ROBOSKÎ 4 PERDEYÎ - 5

Article

 

Sehne 3

Kuçeke gundê Roboskî. Çend heb bîdonên mezin li rex in. Cilê qantira li erdê ye. Çend tenekê mazotê yên vala jî diyarî ne. Tûrê ku li pişta xwe girê bidin li wir e. Kara çûna mazotê dikin. Ji lew bi lez dilebitin. Hinek xort ji ber serma qapût li xwe kirne.

SEBRÎ: Kurê min! Hinekî ‘ecele bike. A ji te re van herdû bidona bavêje ser qantirê.

(Cemal bîdona derdixe dervê sehnê. Hinekî disekine û tê)

SEBRÎ: A van teneka jî bar ke. Bi kindirê jî baş bijdîne.

(Cemal teneka û kindirê dibe. Bîstekî din vedigere.)

SEBRÎ: Zewêdiya xwe û vê metera avê jî têxe tûrkê xwe.

CEMAL: (Pot vedike, lê dinêre.) Himmm! Nanê sêlê, rûnê nivîşk û dims. Bi qurbana diya xwe bim. Zane ku ji çi hes dikim. Dayê soz! Careke din ji te re kiras û desmalek pir xweşik tînim...(Weka diya wî tiştekî dibêje, hinekî disekine.) Soz dayê! Ezê herim xaltîka xwe jî ziyaret kim. Seîd! Kekê te ji te re jî telefonek bi kamera distîne. (Xwarina xwe dixe tûr. Hemze, Orhan û Cihan jî tên.)

HEMZE: Êvara we bi xêr mamê Selîm!

SEBRÎ: Xêr bi xêr silamet serçava.

ORHAN: Cemal! Delalê diya xwe. Tu hê ne hazirî?

CÎHAN: De haydê haydê! Bes bişteğile. Yan na tu li wir dimînî.

HEMZE: Cemal! Ka çi karê te maye, em alî te bikin?

CÎHAN: Bavo bila tu bixwînî, ji me re bibe diqtorek yan jî ebuqatek, bila eqlê te ji vê qeçaxçiyê re nexebite.

ORHAN: Ji derdê van mektebliya emê çi bikin? Destê wanî nazik hew kare qelemê bigre. Çi fêm dikin ji îşk û kurtana qantira.

CEMAL: Bi qurbana Xwedê bim. Di vegerê de ê li paş dimîne tu dibê qey ez im! Tu û Cîhan ma hercar li paş namînin?

CÎHAN: Van şêrînê lîselî, tew bi eqlê xwe jî çi bawerin. Ji xwe vê cara em bi gelek ciwan û mektebliya re diçîn. Xwedê alîkar bî.

CEMAL: Mala Xweda ava! Em hem mekteba xwe dixwînin hem jî wek we karê xwe dikin. Qey pir zora we diçe.

ORHAN: Mêro! Baqilo! Kengî teqîniya sîlah hat û qantir ji hev teriqîn, yan jî kengî qantir dibin bar de meğel bû. A ewçax em halê mektebliya bibînin!

CÎHAN: Ewçax hema emê bar li pişta wî kin û wî bidin pişya xwe, bînin.

(Cîhan û Orhan û Hemze hinekî dikenin. Sebrî dixwaze şîreta li wan bike.)

SEBRÎ: Kurê min! Birazyên min! Cemal, Hemze, Orhan, Cîhan! Dost Xweda ye jibîr nekin. Li xwe nekin dereng. Xwedê neke eger tiştek qewimî, agir bi mal keve guhnedin mal.

CEMAL: Bavo! Tu dibê qey em nû derdikevin rê! Em ne gedê biçûk in.

SEBRÎ: Kurê min! Bela carekî diqewime, hercar naqewime. Bila Xweda razî be, kî ne qaîl be hêçe.

CEMAL: Yabo! Em ne zarok in. Kes zirara xwe naxwaze.

HEMZE: Ji bo kirnê ‘evda em nikarin tiştekî bêjin, lê emrê Xweda ser çava ser sera.

SEBRÎ: Temî! Temî! Bila ta’da we li tu kesî nebî. Haya qereqolê ji we heye, jê nerevin.

ORHAN: Mamê Sebrî! Tu meraqa Cemal neke. Bê wî em venagerin.

