Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2

Article

BARZANÎ Û HEREKETA AZADIYA NETEWIYA KURDAN

Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2

M. ‘Abdussamed YALÇIN

Hereketê Ne Ji Bo Heqê Kurdan Tenê Dest Pê Kir

Tiştê ku ji kitêbê tê famê hereket ne ji bo mudafe’ekirina huqûqê Kurdan bi tenê dest pêkiriye. Piştî herba cîhanê a yekemîn ku emperyalîzma Îngilîz di ‘Iraqê de îdareke kraliyeta wek kûklayê ji xwe re dadimezirîne hereketa Barzaiyan li hember wê dest pê kiriye. Dûv re jî li hember zulma nejadperestiyê dewam kiriye. Zulma Îngilîza û nejadperestiyê jî ‘umûmî bû, ne li Kurdan bi tenê bû.

Bi zanebûn, bi hezr, bê neheqiya li xelkên sivîl, bi muhafezekirina hemî exlaqê herbê hereket hatiye domandin. Hêzên dewletê ku bi wan re şer dikirin bixwe jî ev exlaqê herbê bi wan re tunebû, her daîm kesên ma’sûm, pîrek û zarok û extiyar kuştine. Bi qena’eta min sebebê rî’ayetkirina vî exlaqê herbê jî di mesela dînê xwe yê Îslamê de hessasiyeta Barzanîyan bûye. 

Mela Mustafa Barzanî di mucadela xwe de tu carî bi qesd zulum nekiriye, bi zayî’atên herbê, bi kêmketinê razî bûye lê bi zulumkirinê razî nebûye. Çimkî hereketên azadiyê li hember îqtîdarên xwey dewlet di dinyayê de gelek çêbûne. Ji vana ê hessasiyeta exlaqê herbê rî’ayet kirine wek Barzaniyan jî gelek kêm in. Di mucadela Barzaniyan de kes nikare mînakeke terorîzmê nîşan bide. Lê hêzên dewleta ‘Iraq û Îngilîzê emperyalîst gelek caran qetlî’amên bi tevayî kirine, zarok û pîrekan bi komanî xistine bin erdê, kuştine ku hê jî kes ciyê komkujiyê nizane.

Îfrat û Tefrît û Qedrê Kitêbê

Ev kitêb bi sebeb belgeyeke dîroki ye ji bo naskirina hereketa Barzaniyan, cihekê wê yî girîng heye. Hem jî bi destê kesekî wek Mes’ûd Barzanî ku daîm bi Mela Mustefa re bû ye û piştî bavê xwe mesûliyeta hereketê temamen li ser wî ma ye. Ji xwe di nirixandin û lêkolînan de serçaviya herî mu’temed ew e ku merev meselê yan jî hereketê ji devê xwedyê hereketê hîn bike.

Li gor ku ji kitêbê tê fêmê meqseda Mes’ûd Barzanî ji nivîsandina vê kitêbê ne ew e ku hema Barzaniyan derxe pêş û di her meselê de wan xweyheq derxe. Di gelek ciyan de kirinên hereketa xwe na’ecibîne û xetayên karbidestên hereketê bi cesaret, bê fikar tîne ziman. Mesela di derheqê serhildana îlona 1961an de dibêje; “xweziya ev serhildan di zemanê Abdulkerîm Qasim de çênebûna. Çimkî Abdulkerîm Qasim ne însankî xerab bû, qenciyên wî li Barzanî jî li Kurdan jî çêbûbûn. Herçiqasa ji Kurdan hez nedikir jî lê wek mensûbên partiya Ba’asê înkara heqê Kurdan jî nedikir. Ba’asî gelek xerab bûn û digotin jixwe ji Kurdan re tu heq meq tuneye. Têkiliyên ku me bi Abdulkerîm Qasim re çêkir purê caran ji hîkmetê dûr bûn, pirê caran bi ‘ecelê û bi bêsebriyê me hereket dikir. Talûkeyên ku Qasim û rejima wî tehdîd dikirin em bi wan nedihisiyan. Gelek caran me di nav dewletê de wek dewletke serbixwe hereket dikir.”

Xewas û ‘ewamên Kurdan karin gelek ders û ‘îbretan ji vê kitêbê hîn bikin. Hem ji hêla êş û elemên ku Kurdan di wê demê de kişandine hem ji hêla naskirina dewlet û hukûmetên ku wê demê bi Kurdan re şer û mucadele dikirin, hem ji hêla naskirina şert û mercê wê demê ji bo Kurdan û mucadela di wan şertan de hem ji hêla naskirina ‘elaqew tawrê ‘eşîr û serokên Kurdan bi hereketa Mela Mustefa re, îxtîlaf û îxanet û naskirina tîpên xiyanetê û her wekî dî… ev kitêb gelekî fêda wê heye.

Mes’ûd Barzanî di serê kitêbê de derheqê Kurdan de tesbîteke xwe jî tîne ziman. Wek hawê ku Mes’ûd Barzanî dixwaze ji bo ku Kurt xwe nasbikin û têkevin hereketê di zenna min de bi vê tesbîtê qamçîkî li hiss û fikrên wan dixe. Wiha dibêje: “Zulma ku heta niha Kurdan dîtiye û ji niha pê ve jî ku hê berdewam e, ez texmîn nakim ku tu qewmekî din dîtibe. Di gel vêya jî wek Kurdan ku ji êş û elemên kişandine di dîroka xwe de, ji wan hadîseyên bi ‘îbret ku dersa ji xwe re dernaxin tu xelkekî din tuneye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • ڕەچەتا كوردان
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Dı ‘Esra Modern De Dınyewîbûn, Laîklîk
  • Li Gundê Me Kurdistan Bi Kulîlke
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -1
  • Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2
  • Ê Berê Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -1
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.