. Karvan li van şikeftan diman û weke xana dihatin îstîmalkirin. Meriv dikare bêje ku li nêzî hemî gundên wê şikeft û eserên pir kevn hene.  

Navçe ewil bi navçeya Sitewrê, piştre jî bi navçeya Dêrikê ve hatîye girêdan. Di sala 1937an da bûye navçe. Ji ber ku li çîyayê der dora wê darên mazî hene, bi Tirkî navê wê danîne Mazidaği (Çîyayê Mazî). Navçeya Dêrik jî dikeve seha Çîyayê Mazî. Ji lew Dêrika Çîyayê Mazî tê gotin.

Gava meriv ji Mêrdîne birêkeve jibona çûna Şemrexê, pişti 20-25 kmyan li ser rêya Mêrdîn û Dîyarbekirê, li hêla çepê Zîyareta Sûltan Şêxmûs heye. Sultan Şêxmûs bi ser Şemrexê ve ye. Şifêrên wasîteyan û rêwîyên di wasîteyan de çaxa diber Sûltan Şêxmûs re derbas dibin, destê xwe vedikin û Fatîhe dixwînin. Meriv ji vêya jî fêm dike ku ehlê derdorê, gelek qîmetê didine vê zîyaretê. Ku meriv ji rêya Dîyarbekirê dagerîya, bi hêla rojavayê ve bi hêla Dêrikê ve çû û bi qasî 5 km nêzî Şemrexê dibe, li hêla rastê jî Ziyareta Pîr Xettab heye. Ev her dû zat jî ewlîyayên Xwedêne. Lê belê Sûltan Şêxmûs jîyana xwe li derdora vê zîyaretê derbas kiriye. Gelek ehlê gundên derdorê, xwe nîsbetî Sûltan Şêxmûs dikin, dibên em ji zurrîyeta kalone.

Li derdora Şemrexê, liser çîyayên wê darên berûya û mazî hene. Ehlê Şemrex debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandinîya dehla dikin. Rez û dimsa Şemrexê meşhûrin. Li dora van rezan jî bi piranî darên bihîvan hene. Li gunda jî erda ku rast bin, dehl li wan tên çandin. Bi piranî genim, ceh, nok, nîsk li ser van erdan tên çandin. Cîyê ku av û kanî lê hebin jî baxçe û avînî tên vekirin. Di van avîyan de jî sebze tên çandin. Çemê Reşan, çemekî muhîmme li Şemrexê. Ji vî çemî hem avdan tê kirin hem jî ehlê navçeyê û derdorê tên li dora wî geşt û gerê dikin. Ma’dena fosfatê li Şemrex der tê. Li ser erda wê, fabrîqayek heye ku gelek karker li vê fabrîqayê dişuğulin.

Dema meriv diçe Şemrexê, unsiyetek bi meriv re peyda dibe. Meriv xwe ğerîb nabîne. Ehlê Şemrexê meriv ji xwe dihesibînin û îkramî însanê ğerîb dikin. Belkî ev tişt ji ber ku navçe biçûk e weha be. Ew tiştê ku li bajarê din însan xwe bajarî dibînin û yên hatine bajêr jî gundî yan jî biçûk û ğerîb dibînin, li cem însanê Şemrexê tuneye. Ehlê Şemrexê xatirê mêvanê xwe baş dizane.

Heta hejmareke nû, bimînin di xêr û xweşîyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Remezan Meha Xêr û Bereketê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.