Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -3

Article

BARZANÎ Û HEREKETA AZADIYA NETEWIYA KURDAN

Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî - 3

Destpêka Mucadela Barzaniyan

Li gora kitêb dibêje mucadela siyasi ya Barzaniyan di serê qernê bîstî de bi Şêx ‘Ebdusselamê kurê Şêx Mûhemmed dest pêdike. Şêx ‘Ebdusselam, Şêx Ehmed, Mûhemmed Siddiq, Babo û Mela Mustefa her pênc bira ne. Şêx ‘Ebdusselam di tarîxa 1907de ji bo herêma Kurdistanê hinik telebên xwe yên siyasî, îdarî û civakî yên meşrû’ bi telğirafê dişîne Babêâlî ya îdara ‘Usmaniyan. ‘Usmanî viya wek ‘isyaneke li hember dewletê qebûl dikin û seferberlika ‘umûmî î’lan dikin. Piştî mucadela çend sala di sala 1914an de Şêx ‘Ebdusselam digrin û ‘îdam dikin. Mela Mustefa wê demê zarokekî 13 sali ye û ‘îdama birayê xwe yê mezin temaşe dike. Piştî î’dama şêx ‘Ebdusselam, Şêx Ehmed hê 18 salî ye, rêçika Şêx ‘Ebdusselam yek bi yek bi cî tîne, li reformên wî xwedî derdikeve, têkiliyên mîllî qewîn digre. Li hember Îngilîza alîkariya serhildana Şêx Mehmûd Berzencî dike.

Di vir de nuqteyeke mûhîm heye. Ew jî têkiliya Barzaniyan Bi Şêx ‘Ebdulqadir Nehrî û Şêx Se’îdê Pîranî re ye. Mela Mustefa bi te’lîmata Şêx Ehmed bi van herdû şêxan re li herêma Mûşê hevdîtin dike.

Mêtingehker (sömürgeci)ê Îngilîz nerîn ku di herêma Kurdistanê de xelk li dû Barzaniyan e. Tev girêdayî bi şêxên xwe ve ne, di nav wan de têkiliyeke germ û semîmî heye, nakevin bin îdara Îngilîza û hukûmeta ‘Iraqê. Barzan quwweteke zexm e, ne tişkî hindik e. Şêx Ehmed ji Îngilîza re dibêje; “em dixwazin li ser axa xwe azadbin, em ne zulmê li kesî dikin ne jî zulma kesî lixwe qebûl dikin.” Li ser vê rewşê Îngilîz ji bo ku Barzaniyan li hember xwe nerm bikin û bikşînin alî xwe li riya geriyan. Di nav ‘eşîrên derdorê de fitne derxistin, wan berra herêma Barzan dan. Îngilîzî bi vê jî negihan mirada xwe. Rabûn di sala 1932 de di licneya wezîran a dewleta ‘Iraqê de “ji bo hakimkirina îdareyeke medenî (sivîl) di herêma Barzan de qerara êrîşa ‘eskerî” hat derxistin. Ji vê tarîxê û pê de Îngilîzan bi deh caran li herêma Barzan bimbe barandin, hukûmeta ‘Iraqê jî ji berrê ve êrîşê ser wan kir. Îdî serhildana Barzaniyan bi vî şeklî destpêkir.

Ji destpêkê û heta niha mucadela Barzaniyan ne bi êrîşkirina wan a li ser hêzên dewleta ‘Iraqê û emperyal bûye. Belkî temamen bi şeklê mudafe’ê bû ye. Hukûmetên ‘Iraqê jî xwestine Barzanî û qewmê Kurd dev ji hebûna xwe ya neteweyî, millî berdin û xwe temamen teslîmî dîktatoriyeta dewletê bikin. Û ji bo vê zor dane wan. Barzaniyan jî xwestine wek xwe bijîn, nexwestine di nav emperyalîzmê de bihelin. Û wan jî di ber xwe daye.

Doza Barzaniyan

Di vir de Barzaniyan xwestek û doza xwe bi cumle kî îfade kirine û kirine slogan. Ew jî “ji bo ‘Iraqê demokrasî, ji bo Kurdistanê otonomi” ye. Yanî Barzaniyan hê ji serî ve de’wa dewleteke serbixwe nekirine. De’wa veqetandina ji dewleta ‘Iraqê jî nekirine. Gotine em jî perçekî ji vê erdê ne, ji bona yekîtî, pêşveçûn, geşbûn û bilindbûna vê dewletê em ji her tiştî re hazirin. Lê gerek em bi Kurdîtî werin qebûlkirin. Li gora nezera wan: Kurdistan tu carî nebûye perçekî welatê ‘Ereban. Perçê Kurdistanê ku bi dewleta ‘Iraqê ve ye jî ne perçekî ‘Iraqê ye, perçê Kurdisanê ye. Li gora maddeya sêyemîn a qanûna esasî ya ‘Iraqê ‘Ereb û Kurd di welatê ‘Iraqê de muşterek in. Qanûna esasî gerek heqên Kurdan yê netewî qebûl bike. Herêma Kurdistanê gerek wek herêmekê were qebûlkirin, gerek navê wê jî “Herêma Kurdistanê” be. Dema ku dewleta ‘Iraqê bi hinik dewletên ‘Ereban re lihevhatin îmzekir gerek Kurdistan jî wek herêmên din xwedyê heqqên wek ê wan be, gerek wek hawê ku tune be lê neyê nerîn. Projeya dewletên ‘Ereban ku dixwestin di nav xwe de bi navê “yekîtiya ‘Ereban” yekîtîkî sazbikin Barzanî li hember derneketine, hetta gotine emê piştgiriya vê xebatê bikin.

Dema merev li van xwestekan dinere merev dibîne ku tu xwestekên ne me’qûl, zirara qewmekî tê de hebe tunene. Lê dîsa hukûmetên ‘Iraqê bi çavê dujmianantiyê li van xwestkan nerîne, bi herbê bi wan re muqabele kirine.

Di pêvajoya mucadelê de û beriya wê jî têkiliyên Barzaniyan bi Asûrî, Êzîdî û Ermeniyan re her daîm başbûne. Çimkî vana di gelek demên krîtîk de alîkariya Barzaniyan kirine, Barzaniyan jî wan mihafeze kirine.

Barzaniyan di silogana xwe de ji bo ‘Iraqê demokrasî xwestine. Xwestina demokrasiyê jî li gora ‘eqîda Îslamê bi muslumanan nekeve; îja bi şêx û ‘aliman ji xwe qet nakeve. Ne xasim wek Barzaniyan ku bi hukmê şerî’etê pêşkêşiya qewmê xwe kirine. Tiştê tê famê, meqseda wan ji demokrasiyê ne rizaa bi hukmê kufrêbû ye. Dema merev şertên wê demê dide ber çavan meqseda wan, yanî ki bixwaze li gora çi baweriyê bijî bira ê din mudaxele pê nekin. Mela Mustefa bi komonîstan re jî bi demokratan re jî bi laîkan re jî têkiliyên musbet çêkiriye û ji bona şoreşa xwe alîkarî jî ji wan sitediye. Lê tu carî muxalifî Îslamê tu gav navêtine. Ev jî firehbûna fêmberiya wî dide nişandan.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -2
Ê Li Pey Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -4