PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME -4

Article

PÎRA HEDÎYE BI TEVÎ MALBATA XU BI ŞÊX SE‘ÎD RE DI GIRTÎGAHA DERÊ QESRÊ DE.

Pîra Hedîye di 5 salîya xu da tê girtin digel dîya xu, xwişk û birê xu di girtîgeha Dîyarbekirê de ya dirokî ya li derê sarayê dimîne, bi tevî Şêx Se‘îd û malbata wî û hevalên wî re. Ji xeyrî zilama dora 500 zarok û pîrek hatine girtin. Ew zarok û pîrek hinik jê ji malbata Şêxbûn, hinik jê jî ji malbata qûmandarê leşkerê Şêxbûn. Bâvê pîra Hedîye ‘Elîyê lawê Fettah jî ji qûmandarên Şêx yên canfedabûn. Ji ber wî qasî malbata wî jî binçaw kiribûn.

Şahidê zulmên mezin pîra Hedîye, ji ber ‘umrê wê biçûk bû, jibo hewceyên esîrê zarok û pîreka diberdan derve û hewceyan bi perê xu li dora camîya mezin dikirrîn û cardin dihate girtîgehê. Lewra ji xeyrî bavê wê malbata wê tev li wira bûn, sebîyekî biçûk, ciyekî ku pê de here tinebû. Leşker jî vîya dizanibû, lewra wê berî derva dida. Li derva bi çavên xu çi dît û muşahede kir, wê bi me re parve bike. Lewra serê bavê xu yê ji govdê wî jê kirîbû li ber camîya mezin di serê sûngîyên leşkara da dîtibû.

Şêx Se‘îd û hevalên wî çewa mehkeme kirin û li hundurê mehkemê çi qewimî wê bi me ra parve bike. Koçberî, mirina zarokan, birçîbûn û kesîrtî…

                                               “NAVÊ MIN HEDÎYE AKYILDIRIM”

    

Hedîye AKYILDIRIM (tarîxa hevdîtınê: 10.11.2009) Dema nıvîsandına vê nıvîsê da wefat kırıbû. Xweda rehma xu leke

“Navê min, Hedîye Akyıldırım. Navê bavê min, ‘Elî lawê Fettah. Bi zazakî ‘Elî Fêt, tê gotin. Zarokê bavê min em 5 xwişk û bira bûn. En mezina me xwişka min Zehra bû, ‘umrê wê 12 sal bû. Birê min Mehmûd dora 7 salî bû. Di pey birê min Mehmûd ez dihatim û ‘umrê min dora 5 salî bû. Di pey min ra xwişkeke min bi navê Sonya dihat, ‘umrê wê dora 4 salî bû. Di pey wê re jî en biçûkê me bi navê kalê min Fetah hatibû navkirin û ‘umrê wî dora yek salî bû. Di bin zulma zalima da tev wefat kirin ez û dîya xu û birê min Mehmûd sağ li heyatê man. Bi tevî bavê min mirina her yek ji wan dilê meriv diperitîne, ezê ji we ra behsa mirina wan bikim.

Şêx Se‘îd însanekî ‘alim û zana bû. Di medresa da feqî xwedî dikir û însana îrşad dikir. Li bal însanê herêma me pir bi qîmet û heskirox bû. Çi wext Kemal hukûmeta xu çêkir, ew çağ îdî hewceyîya wî bi însanê me nema. Ya rastî hewceyîya wî bi Îslamê jî nema. Çi wext cîyê pîyê xu dît, xebata wî ya ewilî rakirina şert û şurûtê Îslamê bûn. Şêx vîya qebûl nekir. Pîrekâ Şêx Se‘îd Şefîqa, di girtîgeha derê çîyê de li ba me bû û ji me ra wûha behsa Şêx û rabûna wî ya qiyamê dikir.

