PIŞTÎ FETHA FARQÎNÊ

Article

Xebera fetha Farqînê gihaşte ‘Îyadê kurê Ğanm. Li gorî miladî di 1ê Gulana 639an da Farqîn hate fetihkirin. Serdarê artêşa Îslamê ‘Îyadê kurê Ğanm şervanê artêşa Îslamê civand û ji wan ra xûtbeyek xwand. Hemd û şikrê Xweda kir û mizgîniya fetha Farqînê da wan. Piştra nameyek ji wî fermandarê ku ji bo alîkarîyê şandibû Farqînê ku navê wî Babbetê kurê ‘Edîy (di hinek çavkaniyan da Dabbe derbas dibe)bû ra şand. Di nameyê da wuha gotibû:

Piştî selam û pirsê “… Fetha Farqînê li Mislimana û li gelê Farqînê bimbarek be. Xweda rehma xwe li wan şehîdê Îslamê bike. Û şifayê ji xazîyê Îslamê ra bişîne. Ew ğenîmetê ku we bi destkirîye ya ku para dewletêye teslîmî Hakem bike. Û ji şervanê ba xwe mifrezeyek ji Hakemê kurê Hîşam ra bihêle û tu were ba me û Hakemê kurê Hîşam bira bi walîtî li wê derê bimîne. Û vê nameya me bide Hakemê kurê Hîşam.”

Wexta ev name kete destê Babbetê kurê ‘Ediy, xwand û maçî kir da serserê xwe. Piştra Babbetê kurê ‘Edîy hazirî û amedahîya vegerê kir. Gazî Hakemê kurê Hîşam kir û emrê Serdarê Artêşa Îslamê jêra go û wê nameya Serdarê Artêşa Îslamê ‘Îyadê kurê Ğanm ku ji Hakem ra şandibû dayê. Di nameyê da ‘Îyad wuha digo: “Ey Hakem em tirsa Xwedê bi bîra te tînin. Li Farqînê bi walîtî bimîne. Gelê Farqînê û herêma Farqînê emanetê teye. Feth ne girtina gund û bajara tenêye. Belkî feth piştî girtina bajara, kirina xizmet û xebatê Îslamîye. Barê we zehf giran e. Lazim e ku win heqq û ‘edaleta Îslamê bicih bikin. U jibo ‘ilm û îbadetê jî mescid û medresa ava bikin. Însana bal bi ‘ilmê ve bikşînin. Xebatê îlmî zêde bikin û dînê Îslamê bi gelê Farqînê bidin zanîn. Ew ğenîmeta para dewletê ji gelê Farqînê ra xerc bike… Zilm û cehaletê ji ax û herêma Farqînê dûr bixînin. Keda însana muhafeze bikin û bazirganîyê bicivirînin û pêşvexin. Û bi destê bindesta bigrin û serê zalima bitewînin.” (Dîroka Waqîdî, 180) Hakemê kurê Hîşam piştî ku nameyê xwand nameyê maç kir û da serserê xwe.

Babbetê (Dabbe) kurê ‘Edîy ji leşkerê xwe mifrezeyeka ku jimara wan digahaşt 10 sehaba ji Hakemê kurê Hîşam ra hişt û ber bi Amedê ve bi rê ket. Di rê da gundê di nabeyna Farqîn û Amedê da ê ku nehatibûn fetihkirin, fetih kir û çû Amedê gihaşt artêşa Îslamê.

....

Dîrokvan Belazurî dibêje; Farqîn bi silhê hatîye fetihkirin. Û gelê Farqînê roja fethê ji xwe ra kirine wek îdekê. Ji wê rojê pê da gelê Farqînê 1ê Gulanê pîroz dike. Ku ew roj tê, gelê Farqînê diçine ser ziyareta, pêşî Quranê dixweynin û piştra weka pêşbazîya ajotina hespa hinek leystika jî dikin.

