JI BO ÇI HZ. MUHEMMED JI ME RE HEWQAS GIRÎNG E

Article

Meha nîsanê, meha mewlûda Hz. Muhemmed(s.‘e.w) e. Di vê mehê de li her derê dinyayê, ji teref evîndarên Nebîyê Xwedê ve, gelek bername tên amadekirin. Bi vî awayî gellê misliman dixwazin ku ji feyza wî zatê mubarek nesîbdâr bin. Hingî rengê Nebî (s.‘e.w) di vê mehê, hewqas xuyaye, navê nîsanê, navê Hz. Muhemmed (s.‘e.w) tîne bîra meriv.

Belê hewqasî yadkirina Hz. Muhemmed (s.‘e.w) ma kârekî raste gelo? Em vê gavê bêjin ku Hz. Muhemmed (s.‘e.w), çiqasî pir bête yadkirin, ji bona mirovtîyê hewqasî bixêre. Lewra Hz. Muhemmed (s.‘e.w), çi ji ên hatinew çûne, û çi ji ên wê werin, seyyidê tevê însanaye. Ew hebîbê Xuda Te‘ala ye, ew ‘ebdê kû Xuda Te’ala, herî pir ji wî heskirîye.

Heskirina Hz. Muhemmed (s.‘e.w), lazime di peyvê de tenê nemîne, lazime têkeve qelba û di jîn û jîyana de xûya bibe. Hz. Muhemmed (s.‘e.w), çiqas werê fêhmê, wê heskirna meyî li ser wî, wê hewqasî zêde bibe. Û xwesteka meyî li pey çûna wî, wê zêde bibe. Em çiqasî li pey wî bimeşin, nexweşîyê meyî şexsî û komelî, wê hewqasî şîfa bibin. Û wê hizûr û şadî were qelbê me, mala me, gûnd û bajarê me. Di şunde jî, wê hizûr were temamê dinya me.

Ger li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w) em bi meşin, şadîya qelbê me wê zêde bibe. Mînaka vêyayî herî xweşik, meriv di sehabîya de dibîne. Kesî ji we, sehabîyê ku di buhranê de bihîstîye gelo? Ma we ti sehabîyê ku ji ber hizn û kedera dinyayî ‘eqlê xwe wunda kirîye, yan jî xwe kuştîye we bihîstîye?

Meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), wê hizûrê bîne jîna meyî malbatî û wê şîddeta nav malbatîyê ji holê rake. Mînaka vêya herî xweşik xaneya se’adetê ye. Ferdê mala Hz. Muhemmed (s.‘e.w), digel hewqas di tengasîyê de bûn, dîsa jî şadîya xwe wunda nekirne. Ferdê mala wî tev, ji hev re hurmetkâr û bi hevrê girêdayî bûn. Em dizanin ku Hz. Muhemmed(s.‘e.w), bi emrê Xwedê gelek zewac kirine. Lê belê dîsa jî kesî nedîye û nebihîstîye ku Hz. Muhemmed (s.‘e.w), li pîrekek xwe xistîye û te’de lê kirîye. “Qencê herî ji we, ew kesê ku ji malîyê xwe re herî qenc e.” Bi vê gotina xwe em teşwîqî qencîyê kirine ji bonî malîya. Zarokê Resûlullah (s.‘e.w) li hêlekê, ğulamê wî Zeyd bin Harîs e jî, jê te’de û lêdan nedîtîye. Hetta Resûlullah (s.‘e.w), firseta vegera cem dê yû bavê wî daye wî; lê dîsa jî Zeyd (r.’e.) xwestîye li cem Resûlullah (s.‘e.w) bimîne.  

Meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), wê hizûra civakî ava bike. Hz. Muhemmed (s.‘e.w), bi xebatê xweyî li Mekkê û Medînê kirî, civaka sehabîya ku ji Muhacir û Ensara çêbûye înşa kirîye. Hema bêje tevê van mirovan, berê ferdek ji civaka cahilîyê bûn û nexweşîyê civaka cahilîyê bi wan re hebûn. Lê belê piştî ku li ber kâba Resûlê Ekrem (s.‘e.w), terbîye dîtin û perwerde bûn, her yek ji wan bû şexsîyetek mînak ji însanan re. Hz. Muhemmed (s.‘e.w), bajarê cahilîyê Yesrîb, vegerandîye Medîneya Munewwer.

Meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), menfe’etperestîyê, bexîlîyû xesîsîyê ji holê radike. Peyxemberê me (s.‘e.w) piştî bi dîya me Hz. Xetîce re zewicîye bûye xwedî serwetekî pir mezin. Lê belê ev serweta xwe, ji bo mu’minê xizan û belengaz, ji bo belavkirina doza xwe xilas kirîye. Tiştê di destê xwe de daye mirovên muhtac û ew ji xwe bêhtir dîtine. “Kesê ku cîranê wî birçîbe û ew têr radize ew ne ji me ye!” Bi vê gotina xwe, xwestîye ku hessasîyeta nêrîna me çêbike li ser meselê civakî û ji halê mirovan, de em fêm bikin. 

Meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), milleta ji ğûlamtîya ‘ebda xelas dike û wan azad dike û dighîne ‘edaletê. Azadî, hema bêje xeyala her mirov û gellîye. Hz. Muhemmed (s.‘e.w), rîya bi dest-xistina azadîyê a herî kin şanî me daye. Ev rê ew e ku em ğulamtîya kesî qebûl nekin; hew ji Xwedê tenê re ‘ebdîtîyê bikin.

Ew Bilalên ku di destê Ûmeyyeyan de nale nalê wan bûn, ew mirovên ku di destê xwedî mal û serwetan, di destê ‘eşîr û zordestan de hêsîr bûn, xwe li dora Hz. Muhemmed (s.‘e.w), girtin û bûne xelek, gihane azadîya xwe. Bûne xwedî rûmet û qîmet û hem bûne xwedîyê dewleta xwe. Ew dewlet, dewlete ke wuha bû, ku qîza Pêxemberê me (s.‘e.w) Hz. Fatîma û mirovekî di halê xwe de li ber şerî’etê wek hev bûn.

Meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), hem însana hem gella ji nezanîyê xelas dike. Hz. Muhemmed (s.‘e.w), digel kû nexwendî bû jî, ji Xuda Te’ala emrê “îqra/bixûyn” sitandîye û bi Qur’anê hatîye perwerdekirin; hem wî jî bi Qur’nê însan terbîye kirine. Bi vî awayî ew bûye bajarê ‘ilmê û berê tevê însanîyetê daye ber bi ‘ilmê. Bi cahilîyetê re mucadele kirîye û însanîyet ji tarîtîya cehaletê azad kirîye.

Bi kurtayî ku em bêjin, meşa li pey Hz. Muhemmed (s.‘e.w), aşîtî yû hizûrê çawa ji me re wê li dinyayê bîne, li jîna meyî ebedî de, li axretê de jî ewê me bike xwedî şahî yû hizûrê. Bê hed selat û selam li ser nebîyê me, hebîbê me, rêberê me Hz. Muhemmed (s.‘e.w) bin.

                                                                                                                     

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê Bi Rastî Ma Îslamê Kurd Li Paş Hiştine?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.