KELHA E’DALET Ê AVA BİKİN!

Article

Mewlana Bahaeddîn Weled di 22 salîya xwe de rojeké bi bavé xwe re diçe bajar é Qonya. Li bajér mişwarekÎ dimîne. Û bi i’lmu zanîna xwe, bi zühd û hişé xwe bandoreke mezin li gelé bajér dike. Ji ber véna meta sultané bajér bi navé Hüdawendîqar jére medreseké li Qonya ava dike. Sultané Qonya Alaeddîn Qeykubat ji Mewlana hez dike, hürmeté didyé û qîymeté wî digre.

Di vé hengamé de sultan kelhek bi rewş li dora bajér lédike. Dema kelha xwe diqedîne gazî Mewlana dike û wî li ser kelhé digerîne. Sultan dibéje Seydayé min! We kelha çawa dît?

Mewlana jére wuha dibéje: Bi rastî kelha te jibona avén lehîyé û érîşén hespé dujmin berbesteke herî qewîye. Bes ez difikirim ev berbest gelo wé çawa ji nifiré mezlumareyî mînak tîra re bibe berbest. Gelo hun qet fikirîn li wan nifiré mezlumayî bi sedhezaran burca derbas bike û hemî deré bişewitîne û were we.

Ey Sultan! Kelha e’dalet û wekhevîyé ava bikin, lewra di véna de xweşî û rihetîya Dinyé yî herî bi xér heye.” Ev şîreta Mewlana bandoreke girîng li ser Sultan kir.

Belé, serok û rézané dewleta lazime kelha edalet û wekhevîyé ava bikin da ku xwe ji nifiré mezlum û mustezefa bistirînin. Çüngî péxemberé me Hz Muhemmed (s) dibéje : “Xweda heya dike ku desté mirové mezlum dema jéra vebe vala vegerîne.”  Heger hun alîkarîya mezluma nakin zülmé jî li wan nekin. Lewra di nabéna Xweda û kesé mezlum de perde tuneye. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê Ebu Sufyan û kole diçin ba ‘Umer
Ê Li Pey XWEDA Jİ WE BÊRÎ YE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.