Dîrokvan Waqîdî jî di kitêba xwe ya bi navê Dîrok-Tarixê da dibêje; bi seda ji muhacir û ensara sehabe ketine fetha Farqînê. Ji van sehaba ên naskirî evin:

Hakem kurê Hîşam (r.x.l), Îlyese’ kurê Xalef (r.x.l), Raziqî kurê Ğanm (r.x.l), Sehl kurê Sabit (r.x.l) (Îhtimale ku ev zat Sehlê kurê Se’lebiyyetuz Zubedî be. Buxarî vî zatê hanêkê ji tabiîna dijmêre), Harîs kurê Zerare (Harîs kurê Seraketu’l Ensarî r.x.l), Ukbe kurê Kamil-Malik (r.x.l), Ka’k kurê Esed (r.x.l), Sarim kurê el- Efles (r.x.l), Nu’man kurê Amîr (r.x.l), Talha kurê Ye’sub (r.x.l), Îbrahim kurê Îlyese’ kurê Xalef (r.x.l), Dabbe-Babbet kurê ‘Edîy (r.x.l)

Prof. Dr. Yusuf Kenan Haspolat wuha dibêje: Piştra Hakemê kurê Hîşam bû walîyê Farqînê. Wezîfeya wîya en mihîm Mescîda ava bike û xwendin û îlmê Qur’anê li bajêr û li herêmê belav bike. Pêşîyê Dêra Mezin vegerande Camîyê. Der û dora wê ji bo desmêjê li hev bikeys kir. Hundirê Dêrê paqij kir u mîhrab û minberê têda çêkir. Hakemê kurê Hîşam û hevalnê wî tê da du rek’et nimêja sunnet kirin. Û ji Quranê çend pel kelamê Xweda xwandin.(Her Yönuyle Diyarbakir İlçeleri: Prof. Dr. Yusuf Kenan Haspolat)

Piştra Hakemê kurê Hîşam dest bi hinek xebatan kir. Li gor dîrokvan Cuma Karan di kitêba xwe ya (Diyar-i Bekr ve Muslumanlarca Fethi; sh:158) wuha dibêje: Hakemê kurê Hîşam ew Sûr û kelha Farqînê ku bi sebeb şer di hinek cîna da zerar dîtibûn, wan te’mîr û sağlem kir. Û di peyda Hakemê kurê Hîşam ji nûva Mescîdek li nav bajêr ava kir. Ku ew Mescîd vêga di nav qebristana Şex Xelîlê daye. Serê vekirye. Mîhrab û mînbera wê jî heye.

 ....

Bajarê Farqînê roj bi roj mezin dibû û di dema Îslamê a ewîl da ji bajarê mezin yek bajarek bû. Însanê ne Misluman û fille bi tebliğ û îrşada Mislumana dînê Îslamê qebûl dikirin. Nav û dengê heqq û ‘edaleta Îslamê li deşt û zozanê Farqînê bela dibû. Farqîn dibû cîhe emnîyetê. Farqîn di dema Mislumana da di serdema navîn da bajarê en medenî û pêşveçûyî bû. Bajarê Farqînê piştî fetha Îslamê ji bo mislumana qîymeta wê pir girîng bû. Lewra ji bo şerrê Mislumana bi Bîzansîyan ra piştî bajarê Amedê qerargaha Mislumana a duyemîn demeke dirêj li Farqîn bû. Çawa Farqîn ji mislumana ra qerargaha cengê bû, ‘eynî wûsa jî Farqîn bûbû menbe’a îlm û îrfanê. Ji ber vê xesleta hanê, Farqîn û Amed ‘eynî qeder parve dikir. Yanî di dîrokê da Farqîn bê Amed, Amed jî bê Farqîn nebûye. Farqîn ji ber li ser rêya bazirganîya ku ji Îran, Azerbeycan û Qefqasya dihat diçû Sûrî û ‘Iraqê, ew jî wek Amedê muhîm û meşhûr bû. Farqîn çawa îro bi navçeyî girêdayîyê bi Amedê vaye, di dîrokê da jî ew Amedê her bi heva girêdayî bûne. (Îbnî Hewkal:244)

Gellê Farqînê roja fetha Îslamê ji xwar kiribûn cejn û îd. Him di sersala fetha Farqînê da him jî di roja êvara înê da diçûn ser mezelê wan şervanê Îslamê ku şehîd ketibûn. Li ser qebrê wan Yasîn-î şerîf dixwandin. Kesê ku di nav wan da dilgiranî hebûna, wan li hev dianîn. Û mewlîdek bi nan û xwarin didan gel. Hê jî ev ‘urf û  ‘edetê hanê berdawame.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê Erda Farqînê Lingê Sehaba Maçî Dike
Ê Li Pey FARQÎN BI ÇIRA ÎSLAMÊ GEŞ BÛ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.