KURTEJÎNA ŞÊX QUTBEDDÎNÊ KORİKÎ Û DU HELBESTÊN WÎ

Article

Helbestvan, murşîd û qesîdebêjeke Kurd ê muhîm jî Şêx Qutbeddînê Korikî ê bi mexlesa “Xakî”ye ku ta nuha baş nehatiye naskirin. Eger Ellah Te‘ala destûr bide em dê di vê nivîsê de wî bi we bidin naskirin û du helbestên wî yên hêja bi we re parve bikin.

Li gorî beyana Zeynelabîdîn zinar, Şêx Qutbeddînê Korikî di sala 1916ê miladî de li Gundê Korikê hatiye dinê. Ev gund ḥalê ḥazir bi bajarê Batman ve girêdayî ye. Piştî veguhestina navê gundan fermandaran navê vî gundî jî kirine Aydinkonak.

Navê bavê Şêx Qudbeddînê Korikî Şêx Îbarhîm e. Wexta ku Şêx Qutbeddînê Korikî ji diya xwe welidiye hê Batman nebûye bajar, gundê Korik jî bi bajarê Elmedîna ve girêdayî bûye. Paşê ev bajar ketiye ber lehîya Çemê Batmanê û kavil bûye.

Li gorî beyana Zeynelabîdîn Zinar malbata Şêx Qutbeddînê Korikî ji nesla Şêx Xelîlê lawê Seyyîd Ebulqasimê Muḥemmed Bûbil-Qas in ku di nav gel de wek mala Bûbê Kal hatine naskirin. Gora kalikê vê malbatê ê bi navê Seyyîd Ebulqasim Muḥemmed Bûbil-Qas nuha li Gundê Bagasê ye.

Şêx Qutbeddînê Korikî di destpêkê de li ber destê bavê xwe xwendiye. Lewra bavê wî jî muderrîs û xwenda bûye. Piştî ku bavê Şêx Qutbeddînê Korikî wefat dike ew diçe cem Mele Ḥesenê Tîlmîzî û li ber destê wî dixwîne. Wexta ku seydayê wî wefat dike Şêx Qutbeddînê Korikî diçe di gundê Bosorkê de li cem Mele Fexerdîn xwendina xwe ya medresê diqedîne û dibe mela. 

Ji ber ku bêtir mêla Şêx Qutbeddînê Korikî li ser tesewûfê nexasim li ser terîqa Nexşebendî ye ew diçe Cizîra Bota û întisabî Muḥemmed Se‘îdê bavê Şêx Seydayê Cezerî dike. Şêx Qutbeddînê Korikî hem îcaza terîqa Nexşebendî hem jî îcaza melatîyê Şêx Seydayê Cezerî girtiye.

Şêx Qutbeddînê Korikî di heyata xwe de bêtir bi îrşada terîqê ve meşẋûl bûye. Gelek caran ew ji mala xwe derketiye û bo îrşadê bi mehan li gunda geriyaye. Ji Ozalpa Wanê bigre heta Batmanê ew li gelek gundan geriyaye û xelk îrşad kiriye. Li gorî beyana Zeynelabîdîn Zinar ew û seydayê xwe ê bi navê Şêx Fexreddîn bi hev re derdiketin îrşadê. Ji ber ku ew bi xwe wekîlê Şêx Seyda bûye wî bi xwe jî wekaleta terîqê daye hinek kesan. Şêx Qutbeddînê Korikî ji bil Şêx Seydayê Cezerî û Muḥemmed Se‘îdê bavê wî îcaza terîqa Nexşebendî ji wekîlê wan ê bi navê Seyyîd ‘Elîyê Findikî jî wergirtiye.

Şêx Qutbeddînê Korikî keseke xêrkir û ehlê xêrê bûye. Lewra wî bi xwe li ser erdê xwe mizgefta Batmanê a bi navê Yildiz Camîsî daye avakirin ku ev mizgeft ta nuha di xizmeta gel de maye.

Şêx Qutbeddînê Korikî ji bil muderrîstî û îrşada terîqê keseke xwedan berhem û ehlê qelemê bû jî. Lewra wî li pêy xwe digel gelek helbestên cûrbecûr, ‘eqîdenameyek Kurdî û berhemeke bi ‘Erebî ya li ser menqibeyên şêxê xwe hiştiye û di sala 1979ê miladî de wefat kiriye.

Şêx Qutbeddînê Korikî nuha li gundê xwe ê bi navê Gundê Korikê li rex Mele Îbarhîmê bavê xwe medfûn e. Bi qasî ku tê zanîn bi navê Mele Fexreddîn, Seyîd ‘Umer, Seyîd Elî û Seyîd Ebdulah çar kur û du keçên wî hebûne. Şêx Qutbeddînê Korikî temmamê zorokên xwe di warê ‘ilmê medresê de daye xwendin û nehiştiye ku cahil bimînin.