SEBRÎ: Bila ji ber we, em serbilind bin. Bila limêja we li we neçe. Li wir zêde ‘eware nebin.

HEMZE: Mamê Sebrî! Em narin tu herbê. Emê çawa Xweda û pêxemberê xwe ji bîr bikin?

     (Osman û Çetîn û Zeydan tên û silavê didin. Tûr li pişta her sêya ye.)

OSMAN: Mamê Sebrî! Te hê van şêra bernedaye. Li me derenge. Em birêkevin da ku berya şeveqê vegerin. Pismamê min Cemal! Tu kar û heyata me dibînî ku çiqas bi zehmet e. Hun ji xwe re bixwînin.

CEMAL: De we re bi eqlê vana bide qebûlkirin.

ZEYDAN: Tu guhnede wan. Di vî sînorî de hew Xweda zane ku çi çîle hatine kişandin.

ÇETÎN: Yaw debara me, ma bi mazot û qeçaxiyê ve nehatiye girêdan. Çima me xwe xistiye bin vê zehmetiyê?

ZEYDAN: De îja ji qismetê xwe jî gazina nekin. Ne ji vê derdê sînora bîya, hemdê Xwedê war û rewşa me wê pir xweş bîya.

ÇETÎN: Ji xwe li ber dilê te jî tim bihare Zeydan!

ZEYDAN: Kî ji feqîriyê miriye lo? Bila keda helal be, ji dana Xweda re hezar şukir.

ÇETÎN: Wey bi qurbana îmana te bim lo!

SEBRÎ: Hûn xweş xeber didin lê vê seferê, bi min hinek ta’l tê.

OSMAN: Ê de tu dizanî mamê Sebrî! Weka birayên Yûsif, me bizorê Cemalê te ji te ne girtiye. Û li me jî ğela Yûsif pêxember ranebuye. (Tev dikenin.) Em ne mecbûrî çûnê ne. Eger ne bi dilê te be, em karin neçin jî.

SEBRÎ: De haydê bila li we nebe dereng. Oğra xêrê be.

Kesê li sehnê hem di nav re alava radihêlin, derdixin derve weka teneka, bîdona, dar û têra dibin hem jî bi wî awayî bihev re dipeyvin. Li sehnê bi lez dilebitin. Hinek bipeyvin yê din jî alî hev dikin û weka bêjin “Ma ew tişta anî, te falan tişt jî amade kir yan na?” Cemal jî tûrê xwe davêje milê xwe. Gava diçin, ewwilî Cemal, dûre ê biçûk Cîhan û Orhan destê mamê Sebrî maçî dikin. Xatir ji hev dixwazin. Berî derkevin Cîhan destê xwe davêje ser milê Cemal û dibêje

CÎHAN: Lo delalo delalo, Lo Cemalo delalo. Mektebliyo delalo, Qîmetliyo delalo

ZEYDAN: Kêf û henek bese. Ya Allah ya Xwedê, de haydê..

(Derdikevin. Mamê Sebrî ji paş ve li wan dinhêre. Perde tê girtin.)

Sehne 4

Sehne hinekî tarî ye, qeçaxçî vedigerin. Çar kes Cemal, Osman, Wedat û Newzat tûr li pişta wa ne. Betilî xuya ne. Derbasî sehnê dibin. Berî derbas bin, dengê firefira qantira jî tê weka ku heywanê wan jî li wir in. Li piya dipeyvin.

OSMAN: Cemal! Se’et çende?

CEMAL: Nêzî neha ye.

OSMAN: Hey vanê din çûne, hela em hinekî bîna xwe berdin. Em betilîn.

WEDAT: Îja li me dereng nebe?

NEWZAT: Rê ne wenda ye ne jî dûre. Em karin bisekinin.

                 (Tûrê li pişta xwe datînin û rûdinin.)

OSMAN: Cemal! Henek li alîkî, hun bixwînin. Tiştek dernayê ji hercar pêncî kaxit perê mazotê. Ez sêwî mezin bûm. Min nikari bû bixwenda.

WEDAT: Cemal! Êdî hatina mazotê ji min re bes e. Ev cara ewwiliye ku ez têm lê ev kar, ne li gor min û te ye.

CEMAL: Ez mesrefê xweyê mektebê derxim, ezê ji bo unîversîte bixebitim. Min soz daye diya xwe. Ezê bibim mi’ellim.

