KEVOKA DELÂL

Article

 

Rojekî ji ‘ezmanê şîn,

Kevokek xweşik û nazenîn,

Xwe berda ber derîye min…

Ji hindir hinek zadik min jêre anî,

Mi çend şîret lêkir bi dostanî.

Wê dest bi xwarina zadikê xwe kir,

Min jî bi dest şîretê xwe kir:

 

Binêre li min ey kevoka delâl u rengîn!

Bilind bifre li ‘ezmana!

Nesekine li van dera!

Lewra ev der, ne li gor tene!

Here welâtê kû ji te tê heskirin!

Kû ji navê te re tê gotin aşîtî yû evîn…

 

Ti nabînî ma, ji qelaçên dorîn,

Bîna barûdê tê hîna?

Seydvanên dev bixuyn,

Te li kû bibînin, wê berê tivingê xwe bi ser te din!

Lewra va hîna doh, çend hevâlên te yên çe’vbelek,

Ser sipî yû bazik kesk,

Li ser van tehtikên han hatin kuştin.

Ji qirika wayî zirav, ji canê wayî birîndar qîjek bilind bû.

Dengê qîja wan, gihat ser qetê asûman…

Bi ber wan de ket sitûyê wan…

Du nuqut xuwîn, herikî ji nikilê wan;

Ket ser ‘erda sar, ‘erda bi ğem û jan…

Rihê wayî sivik, bi firê ket, ber bi ‘ezmanê şîn…

Çend perîkê wan, li ber bayê firîn…

Li ‘erdê ma bê can, bedena wayî nârîn!

 

Xwezîka min ey kevoka delâl,

Kû ji te, bi hata heskirin!

Te, xwe bêtirs danîba ser kulek û şibaka!

Te, seyran bikira bi serfîrazî, li ser heft îqlîmê cîhan!

Here ji van dera!

Here çiyayê Turê Sîna!

Hilmek tecellî bistîn, li nav darê zeytûna!

 

Ji wir derbas bibe Belda kevin, Belda Emîn!

Here, bibe mêhvan li Mâla ‘Ewil; demekî li wir bimîn!

Li dora wê, heft carî bizîvire; bi ‘eşq û evîn!

Selâm bide bâvê meyî Âdem; tevlî Hâcer u Îbrahîm!

Dûvre bi rê keve, bikeve rêya mîhnetê!

Rêya hesretê, rêya hîcretê!

Tê pêrgî şikeftekî bibî, li alîyê jêra Mekkehê…

Sê roja bimîne di devê şikeftê!

Li ser hedîgâra dost, li ser hêlînê;

Bi ‘eşqek kâmil bibîne xizmetê!

Dûvre ji wir jî bifre ey kevoka delâl!

Rêya xwe rast bike!

Berê xwe bide bâjârê âlîkâra, bâjârê qencîkârâ!

Belkî hîna jî bibînî, şûna pîyê rêwingê heqîqetê,

Li ser axa sehra…

Pêk pêk bimeşe, li pey şopa wan!

Tê di rêya xwe de gundekî bibînî,

Kû navê wê Ebwa’ye…

Ji dervê gund, tirbek heye…

Here ser; hinekî gohdar be li hîkmeta;

Bê çi dibêjin ji tera…

 

Kû ti gihayî bâjârê âlîkârâ,

Berê xwe bide mizgevtê;

Xwe deyne ser kâba mezinê qencîkârâ, di mîhrabê!

Bera, kêfa xwe ji tere bîne!

Bera, destê xwe bi ser baskê tere bîne! 

Bera, şûna destê wî bi birqîne!

Bera perîkê bâzikê te kesk û şîn bibin!

Tû bizan, ey kevoka minî nazenîn! 

Silh û selamet û xweşî bi wî ye

Sîya âlâ wî bihara azadîye…

Tu ti dema, ji sîya wî xwe nede alî;

Her û daîm li cem bimîne!

 

Kevoka min!

Dewrek ji zemana,

Ev çola em têde ne, dehl û bostanê şîn bûn.

Ji beleda me re xemlek xweşik,

Resmek gelek şêrîn bû.

Şînkayîya darên wê, berê çe’va dikişand ser xwe.

Di germa havînê, bayê hênik ji bo xatirê wê dihat.

Rêwîyên rêya, di bin sîya darê wê, bîna xwe berdidan;

Xwêdana xwe paqij dikirin;

Tasek ava cemidî divexwarin,

Xwe têr dikirin bi îkramên xweyîya.

Gelek ‘âlim û zânâ, gelek aşiq û hozana,

Bi reqsa pelkên şîn re, di bin sîya wan dârâ;

Sohbetên xwe kirin, ji hikmetên kitêba;

Ji helbesteyên ‘âşiqa, ji ğezel û qesîdên şa’ira…

 

Kevoka min,

Li ser vî kâşê miqabilî me, çend dârê zeytûna hebûn!

Kî dizane, bê ê çi dewr û zemana bûn?

Şivana, pâlâ xwe dida wan;

Bi hezâr miqamî dîlokên xwe digotin,

Bi dengê bilûrên xweyî nâlân…

Di her wextê ro çûna âvâ, tesbîh tanîne ziman…

 

Wextê tevê dârân, pelê xwe diweşand,

Bi temamê xemlâ xwe ew şîn diman.

‘Elâmetê hebûna jînê bûn, ew bi hebûna xwe…

Ez çi bêjim, sond xwaribû di Qur’an,

Bi navê wan Xwedayê Rehman!

 

Wuhareng gelek roj hilâtin û çûne âvâ,

Em di xweşîyê de bûn.

Lê sâlek hât; kû zivistan gelek dirêj bû, gelek doman!

Qamek berf ketibû ‘erdê.

‘Ezman xuya nedikir ji ğumam û tîpîyê.

Ev tarîtîya li ser rûyê berfê, helbet ne bi xêr bû…

Zûr zûra gura, bi firtonê ra dizîzikî di nêv sikâkân…

Ev roj, rojên gur û hirça bûn…

Rojên wehşî yû hova bûn…

Lewra xwe berda ji çiyê çend heramîyan,

Birek û bivir di dest wan de,

Yek bi yek ew birîn,

Dilê wan, neşewitî bi zeytûnên îxtîyâr...

Ew hedîgârên heyamên kevin,

Bêdeng bi ser berfê de ketin.

Çend çûk, çend kevok firîn ji ser dârân…

Man bê sitâr…

Qufilîn…

 

Wextê bû sibeh, dinya vebûbû, ‘ezmân sayî bû…

Lê kesî nedî ew zeytûnên şîn li ciyê wan…

Mirovên dilşewat û mîhrîban,

Li xwe kirin şîn…

Girîn û girîn û girîn…

 

Ew roj ev roj, roj xeyîdî ji me…

Ne mizgînek, ne şahîyek hat ji âfâqan.

Âva bin rûyê ‘erdê kêm bû, yek bi yek çikîyan kânî.

Bârân nema bârî, ji ‘ewrê biharî…

 

Dâr, yek bi yek hişk bûn; dehl û rez qelîyan…

Nema şîn hatin derxê dârân li van dera …

Îqlîm lime hişk bû, ‘erd li me hişk bû…

Dil li me hişk bû…

Em şewitîn di vî agirî gelek sâlân…

 

Îca, ey kevoka delâl!

Bifre, bilind bifre; here warê şîn;

Warên bi navê Xwedê dijîn!

Heta Xweda ji me ra bişîne mizgînê

Hingî ti were, li ba me çêke hêlînê…

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Jiboy Xweda Em Rabin Pîya
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.