ŞÊX SE‘ÎD EMRÊ QIYAMÊ JI PÊXEMBER GIRT

Dîya me ya Şefîqâ ji mera wûha di got, “Rojekî Şêx, Resûlûllah hezretî Muhemmed (s.‘e.w) di xewna xu da dît. Resûlûllah jê re dibêje “Rabe qîyam bike”. Pir di bin tesîra wê xewnê de ma. Hinik av û teştekî girt ba xu û ket hûndûrê oda xu û derî li ser xu girt. Sê roj û sê şev di hundurê odê de, bê xwarin û vexwarin ma. Derê xu li ti kesî venekir. Biştî sê roj û sê şevê wî qediya, hinik ‘alim û şêxê hevalê wî hatin mala me. Li Şêx Se‘îd pirsin. Me jî ji wan ra halê ku ketîyê de got. Me got, “Li me derê xu venake. Hûn xû bidin naskirin, belkî li we derî veke. Lewra em îdî ji heyata wî ditirsin.” Wan hevalê wî li derî xistin û navê xu gotin, xu dan naskirin. Deng ji Şêx derneket. Derî jî venekir. Em û wan misafira bi tevîhev ji siheta wî tirsîyan û me derî şikand û em ketin hindir. Di halê secdê de me ew dît. Şêxê hevalê wî, wî rakirin. Çavê wî ji girî û bêxewî werimîbûn û tije xweyn bûbûn. ‘Alimê hevalê wî, wî dan rûniştin û serpêhatina wî jê pirsîn. Şêx jî xewna xu ji wan ra bi temamî got. Dûra serê xu bilind kir û yek bi yek li ser çawê wan ‘alima nihêrt.

Di wê anê de bêdengîyek kûr çê bû. Lewra hevalê wî yen ku hatibûn balê ew jî bi hindikî bi qâsî wî ‘alim û zanabûn. Giranîya wê xewnê û meselê fêm kiribûn. Ji lewra herkes qasek bê deng ma û bi nefsa xu ra muhasebe kir. Halê ku sê roj li Şêx Se‘îd çêbû anha li wan çêdibû. Lê belê jimara wan pir bûn û ji hev qûwet girtin, zû bi nefsa xu dan qebûl kirin. Wê bêdengîyê Şêx Se‘îd xera kir û vûha got, “Emrê min bi barekî giran tê kirin. Înşellah wê Xweda min bê yardima xu ya me‘nevî nehêle.” Cardin bêdengîyeke kurt çê bû. Şêx li ser çokâ runişti bû. Ji hurmetê hevalê wî yên ku hatibûn balê tev bi hevra li ser çokâ runiştibûn. Şêx cardin bêdengîyê xerakir û got, “Gelî ‘aliman! Ka hûn di heqê vê xewnê û rabûna qiyamê de ji min ra çi dibêjin.” Di carekî da însanê li wê der hazir, wî emrê giran li ser milê xu hîs kirin û ‘adeta hewceyeke bi mislê înzîwaya Şêx bi wân re çê bû. Belê zû bi xûva hatin û wûha bersiva Şêx dan û gotin, “Şêxê min rabe, destê me teva bi tera.” Hesabê qiyama Îslamê ‘ewil li wir kirin û dest dan hev bi hevra dest bi xebatê kirin. Şêx û ‘alimê li wê der hazir, kîjan wê çi bike û bi kîjan âlî de here, însana şîyâr û îrşad bike, neqandin û herkes bi bal ‘îşê xu ve ji hev belabûn.”

 (Şêx Se‘îd bi meqseda îhya kirina dînê Îslamê û însana qiyam kir. Şehir bi şehir gund bi gund gerîya û ji bo însan a li dor kitêba mûbîn Qur‘an a Kerîm bicivîne. Di meqseda wî da tenê herêma me tinebû belkî temamê welayetê Tirkîstanê jî wê bigerîya û însanê wan dera jî ji tehlîka pêla dînsizîya îdara nû ya cimhûrîyetê xeberdar bikira û wan jî di bin hukmê Kitêba Mûbîn da li hev bicivanda. Ew çax beyanat- daxûyanîyeke çap bikira û li ser navê hemû miletê, hikûmetê hişyar bikira. Di meqseda qiyama Şêx de sîlah û şer, ne daxwazîya ‘ewilbû. Heta mecbûr nemîne wê dest navêje sîlahê. Bi hedîsa Pîranê hê xebatê qiyamê yên îrşad û şîyarîya xelkê, cîyê xu nedît û negihaşt kemalê mecbûrî şer û herbê anî ber derî. Ev jî hîle û pîlanê hikûmetê yên kûr bûn. Fêkîyek ku bi hemdê xu negihîje di wî da ji bo însan ti xêr û te‘mek tunîne. Serhildana qiyama mubârek jî bi hedîsa navçeya Pîranê ji berî ku bighîje hat dawşandin.)

Bavê min qumandanekî biqîmet bû li ba Şêx. Bavê min bi qiyamê re îdî nehat malê. Me pir bêrîya wî kiribû. Rojekî hat navçeya Hênê û hat malê ji bo dîtina me. Leşker xebera wî hîn kiribû û girtin ser mala me, bavê min girtin birin. Li ber germa rojê bavê min te‘zî dikin û dims bi canê wî didin. Wî bi darekî wa girê didin. Moz bi refa li ser canê wî datînin ji bo dimsê û pê ve didin. Canê wî pêre diwerime. Şêx Se‘îd serîyekî leşkerê xu dişîne û bavê min ji wê esaretê xelâs dike.