OSMAN: Maşallah xocê xweşik! Pênc heb zarokê min hene. De zû bibe mamoste, bila xwendekarê te bin.

CEMAL: Ka tê çi bikî Newzat?

NEWZAT: Tu halê milletê me dibînî. Ji xizanîw nezaniyê perîşane.

WEDAT: Îja neyta te çiye? Tê jî ji me re behrê bîne?

NEWZAT: Ez dixwazim bibim muhendizê ma’denê.

CEMAL: Di binê erdê qey tê ji me re li zêr û xezîna bigere. Di bin van çiyayên ta’t û qelaça de ma’den pire.

NEWZAT: Erê di axa me de ma’den pire. Ji petrolê bigre heta bi zêr jî heye. Dixwazim li vî warî ma’dena derxim. Însanê me karibin bixebitin ji derdê vê mazotê xelasbin.

OSMAN: Helal be ji te re jî. Lê bila avahiyê te, weka ya zelzela Wanê ne riziyayî be.

NEWZAT: Hi hii hii! Mihendîzê ma’denê, bînaya ava nakin, li ser binê erdê lêkolînê dikin. Lê hinek fêm dikin ku kuderê li ber zelzelê zexme.

CEMAL: Tu dixwazî çi bikî birayê Wedat? Ma neyta teyê xwendinê tune ye?

WEDAT: Ez dixwazim bibim ebûqat da ku li heqê mezlûm û bêkesa bigerim.

OSMAN: Eferim ji we re. A weha ji bo xelasiya dinyaw axretê ji xelqê re feydedar bin. Hey me guhnedayê, îja hun bixwînin.

(Her çar bihev re xeber didin. Ew çax Zeydan û Hemze û Hesen jî tên. Silavê didin. Berî rûnin)

HEMZE: Hey em sekinîne, ez limêja xwe bikim.

ZEYDAN: Hey tu dikî, ez jî bikim, hinek rihet bibim.

HESEN: Cemal desmêja we hebe, em jî ferza Xweda bicî bînin.

NEWZAT: Ez bê desmêjim Hesen! Kengî em gihaştin malê emê bikin.

  (Zeydan û Hemze limêja xwe dikin. Vanê din jî dipeyvin.)

ZEYDAN: Yaw kekê Hemze! Îşev pir ğerîbe. Her car qereqol çûn û hatina me dipirsî. Îşev çima deng ji wan nayê?

HEMZE: Zêde neke derd. Ma qereqol nizane ku em bi sala qeçaxiyê dikin? Zane ku barê me jî mazot û çay û ciğare ye.

OSMAN: Îşev bi min jî weha bêdenge.

HESEN: Di vê şevê de, di vê sar û seqemê de, ji gur û roviyê birçî pêvetir ma wê çi hebe?

NEWZAT: Wan jî qey bîna qantira hilaniye.

HESEN: Bila ne gur û hirçê duling bin.

HEMZE: Hiş bin! Devê xwe li xêrê vekin. Ne tiştekî yesax bi me re heye ne jî dijminantiya me bi kesî re heye. Karê meyî qeçaxçîtî jî ji eskeriyê ve eşkere ye.

OSMAN: Îşê eskeriyê bellî nabe. Ney hisabê wî, kare li ma’na bigere.

HEMZE: Ne ewqas bedbîn lo! Bila dilê we rehet be. Di nava me de gedên dozde salî, çarde salî hene. Qereqol herhalde me û van zaroka, teror nahesibîne.

HESEN: Ji bav û kala em vî karî dikin. Heta nûha tu mersele derneketiye.

HEMZE: Pir pir qey ewê me bibin qereqolê, hinek mal ji xwe re hilînin û me berdin. Her car em bi nêzî sed qantirî dihatin. Ne dibû problem. Îja em sî-çel heb hatinin, ma wê çi pê bê?

OSMAN: Eger hinek bi neyta xirab bên, emê çi bikin?

ZEYDAN: Bila em mezlûmbin, bila em ne zalimbin.

HEMZE: Ma bayê sor bi me neketiye! Qey emê jî lepê xwe hildin. Ê ehlê zilmê be, tu car xweşîw xelasiyê nabîne.

HESEN: Me kuştin û talana kesî nekirye. Ji ğeyrî Xweda tirsa me ji tu kesî tuneye.