  Şêx Qutbedînê Korikî di helbestên xwe de mexlesa“Xakî”  bikar anîye. Helbestên wî bi Kurmancîyeke zelal û herikbar li gorî kêşa ‘erûzê hatine hûnandin. Di helbestên wî de gelek nesîhet û şîret xwe nîşanî me didin.  Dîsa di helbestên Şêx Qutbeddînê Korikî de bi awayeke aşîkar tesîra Melayê Cezerî xwe nîşan dide. Bo nimûne ev beytên wî besin:

“Min dî bi xef weqta seher, selwa şepal zêrînkemer
Meşya di burcê hate der, ker kir dilêm, ev reng ciger”

Ev du helbestên Şêx Qutbeddîne Korikî ne ku em bi we re par ve dikin. Me helbesta yekem ji Dîwana Cami’, a duyem jî ji xebata Zeynelabîdîn Zinar wergirt. Di warê peydakirina helbesta duyem û agahîyên di derbarê Şêx Qutbeddîne Korikî de me Zeynelabîdîn Zinar û Zahîr Ertekîn îstîfadekiriye. Mala wan ava.

 

1. RABE JI XEW, RABE JI XEW

 

Beḥra Recez, Beyta Tam

Wezna wê: Mustef‘îlun/ Mustef‘îlun/ Mustef‘îlun/ Mustef‘îlun

Salim, saim, salim, salim

 

Rabe ji xew, rabe ji xew, ey dil demê rabe ji xew

Furset firrî teşbîhê kew, ey dil demî rabe ji xew

 

Teşbîhê kew furset firrî, wellah êdî tu nagirî

‘Îbret bigir ji xelqê mirî, ey dil demî rabe ji xew

 

Rabe ji xewna ẋefletê, hew ku te dî celbê te tê

Meḥkûm diçin hukumetê, ey dil demî rabe ji xew

 

Meḥkûmê zenb û seyyîat, hew ku te dî celbê te hat

Exz û girîft û tewqîfat, ey dil demî rabe ji xew

 

Wê-j te bikin purs û sual, kanê wesîqe ey heval

Nabe ku bêy maye li ml, ey dil demî rabe ji xew

 

Nayêne xapandin bira, bi mal û bertil û pera

Pursê dikin ji xêr û şerra, ey dil demî rabe ji xew

 

Tu nakî fikra wê derê, pursa nekîr û munkerê

‘Îbret ke-j narê seqerê, ey dil demî rabe ji xew

 

Ew qebra ku purr teng û kûr, tê da hene purr mar û mûr

Tê me bixwin nefxeyê sûr, ey dil demî rabe ji xew

 

Ew mar û mûrê purr belek, ew ‘eqrebê dûvên xelek

Zarîn ji te bîne felek, ey dil demî rabe ji xew

 

Ahîn û zarîn û fîẋan, nadne te muhlet û eman

Nayê hewara te cîran, ey dil demî rabe ji xew

 

Ne bavê te da û weled, ne ex û ‘emm û met û ced

Ẋeyrî Xudayê lem yuled, ey dil demî rabe ji xew

 

“Xakî” te nêzîke ecel, me nîne îxlas û ‘emel

Hêvya me Rebbê lemyezel, ey dil demî rabe ji xew

 

“Xakî” tuyî ey dil seqîm! Ey mucrîmê zenbê ‘ezîm

Medet ya şêxê me Selîm, ey dil demî rabe ji xew

 

            2. MİN DÎ Bİ XEF

 

Min dî bi xef weqta seher, selwa şepal, zêrînkemer
Meşya di burcê hate der, ker kir dilêm ev reng ciger

Remzek ji çeşmê nazenîn, da cerg û qelbê min hezîn
Ceryan kirin jê av û xwîn, nalîn ji min çûn bê qeder

Hat dilbera burhên hilal, çeşmê belek, gerdenxezal
Qeştin li dêman bûne hal, wechê mudewwer wek qemer

Cerg û hinav têk herişand, sedr û dilêm dax lê kişand
Ser ta qedem têk perişand, rûḥim ji qalib hate der

Can û ciger tev bûn birîn, ey dilbera re’na şêrîn
Iḥsan bike halim bibîn, perde w nîqab rake ji ser

Hatî temaşa min ji dûr, nêrî ku qelbim tev qusûr
Qelb ker kir û hem pare hûr, ateş û xwê danî li ser

Şemlên di reş, teşbîhê mar, çînçîn li dêm biskê diyar
Wan dane dil işqa xedar, dad û meded, mam bê mefer

Dax kir li min cerg û hinav, zendbazinan, dêm lê xunav
Zulfxumriyê misk kir belav, Bayê Nesîm weqta seḥer

Hêsîr kirim şêrînlebê, suhtim bi şewqa xebxebê
Tîr dane dil roj û şebê, lew pare pare bû cîger

Tîrê ji qewsê enber e, sedr û hinav kir mecmer e
Qelb de vekir sed pencere, ah û fixanim têne der

Seyr kir li min-b zewq û surûr, di qelb de ku dî derdê kûr
Yek yek kirî jê tarûmûr, enber û misk danî li ser

Şehzadeya nazikqeba, hatî bi lez, teşbîhê ba
Go: Xakiyêm sed merheba! Qewlen, fesîhen, mu’teber

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê Li Ser Du Sıtranên Ku Li Ser Reşoyê Silo Hatine Hûnandin
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.