Pîreka Musliman A Di Zîndanên Emrîqa De Hatiye Jibîr Kırın: Dr. Afıye Siddikî

Article

Diktor Afîye siddiqî… belkî we ev nava heta îro tew nebihîstibe…

Ev pîrek, tirs û xufa dilê ‘Emrîqa ye… lê nexasim ji teref Ummetê ve hatiye jibîr kirin.

Dr. Afîye Siddiqî, Noroloxeke bêhempa û ya yek ji noroloxên herî mezin ên cîhanê ye. Emrîqa, ji tirsa divê wê çek û sîlehên me bêtesîr bike û bi hinek hincet û bihaneyan Diktor Afîye kirin hedef û ew avêtin zîndanan. 

Diktor Afîye Siddiqî, di sala 2008an de li Efganistanê hat desteserkirin û radestî Emrîqayê kirin. Li Diktor Afîye Siddiqî, 86 sal cezayê hepsê hat birîn. Ev bû çend sal li heps û zîndanên Teksasê rastî îşkenceyên giran tê û li wê eziyetê dikin.

Ji ber îşkenceyên giran Diktor Afiye Siddiqî, bi gelek nexweşiyên rûhî û fîzîkî re hatiye rûhev. A niha Afiye xanim di çi rewşê de ye, rewşa wê ya dawîn çi ye kes nizan e.

‘Emrîqaya eşqiya û heydût, îmze avêtiye binê gelek zilm û zordestiyên dijwar, li erd û xaka Îslamê gelek qetlîam rast kirî ye û gelek şexsiyetên Îslamî li ber çavê dinyayê ji bo bighêjin emelên xwe yên reş û tarî û gemar kirine qurban û gorî. Yek ji wan kesayetên qedir bilind jî Diktor Afiye Siddiqî ye.

Ummeta Îslamê, îro ketiye rewş û halekî wiha xerab ku nikare heq û mafê pîrekên Musliman yên mezlûm biparêze û lê xwedî dernakeve. Gelo çima ji bo xelasî û azadiya ji bin zilmê ya pîrekên reben û mezlûm yên Musliman deng ji Ummeta Îslamê dernakeve, çima gavekê navêjin da ku ji qeyd û zincîrên zalim xelas bikin, ji bin zilmê rizgar bikin… çima gelo?

Bala xwe bidinê, baş bala xwe bidinê! Li Sûriye, Misir, Efganistan û li gelek welatên weka wan ji teref Emrîqa û rejîmên îşgalker ve zilm û zordestî li pîrek û zarokên masûm yên Musliman tên kirin. Pîrekên Musliman di heps û zîndanên kufrê de tên girtin û marûzî her cure xerabiyan dibin ku şerefa me qebûl nake ku em bînin ser ziman. Îşekenceyên giran li wan reben û mezlûman têne kirin…

Li ser rûyê cîhanê, îşkencexaneyên weka Ebû Gûrayb û Bagramê gelek in…

Bi destê hêzên qaşo medeniyetê difroşin, pîrek li ber çavê hemû dinya û alema Îslamê tên biçûkxistin. Her wiha rastî tacîz û tecavuzan tên û tên qetil kirin.

Sanatorê  Pakistanî Talha Mahmûd, di sala 2014an de li New Yorkê di hucreya wê de Afiye Siddiqê ziyaret dike. Ka binêrin bê bi çi menzereyê re hatiye rû hev em ji wî guhdarî bikin:

“Rewşa sihheta Siddiqiyê ne baş bû. Hucreya ew tê de bû, deriyê wê hesin bû. Tûwalet û banyoya di hucreya wê de ji teref herkesî ve xuya dikir. Afiye Xanim ji ber ku hafîze bû di nava rojê de wextê xwe bi xwendina Qur’anê derbas dikir. Eskerên Emrîqayê carekê wê tehdît dike û dibê ya tê pêl Qur’anê bike û here tûwaletê ya jî em ê te tazî bikin. Afiye bi tehdîtek wiha re jî hatiye rûhev.”

Dr. Afiye Siddiqî di sala 2003yan de ji Îslamabadê diçû Karaçiyê da ku dêya xwe ziyaret bike, bi tevlî 3 zarokên xwe diçe balafirgehê. Ji wê çaxê û pê de ji holê wenda dibe. Heta 5 salan tu salox ji diktora ciwan û zarokên wê nayê hilanîn.

Ka binêrin bê Siddiqî wê heyamê çi hatiye serê wê û çawa dibêje;

“Wê rojê ez di rêya balafirgehê de revandim. Tiştê tê bîramin bi şinaqeyê îlac li min xistin… Ew ên ku ez revandim, gedê min Ahmed, Meryem û dergûşa min jî, ji min veqetandin. Piştî ku heşê min hate serê min û ez bi ser xwe ve hatim, min dît ez di hucreyek zîndanê de me. Min ji xwe re digot ez li baregehek eskerî ya Efganistanim. Lewra dengê teyareyên ku dadiket in û bi hewa diketin dihat. Zêdetirî 5 salan ez di wê zîndanê de bi tena serê xwe di hucreyê de mam. Emrîqayên bê unîforma û bê maske dihatin îfadeya min digirtin û jêpirsîn dikirin. Bi rojan dengê qêrîn û feryada zarokên min ê masûm û bê guneh bi min didan guhdarî kirin. Hetanî wê heyamê hew carekê tenê bin dergûşa xwe Silêmanê xwe di paş camê de ji dûrî ve dît he carekê tenê. Ahmedê min ê 7 salî jî fotografekî wî yê di nava xwînê de nîşanî min dan. Ji bo Meryema min jî gotin bi nexweşiyeke pîs ketiye û mirî ye. Bi darê zorê bi zext û zordestiyan bi sedan sahîfeyên ku tê de êrîşên bombeyî û êrîşên vîrusên bîyolojîk ku weke ku min planê rast kirinê kiribe bi min dan îmze kirin. Hinek îşkenceyên ku nayê hiş û aqilan bi min kirin. Ez nikarin wan îşkenceyên ez marûz bûme tarîf bikim…”

Çi li ser erd û erdnîgariya Îslamê û çi jî li xerbê, em ewqasî êş û janan dikşînin ku… Hê do em li Zelandaya Nû rastî êrîşeke terorî hatin û di camî û mizgeftan de, di roja bimbarek roja înê di ser îbadetê xwîna me rijandin.

Pîrekê Musliman bang û gazî li Ummeta Îslamê dike, lî kesên xwedî ujdan û para xwe ji merhametê hilaniye dike; ji bo azadî û rizgariya ji nava lepê kufr û zilmê ji Alema Îslamê alîkariyê taleb dikin…

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê LI EDENÊ EMRÎKAYA BIÇÛK: ÎNCÎRLÎK
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.