(Di vî kêlîkî de Orhan bi bez tê. Bi heyecan e.)

ORHAN: Kekê Hemze! Bavê Wedat xalê Mîrxan bi telefonê xeber daye ku esker pêşya me girtiye. Gotiye “Vegerin, neyên!”

HEMZE: Xalê Mîrxan, ma ji muxtar û koricîbaşî re jî negotiye ku gundî çûne mazotê?

ORHAN: Belê xeber daye wan. Wan jî xeber dayê qereqolê.

ZEYDAN: Ma esker ji wan re tu xeber ne şandiye?

ORHAN: Esker ji wan re gotiye “Vegerin”

HEMZE: Hevalên me çi dikin? Fikra wan çiye?

ORHAN: Hinek dibêjin “Em vegerin” hinek jî dibêjin “Em ji esker re bêjin ku bi me re tu sîleh tune. Barê me mazote.  Em rêya xwe bidomînin.”

OSMAN: Allah Allah! Pir ğerîbe. Hetta nuha esker tiştekî weha nekirye.

HESEN: Bi ro, em eşkere li ber çavê qereqolê derbas bûn.

ZEYDAN: Haya esker ji kar û îşê me heye û em jî ne dijminê wanin. Ev çima îşev pêşya me digrin?

HEMZE: Ji bona Xwedê! Ji vê mazota me, ma haya qomitan û qereqolê jê tune? Ma haya qeymeqam jê tune? Zirara me gîhaye kê?

ORHAN: Esker ji bo vegera me, pir bi qerare. Rê girtine, nahêlin kes derbas bin.

ZEYDAN: Hela em ji berê de qeçaxçî nin. Lê ne heyfa van xwendekarên lîselî ku ji bo pênc qiruş mesrefa mekteba xwe hatine?

OSMAN: Eger tiştek bi van xwendekara bê, ez sax venegeryam gund! Berî wan gerek ez bimrim!

HEMZE: Mirin emrê Xweda ye. Lê bila zalim ji ‘eqîbeta xwe û gunehê xwe bitirsin.

CEMAL: Kekê Hemze! Dengê froka tê!

HEMZE: Evan zalima bi îxbara terorê li me gilî nekirbin? Froka bi ser me de ne şandibin?

(Teyyare direşînin. Bi teqînê ên li sehnê dikevin xwarê. Hemze zû radibe ser xwe.)

HEMZE: Hey zalimno! Me çi kirî bi we? Ma qey em ne ji ummeta Muhammed’in? Ma qey li welatê xwe rihetî ji me re tune ye? Qey hun ji Xweda jî natirsin? Xwedêyo! Ji zalima re nehêlî. Xwedêyo! Ji zalimare nehêlî!  Bazdin! Bazdin binê ta’ta!

Bazdidin. Lê çawa dikevin binê ta’tê, frok bi ser wan de jî dibarîne. Dengê bombardimanê pir dewam dike. Bi dengê bombardimanê çend bîdonin ji hev parçe bûne, digindirin sehneyê. Hemze gava dikeve eşheda xwe tîne.

 

 

ROBOSKÎ


Jetên bê îman wek babîsokî
Bombe barandin mîna birûskî
Xistin ji hev bi şewt û hêrsokî
Sîwçar canê me-l jora Roboskî

De hey lê dayê bi şîn û lorî
B-tilya eşhedê em bûne gorî
Bi wî şahidê Xwedayê jorî
Dil bi şewate li ser Roboskî

Ayla mezlûma ji zalima re
Tucar nahêle Rebbê Qehhar e
Wan davê dojeh agrê dijwar e
Dawya kanûnê, êşand Roboskî

Em xwendekarbûn, çi heyf û reben
Te’da me l-kê bû b-eşkerew nepen
Cilê mey bi xwîn, j-mer bikin kefen
Di gorîstana gundê Roboskî

Çend sal e didom, çîleya sînor
Yesax û mayin, têlsincikê b-qor
L-sûc û hincetê, digerin çavsor
Kula Qerqelî, nû kir Roboskî

Xwedî Xweda ye, gellî bindestan
Sernixûn dike, qurrew zordestan
Îslam ava ke, li ser Kurdistan
Li dinyaw axret, şad be Roboskî


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê ROBOSKÎ 4 PERDEYÎ
Ê Li Pey DEVOKA ŞEMREXÊ - 1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.