HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE

Article

REÇETA KURDAN

HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE

BI HERKESÎ RE MEYLA DÎNÊ ÎSLAMÊ PEYDA BÛYE

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Me got ku di binê hinekan de xerabî hebe jî gerek merev hucûmî ser neke “Min di hadîseya sîw yekê adarê de halekî nêzî vêya dît. Çimkî min dît fedaiyên Îslamê ê xwedî hemiyet ku şûraya şer’î dixwazin û şûraya şer’î rûhê heyatê dizanin, ji bo ku şûrayê li şerî’etê tetbîq bikin û ku îdarevan jî li gorî Qur’an û Sunnetê hukum bikin nesîhet li wan kirin. Û van fedaîyên Îslamê ji bo ku navê şerî’eta pîroz bi quwweta şûraya şer’î bilind bikin hinik nesîhet kirin. Û dîsa van fedaîyan ji bo ku şûraya şer’î bi quwweta şerî’etê û qanûnên Îlahî bidomînin nesîhet kirin. Û ew xetayên ku di dewra seltenetê de hatine kirin ji bo ku bidin nîşandan ku vana ji nerî’ayetkirina şerî’etê çêbûne hinik nesîhet kirin û li her derê van gotinên xwe belavkirin.”

“Pişt re van cahilên ku hê rast û çepê xwe ji hev nasnakin û zendikin ku –haşa- şerî’et musa’ede ji îstîbdadê re dide, wek hawê ku tûtî teqlîda însanan dikin rabûn gotin em şerî’etê dixwazin. Lê bi vê gotinê meqseda wan seltenet bû. Bi vî rengê tevliheviyê meqsed nehat fêmê. Ew keda wan fedaîyan jî beyhûde çû. Wan kesên ku xwe bi derewa hemiyetperwer didan nişandan îdî bi şeklekî ‘elenî êrîşî ser navê şerî’eta pîroz kirin.”

Bi sebeb vê nuqtê hîmmet û ğîret jî rûniştin. Nikaribûn îdî rabin piya. Leqleqa dilnexwaziyê dengê mûsiqiya hurriyetê xerakir. Meşrutiyet qels ket û di nav kêm kesan tenê de hema navê wê bi tenê ma. Fedaîyên ku şerefa wê himaye dikirin ew jî jê qetiyan.”

S: - “Bi sebeb ku em hinik kesan bê dîn zen dikin çima emê zirarê bibinin?” Mesela ez dibêjim filankeso bê dîn û bê îman e. di vê gotinê de ezê çi zirarê bibinim?

C: - “Ezê li ser perda xiyalê mîsalekî bidim û zirarawê ji we re bejim.”

“Em ferz bikin; li ser vê sehraa mezin baxçekî muhteşem heye. Di nav vî baxçî de qesrek heye. di goşekî vê qesrê de bi qasî avgerma we ya Beytuşşebabê avgermek heye.” Xiyalen wiha bifikirin. “Hûn jî li derve ji ber zordayina sermayê, ji ber şiddeta berf û bayê, bi dilê xwe yan jî bê dilê xwe mecbur in têkevin hindirê vê qesrê. Bes we dîtiye yan jî bihîstiye ku di deriyê qesrê de du kesên kor û di nav hawiz de jî hinik zilamên tazî hene.” Hûn jî di tesîra vê zennê de mane. “Di wehma we de ev der ciyê kora ye yan jî ciyê taziya ye.” Ji we tirê ku di wir de ji kor û taziyan pêve kes tuneye. “Dema ku hûn dikevin wir ji bo ku hûn jî bibin wek wan hûn radibin cilê ta’etê derdixin û ji bo ku hûn wan nebînin hûn radibin ‘eqîda xwe, yanî çavê xwey heqîqetê digrin” Yanî ji bo ku hûn jî bibin wek fasiqan hûn emr û nehyê dînê xwe davêjin alîkî û ‘îbadetê xwe diterikînin. Hûn çavê xwe ji gunehên wan digrin. Ji ber ku hûn heqîqetê nizanin hûn jî ya wek wan dibin gunehkar yan jî hûn ji gunehên wan re me’zeretan dibînin.