Şêx Se‘îd û hevalê wî piştî hatin şehîdkirin, leşkerê cimhûrîyetê li her der hicûmî malê me kirin. Bi tevî malbat û zarokê Şêx, zarok û pîrekê ‘alîm û qumandanê qiyamê jî kirin hedef û armanc ji xu re.      Lewra piştî daleqandina Şêx, bavê min û hevalê xu derketin çîyê û têkoşîna xu berdewam kirin. Bavê min berî qiyamê esnaftî dikir. Çi zeman qiyam dest pêkir, ew çax bavê min jî dikana xu firot û ji bo rojê teng kir pere û da dîya min, ji bo pê me xweyke. Leşker girtin ser mala me jî. Min û dîya min û bi tevî xuşk û birê min girtin. Ew çax leşkerê cûmhurîyetê perê me jî dîtin û dizîn, ji xu ra birin. Em bê pere hiştin. Ji gund û navçeya çi zarok û pîrek girtibûn teva anin cemhev. Jimara me derket 500 kesî. Tevê wê jî zarok û pîrek bûn. Me bi bal wîlayeta Dîyarbekir va meşandin. Her pîrekî bi zarokê xu yê biçûk û mezin ra di vê rêya dirêj û birçî bûn û tibûnê re hat ber helakê. Zarokê ne fe‘ma tineyî û esaretê nizanibûn. Qêrîn û zarînê zarûka bi ser dayîkê xu da dilê meriv danî xwarê. Lê belê ji destê dayîka tiştek nedihat. Leşker jî bê rehm û şefket bûn. Bi lez û heqaret em dimeşandin.

Me gihandin qerexê çemê Dîclê. Li ber çem em dan sekinandin. Me li ba xu digot, leşker hatin rehmê ku li ber çem me dan sekinandin ji bo em bîna xu bidin. Belê paşê me hîn kir ku ji bo xêra me li devê çem nesekinîne. Ji bo me teva bavêjin çem û di wir da helak bikin. Belê gundê wan nêza meqseda leşker fêm dikin û her gundekî çend însanê xu yê rûsipî dişînin bal serokê leşkera û hîvî rica me ji wan dikin û me bi tevî hev ji avêtina ava çem û xeniqandinê xelas dikin.

                                    ZAROK Û PÎREK BI HEVRE DI GIRTÎGEHÊ DE

Me gihandin girtîgeha derê qesrê û me zarok û pîrek kirin qata ser, Şêx Se‘îd û hevalên wî jî di qata bin da digirtin. Jimara me pirbûn. Ji bo razanê tiştek nedan kesî. Camekan tinebûn. Em zarok û pîrek li ser ‘erda cemidî radiketin. Me di şûna camekâna da potik û kaxez dikir şibakê girtîgehê da bişev em serma negirin. Belê feyda wan jî tinebû. Pirê zaroka ji serma û bêxwarin nexweş ketin û wefat kirin. Kesî li me nedipirsî û nexweşa nedibir nexweşxanê. Em di bin pêşa dayîka xu da radiketin. Dayîkê ku zarokê wanê biçûk pir bûn, şuxlê wan bêtir zorbû. Dayîka min jî yek ji wan dayîkê ku şuxlê wan zor bû.

Birayê min yê biçûk ‘umrê wî dora yeksalî bû. Navê wî Fetah bû. Binê wî min paqij dikir. Wî û potikê wî li ber kanîya hewşa girtîgehê dişûşt. Leşker nedihîştin ku dayîka min derkeve hewşê, lê belê dengê xu ji min ra nedikirin. Şuxlê ser dest û pîya min dikirin.

Girtîgeha derê qesrê dîrokî bû. Hikûmdarê di paşeroja kur da wê li ber qesra xu çê kiribûn ku însanê li hember wan rabin biknê de û nêzî wan bin ku di alî xu da ji şerê wan pak bibin. Belê van girtîgehên bi dîwarê kewir jî wan xelas nekir. Ew jê ma-mîras ji hikûmeta nû ra mabû. Her avahîkî girtîgehê li ser du qata bû û bakûr-başûr, rojava û rojhelat da li ser dirêjahîyê hatibûn avakirin. Nava wan de baxçekî mezîn hîtibûn. Di wî baxçeyî da kanî hebû. Ji bo girtî derkevin wî baxçeyî ku çavê rojê bibînin. Lê belê ne Şêx û hevalên wî berî wî baxçeyî didan ne jî Pîrek û zaroka. Bes min bi tenê ber didan ji bo hewceyên temamê wan girtîyan. Ez li wir bûbûm dîya derda. Temamê zulmê tarî min bi çavê xu mişahade kirin. Ezê anha jî behsa wan zulmê ku min li wir bi çavê xu dîtîne bikim.

