Mûhemmed (S.X.L)

Article

 

Hemd û senayê bê hed

Layiqê Rebbê Ehed

Selamê me ta ebed

Li ser te bin Ey Nebî

 

Rehmeten lil‘alemîn

Şande te Rebbê Mûbîn

Li mexluqê dil hezîn

Buy umîd û dilşadî

 

Tûyî ‘eşq û evîna

Heq ji bo me mu’mîna

Tû nergîs û sosina

Gula baxçê dilanî

 

Mûhemmed nûra dilî

Mûhemmed hêza milî

Mûhemmed ‘eşqa gelî

Ji Bulbul ra wek gulî

 

Rebbê me da te Qur’an

Ronahîya her zeman

Ji bo qewmê perişan

Bû mizgîna xelasî

 

Derman û Reçeta me

Şîfa derd û kulê me

Sihheta îmana me

Her ew hûkmê te anî

 

Tûyî pêxemberê me

Ronahîya çavê me

Li birîna dilê me

Ti tebîb û dermanî

 

Nûra wehyê ronî da

Dara îslamê pelda

Tu mamoste û Seyda

Dimedresa Erqemî

 

Ehlê kufr û delalet

Şîrk û zulm û cehalet

Wexta dan pey rîsalet

Bûn efdelê însanî

 

Gelek te’de û ezyet

Dane te ewê bêbext

Gûh ne dane heqîqet

Ehlê kibr û tûğyanê

 

Çarde qern çû piştî te

Belê hê dûjminê te

Êrîşan wek ‘esra te

Dikin l-ehlê îmanê

 

Lê îman anîn b-yeqîn

Di gel ku wan te nedîn

Ser te didin mal û jîn

Birê tey vî zemanî

 

Warisê mirasa te

Ehlê de’w û doza te

Bilind kirin ala te

Li ser deşt û zozanî

 

Ew şoreşkerê Bedr in

MûcahidênXeyber in

Hîzba Rebbê Ekber in

Rabûne b-qehremanî

 

Ew nişana sedaqet

Wek Ebubekîr derket

Wa bune ‘Umer Ferq ket

Nava kufr û îmanê

 

Wekî Hezretî ‘Usman

Ketin nav seffê îman

Wek ‘Elîyê pehlewan

Bune şêrê meydanê

 

Da’wa Îslam ğaya wan

Îşkence ne ğema wan

Wek SumeyyewYasiran

Fedane her zemanî

 

Germa çolê bû berden

Weselamên ebeden

Li bin te’ta li beden

Ew sembola Bilalî

 

Li Hicreta ğerîban

Ji gel rabûn teblixvan

Dibêjin dersa Qur’an

Mûs’ab ê vî zemanî

 

Dibên surgun hîcret e

Mirin jî şehadet e

Heps û zîndan rehet e

Li ser riya Îlahî

 

Ji xwe rakirne rêber

Dide’wa xwe da önder

Qebûl nakin tu serwer

Her tu Serwerê Wanî

 

Dane pey rîya Qur’an

Dev berdan ji mal û can

Li hember Hîzba Şeytan

Ew bûn Hîzba Îlahî

 

Dû’a dikim j-Rebbê xwe

Alîkarê doza xwe

Ğalib bike Hîzba Xwe

Li ser kufra cîhanê

 

Kufra ku zulm û wehşet

Jê dibare ser ummet

Lew dûr bûye ji sunnet

Çare tûyî b-her hawî


Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Hasan GUZEY

  • Mûhemmed (S.X.L)
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.