“Hal ew e, wanê di hindirê qesrê de xwedyê qesrê ne. Di wan odeyên muhteşem de çavên wan vekirî û ‘ewretê wan jî sitirandiye. Bi tefekkur şêwrê dikin. Û tedawîw xizmeta wan kesan dikin ku kor û tazî ne, di hinik goşan de civiyane ser hev.” Ji bo ku van kesan têkevin daîra Îslam û Qur’anê û ji bo ku hîdayet bibin ji wan re xizmetê dikin. Tu jî ji ber ku wan bê dîn zen dikî “bi şeklekî wehşî û ehmeq, çavgirtî û ‘ewretê xwe bera derve bidî û têkevî nav wan gelo ehmeqiyek û zirarek ji vê mestir heye?”

Çima em li piran nanerin û li hindikan dinerin? Çima em bi qusûra hindikan teva mehkûm dikin? Çima em li îslahkirina wan hindikan naşuğulin? Di bedêla ku em dîndaran zêde bikin çima em daîrê li xwe teng dikin?

“Bi rastî kesekî ku ji nesla muslumanan hatibe, ‘eql û fikra wî terka Îslamê bike jî fitreta wî û ûjdanê wî tucarî terka Îslamê nakin. En ehmeqê me û en gunehkarê me jî terefdarê sedda resîna piştgeha me ye ku ew jî dînê Îslamê ye. Nexasim kesên ku haydarê tarîxa siyaseta Îslamê ne bêtir girêdayî bi Îslamê ve ne. Ji dewra se’adetê heta îro, tu kitêba tarîxê ji me re nabêje ku Muslumanekî bi muhakema ‘eqlî yan jî bi delîl tercîha dînkî din li ser dînê Îslamê kiriye.”

“Ê ku ji dîn dertên hene. Ev meselekî dine. Tu qîmet ji teqlîdê re tuneye.” Bê fikirkirin, bê muhakemekirin hinik kes ji bo hinik menfe’etan dibêjin “ez ji dîn derketim.” Ev tişkî îstîsnaî ye.

“Hal ew e ku mensûbên dînên din yên batil bi muhakema xwe yên ‘eqlî û bi delîlan ref bi ref daxilî dînê Îslamê bûne û hê jî daxil dibin. Heger Îslama rastî û rastiyû îstîqameta ku layiqî Îslamê ye em karibin nîşanbidin wê însan qefle bi qefle têkevin Îslamê.”

“Û hem jî dîrok ji me re dibêje; medenîbûna muslumanan bi qasî pêkanîna wanî emr û nehyên Îslamê ye.” Muslumanan çiqas dînê xwe meşandibin hewqas bûne medenî, çiqas ji dînê xwe dûr ketibin hewqas ji medeniyetê jî dûr ketine.

“Û hem jî heqîqet ji me re dibêje; însanên hişyar ku zane meqseda heyatê çi ye xwe bê dîn nahêle. Nexasim ê ku hişyar bûye, însaniyetê naskiriye, paşeroj û ebediyetê dixwaze, ne mumkine ku bê dîn bimîne. Çimkî însanê ku hişyar bûye li hember hucûma kaînatê ji xwe re li piştgehekê digere û dixwaze xweziyên wiyên ku dawî ji wan re tuneye werin cî û ji bo wan derîkî alîkariyê bibine. Yanî heger dendika heqîqetê ku dînê heq e û Îslamiyet e peyde neke ne mumkune ku bijî.”

“Ji ber vê yekê bi her kesî re meyla dînê Îslamê peyda bûye. Eviya jî dide nişandan û îşaretên fitrî hene ku di pêş de dînê fitrî ji bo beşer wê dînê Îslamê be.”

“De îja ey gelî bê însafan! Heqaîqê Îslalamiye hewqas fireye kare temamê ‘alemê têxe nav xwe û ronî bike. Îja çewa hûn wê teng dikin û ji hinik kesên mute’essib tenê re dihêlin û nîvê mensûbên wê davêjin derve?”

“Û hem qesra nûraniyeta Îslamiyetê bi qasî ku temamê kemalatan têxe nav xwe û bi qasî ku hissiyatên ‘alî yên temamê new’ê beşer xwedî bike maddeyan di xwe de îhate dike. Hûn bi çi cesaretê wek çadireke reş a ku şênê dike û xasê bi feqîr û bedewiyaye didin nişandan û texeyyul dikin. Belê, her kes tabi’ê ‘eynika xwe ye.’Eyenika wî çewa bide nişandan ew jî li wê gorê qerar dide. Demek ‘eynika we ya reş û derewîn jî wiha dide nişandan.”

Bi nezanî ne Muslumantî tê meşandin ne jî di heqê civakê de merev kare bi heqî xeber bide.

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
    Ê Li Pey سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.