Rojekî dîsa ez ji bo hinik hewceyên girtîya li hewşa girtîgehê bûm. Min dît ku Şêx û hevalên wî derxistine hewşê destê wan girêdane û wan li pey hev yek bi yek kirine rêzê. Min di nava wan da Mustefa Beg, Salih Beg, Şêx Se‘îd, Şêx Mûhemed û Hesen Efendî nas kir. Berî qiyam dest pê bike ew pir dihatin mala me. Wê rojê ew birin dadgehê. Tabûreke leşker li dora wan sekinî bû. Wan di derê girtîgehê re derxistin. Min jî da pey wan. Ti leşker bala min nekişand û qarişî min nebû. Dadgeh jî li ber girtîgehê li alîyê wî yê başûr diket. Di nav wî û girtîgehê de 30-40 mîtro ancax hebû. Wan girtin odeya dadgehê û ez jî li pey wan ketim odê. Dilê minê bi zaroktî dişewitî û çavê min ji wan pêştir kesî nedidît. Ez ji leşkera neditirsîyam. Di nav dest û pîyê wan de ez çûm ketim odeya darizgehê û min jî heta pâşî li wan guhdarî kir. Di darizgehê de 3 kes rûniştibûn. Dadger kir qêrînî bi ser Şêx de û got:

“Tûyî ew kesê ku herb li vê hikûmetê vekirîye.” Şêx sikût kir û bersiva wî ne da. Agirê ‘esebîyeta wî nava wî bêtir şewitand li ser weqar û sikûta Şêx. Salih Beg netebitî û bersiva dadger bi qasî wî hişk û bilind da û got, “Min li hember hikûmetê herb vekir dadger efendî min, min.” Pêre jî deste xu li sînga xu dixist. Ji heybeta Salih Beg însanê li wir tev de tirs û xewf girtin. Ew tirs û xewf ket dilê dadger jî. Piştî xeberdana Salih Beg bêdengîke kurt çê bû di darizgehê de. Salih Beg bi ‘eynî hêrsê xeberdana xu dewam kir û got. “Dadger Efendî zimanê te nagere ku ti bêjî Şêx Se‘îd Efendî.” Cardin bêdengîyek kurt çê bû. Dost û neyar ji wî dengî xewf girtin. Dost ji ‘eqîbeta Salih Beg tirsîyan, neyar jî ji cesareta wî. Dadger wê gavê di cîyê xu da cemidî. Zimanê wî hat girtin û ji meqamê xu rabû ber bi Şêx de hat. Halekî ji teref Xweda da lê çê bûbû. Ji bo ‘efwâ xu ber bi Şêx Se‘îd de hatibû. Salih Beg li ser Şêx fetilî û wiha got, “Qurban bihêle bira di vî halî de bimîne, ji însana ra bibe ‘îbret.” Şêx got, “Tiş nabe, tiş nabe.” Û destê xu yê mubarek di serê wî da û ew hal ji ser rabû. Şêxê me zatekî bi wî rengîbû.

                                         XUŞKA MIN JI KESRA WEFAT KIR

Min gotibû xwişka mina Zehra 12 salî bi me ra hatibvû girtin. Ew mezinbû û ji me bêtir tişta fêm dikir. Leşkerê Kemal bi wehşeteke mezin bi ser malê me da hatibûn û me bi tevîhev girtibûn. Wê xûşka min di wê êrîşa leşkera da ziravê wê diqete û çend roj şûnda ji nişkava wefat kir. Ew wefata ‘ewil bû ket mala me. Piştî wefata xwişka min Zehra, xwişka mina 3 salî Sonya di girtîgehê de wefat kir. Pirê sebebê wefata xwişka min Sonya, birçî bûn û kesirbû. Tiştekî xwarinê li girtîgehê raste rast ne didan me. Em jî li mala xu hînî xwarina paqij û bol bûbûn. Xwişka min Sonya nexweş ket, ze‘îf bû û ji dîya min ra di got, “Ji mira qeymax bîne, mast bîne, ez penêr dixwazim…”  Çi xwarinê ku li malê dixwar navê wan teva digot. Ez qet jibîr nakim ku heta xwişka min canê xu teslîm kir jî wan xwarina dixwest. Dîya mina belengaz jî tiştek ji deste wê nedihat û bê çare wê dabû ber dile xu û hûrik hûrik pê de digirîya. Hêsirê çava zirav bi ser suretê wê de dihatin xwar. Ez jî li ber serê xwişka xu Sonya rûniştibûm û bi dîya xu ra min jî hêstirê çava dibarandin. Lewra xwişka min Sonya bi ‘umrê xu li pey minbû. Ez û ew me bi hevra dileyîst û me bi hev tesellî didît. Sonya di girtîgeha derê qesrê de wefat kir. Ev ji mala me canê dudoya bû ku me dida erdê. Mesela definkirina vê xwişka min jî dile meriv tîne xwarê. Nuha jî ezê behsa definkirina wê bikim. 

     Xwişka min Sonya li ber dile dîya min can da, ku xwedîyê wê hebûna û wê bibirina nexweşxanê teqdîr ya xweda bû lê belê nexweşîna wê ne ya mirinê bû. Leşkerê Kemal dixwestin rojê çend heb ji me bimrin û ji me pak bibin. Xebera wefatkirina xwişka min dan leşkerê li ber derî. Wî jî xeber dan serleşker. Çen heb leşker wekî hova hatin hindir û cesedê xwişka min ji ber dilê dîya min ya belengâz girtin û birin. Ez bi pey wan ketim. Derketin dervayê girtîgehê ez jî li pey wan derketim. Ti kesî berî min neda. Îdî leşker jî hînî çûyîn û hatina mina dervayê girtîgahê bûbûn. Lewra hewceyek girtîya çêbûna çend quriş perê ku li ser wan hebûn didan min û ez diçûm bi bal camîya mezin û min hewceyên wan distend û car din bi şûnda ez dihatim girtîgehê. Du leşker cesedê xwişka min bi qasî sed metreyî bi alî roj helata girtîgehê de birin û li ber sûrê danîn. Li wir zinareke mezin hebû. Bi tevir û bêrê di koka wê zinarê da çalek kûr vedan. Xwişka min du-sê mîtro ji wan wir da li ser xwelîyê dirêj û li ser pişt hativû danîn. Ez çûm li ber sere xûşka xu li pîya sekinîm. Serê ‘ewil ez ji leşkera tirsîyam ku wê berî min din ji wê derê. Min nihêrt ku kesik dengê xu ji mi ra nake. Ez xwarbûm û hêdîkâ li ber serê xwişka xu rûniştim. Min di bin çava da li wan leşkerê ku wê çalê dikolin dinhêrt. Dîsa dengê xu ji mi ra nekirin. Min bi ser çoka xu bi alî serê xwişka xu da kişand. Çavê xwişka min girtîbû. Min destê xu bi ser çavê wê da. Ser çavê wê cemidîbû. Porê wê yê reş li nav hev ketibû û li ser xwelîyêbû. Lewra ew serê çend rojabû ku em girtîbûn û kesî serê xu ne şûştibû. Porê xuşka min ji qirêjê li navhev ketibû. Min çoka xu bi pêş da kaşkir û serê xwişka xu ji nav xwelîyê rakir û danî ser çoka xu. Ceset kî bê rûh bû. Destê wê ji ser dilê wê de ket ‘erdê. Min destê xu bi ser û çavê wê da û min xwest ku ez bi deng bigrîm û bavo birao bikim, lê belê ez ji leşkera tirsîyam. Min girî û hûzna xu bi nav dilê xu da berda. Belê hêstirkê çavê min car din bi ser suretê min da li pey hev hatin xwarê.

Ew herdû leşker kolandina wê çalê qedandin. Ti xeberdan bi ber wan nediket bi hevra jî xeber nedidan. Yek ji wan leşkera rakir cesedê xwişka min Sonya ji ser çoka min bir û avêt wê çe‘la koka wê zinarê. Xwişka min bê şûştin bê kefen bi tevî cilê wê avêtin wê ça‘lê û xwelî avêtin ser de. Wan heta ser cesedê xwişka min tije xwelî jî kir ez ji wê derê dûr nebûm. Paşê bi dilekî kûl û peritî ez ji wê der dûr ketim û cardin çûm hundirê girtîgehê ba dîya xu. Dîya min hê digirîya. Ji min pirsî ku leşkera cesedê Sonya bi kur ve birin. Tiştê ku min dî bi temamî min ji dayîka xu ya dilşewat ra jî got û dayîka min jî min da ber hemêza xu em bi hevde girîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîa’mên Li Herêma Me – Gundê Xerîb 3
Ê Li Pey Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me -4 Serê Li Ser Singûya

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.