BÎRANÎNÊN GELÎYÊ ZÎLAN 5

Article

Havineke pir xedar bû.  Ji her aliyê Zîlan de xeberên mirinê dihatin. Millet mehû bûbû û ji mala xwe derketibû. Birçîbûn, belengazî, feqîrtî, û perişanîyê ji her alî ve Zilan bindest kiribû. Milletê danek xwarin bi dest nedixist. Loma mala xwe xalî kirinbûn û li ser çîya di nav daristanan de dijiyan. Malbat li her ali belav bûbûn. Kes hay ji kesî tunebû. Leşker bi ser zilan de girtibû û li her alîyê Zilan şopa fîraran digerand.

Qaçak ji zû de revîbûn çûbûn Îranê û millet bi tena serê xwe hiştîbûn. Desteyek ji qaçaxan wexta di nava gundekî de derbas bûn jineke pîr ji wan pirsî:

-Hunê herne ku?

-Emê herne Îranê. İdî li van dera karê me nema. Jinika pîr:

-Hûn rabûn we ev serhildan li dar xist, we qerekola dewletê şewitand. Li ser van kirinên we leşker hat bi ser millet de girt û kete gundan. Nuha li pêy we digere. Eger we nebîne wê cezayê we ji millet re bibire. Hûn me li vir tenê dihêlîn. Emê çi xwelîyê bi serê xw de bikin û emê vê meselê çawa çareser bikin? Temsîlkarê qaçaxçiya:

-Belê metê. Wexta em li serê çiya di nav dar û bera de birçî û belengaz dîgariyan hûn di nava cihê xwe de radizan. Hûn di mala xwe de bi dilekî rihet rûdiniştin. Lê em li ber topû tivinga bûn. Îro hûn nikarin dawa tu tiştekî bikin. Em li çara serê xwe digerin hûn jî li çara serê xwe bigerin. Jinika pîr:

-Wisa nekin, werin me tenê nehelin. Dev ji welatê xwe bernedin. Her teyr li ser axa xwe dilşad û serfiraz e.

Digel van lava û zarîyan qaçaxan guh nedan vê pirekê, berê xwe dan sinorê Îranê û çûn. İdî millet bi tena serê xwe mabû. Leşkeran li her alîyî ferman belav dikirin û digotin:

-Werin ‘efû derketiye. Kî bi poşmanî were dê bê‘efûkirin. Leşkeran li Gundê Milkê millet kom dikirin. Li van gundên der û dorê hinek kesan ji vê xeberê bawer dikirin û ji cihên ku xwe lê veşartibûn derdiketin û dihatin teslim dibûn. Hinek kesan jî ji vê xeberê bawer nedikirin û nedihatin. Mele Ehmed û hevalên xwe jî ji beşa duduyan bûn. Ew li nav gel digeriyan û ji wan re digotin:

-Neçin teslîm nebin. Dewlet hatiye xezebê. Şef hatîye dê we hemuka bikûje. Bisekinin bira ev agir hinek sar bibe hê li gundê xwe vegerin. Dewlet qaçaxa nabîne. Lewra hemû revîne wê heyfa wan ji we bistîne. Lazim e em bi hişyarî û eqlê selîm vê meselê çareser bikin.

Milletê nizanibû ku çi bike. Tu rê li ber xwe nedidît. Ger guhê xwe bidana vî Melayî nizanibûn ku çi aqîbet li pêşîya wan e. Encax Xweda bizaniba. Li ser çareserîya meselê zaten niqaş hebûn. Bûyer êdî qewimî bû. Vê carê mecbûr bûn ku bi lez bifikirin û çareserîyeke li gorî eql û fersate peyda bikin.

Bi rastî peyvên Mele Ehmed pere nedikirin. Lewra milletê Zîlan hatibû xapandin. Peyva efwê li guhe wan xweş hatibû û fermana efûyê li nava millet zû belav bûbû. Ji xelkê Gelîyê Zîlan gelek kes ji ser çiya, ji nav daristana derketin û berê xwe dan meskenê rayedarên dewletê. Di dawî de hinek kesên Hecîdêrî, hinek Îskî û gelek kesên din hatin teslîm bûn. Leşkeran milletên teslîmbûyî anîn di nava newalek de civandanin. Jin, mêr û zarok ji hev veqetandin. Paşê zarok şandin cem dayîkên wan. Navê her kesi xwendin, ew rêz bi rêz rêz kirin. Paşê xefirmakine li ser sê çar tepeyan sazkiririn. Îdî hasil gîha bû Mûsilê. Milletê dizanibû ku êdî ewê bên kuştin. Di nav millet de çend şêxên ku hebûn ew jî girtibûn anîbûn wir. Şêx Maşuq şêxê teriqa Nexşebendî bû, di gundekî Zilan de medresa wî hebû. Bi salan di medresa xwe de dersên Qur’anê, dersên zimanê ‘Erebî, dersên ilmê Îslami dabû xwandin. Emrê wî li dora pêncî salan bû. Şaşikek sîpî li serê wî hebû. Rûyêkî nûranî li ser seccadea wî wek seneda imana wî xwe nîşan dida. Rihê wî yê sîpî wek rihê kalê Şêx Se‘id serhiladana xweya li ber zulmê ilan dikir. Qîyamek wek qiyama Kerbela îro li ser erda Zilan di gundê Milkê de rû vedida.  Şêx Maşûq rihê tevda û wihareng bang li gel kir:

-Ey gelê Musluman! Netirsin. Eşheda xwe binîn, selewatan vedin, bi dengê tekbîra erd û asîman bihejînin. Bila cumle mexlûq digel melaîketan bibin şahidê îmana we Lewra:

Cennet ji me ra mizgîne

Mizgîna Rebbê mûbîne

İro roj, roja mêra ya

Şehîd bin di o‘xira dîne

Rehber Mû‘hammed Mustefa

Bo dîn kişand cewr û cefa

Mehsûn nebin xûşk û bira

Dînê me Îslama sefa

 

Şehadet bo me mizgîn e

Rehber Huseynê şîrîne

Bo rêzanê kerb û bela

Şûr ji kalan tu bikşîne

Helbest, qesîde, tekbîr û selewat tevlihev bûn. Olama selewatan ber bi asîman ve hilkişîya. Millet hate eşqê. Eşq û şewqa şehadetê ket dewsa  ‘huznê. Eşqa şehadetêli her derî belav bû. Ji alîkî ve dengê selewatan hildikişiya ji alîyê din ve berê gulle, fişek xefirmakineyan li van rebena bû. Gule û fişek wek baranên buharê bi wan de dibarîn. Fişengê xefêrmakinê li ku derê biketina mina gurêkê har pirtî pîrtî dikir. Li serê kê biketina mijîyên wan belav dikir. Yên ku serê wan, yên ku destê van, yên ku piyê wan difîrî. Her der bûbû gola xwînê. Ev roj ji asîman mirin dibarî Gelîyê Zîlan.

Serê xwe bilind kir heyva çarda mîna findeke mezin her der ronî kiribû. Bêhna xwînê, bêhna goştê insanan li her alîyê Deşta Milkê belav bûbû. Çen sa‘et bû ku di vî ‘halî de di nav xwînê de mabûn. Bêhnek fikîrî. Tu  tiştek nehate bîra wê. Kir ku lingê xwe bikşîne ber xwe lê  li ser nigê xwe giranîkî mezin hîs kir. Xwe henek şidand, ser û singê xwe bilind kir. Dêna xwe da der û dorê xwe. Şaş û mehter ma. Li şûna xwe qerîmî. Her der bûbû gola xwînê û di nav cesedê insanan da winda bûbû. Hinek li ser rû ketibûn, hinek li ser dev. Hinek mijîyê wan belav bûbû, hinek hestîyê wan. Hê ji hinek cendekan xwîn dadiwerivî. Mêr, jin û zarok di navhev de cendek li ser cendekê. Di buhara ‘umrê xwede hewqa zulm û tade dîtibû, nizanibû çi bike. Misqalek bi ser hişê xwe ve hat. Li xwe mikûr bû. Bi xwe re şitexilî û got:

-Navê min Nazêye. Ez ji gundê ji jorînê milkê ji gundê Kundêkê me. Em bo ‘efû û sul‘hê hatibûn. Em hatin xapandin. Leşkeran gule li me reşandin. Ka mêrê min? Ka kûre min? Ka keçika mina mezin? Ev çî bela ye hatiye serê min?

Her cîh tijî cesed bû. Xwe hinek gindirand û ji nav cesedan de der ket. Wextekê dêna xwe dayê dît ku dengê însanan tê. Tirsê dor lê pêça û ji nû ve xwe avêt bin cesedan. Bi tirs û xewf ji xwe pirsî.

-Gelo ew kine? Ji ku hatine. Nebe meyê saxmayî jî bikûjîn. Çiqas diçû deng nêzîk dibû. Kelecanêya nazê jî nêzîk dibû. Guhê xwe li deng girt. Çiqas deng zelal dibû kelecanîya wê jî hewqas sar dibû. Lewra deng dişibhî dengeke nasê wek dengê Şêx Telha.  Belê, belê ew Şêx Taha bixwe bû û wihareng ba dikir:

-Gelî Muslumanan! Em umeta Muhemmed in. Ki birîndare bila rabe. Em zirarê nadin kesî. Em bo riza Xwedê hatine vira. Rabin derenge. Lazime em we bibin û birînên we derman bikin. Eger leşker werin dê we bidin ber singûyan. Ji bo Xwedê rabin dereng e. Em birayê wene. Şerma şef tune, ji Xwedê natirse. De rabin deng bikin boy Xwede…

Birîndar di nav du fikra de mabûn. Eger rabûna dîsa dê biketina destê lesşkera û bihatina kûştin. Ranebûna neçûna birînên wan xedar bûn dê ji ber birînên xwe can bidana.  Nazê tokila xwe  bi Xweda anî û ban kir:

-Gelî muslumanan! Gelî birayan! Geli ummeta Muhemed! Werin ez birîndarim. Çen hewarî bi bez çûn Nazê ji bincesedan derxistin. Piştî dengê Nazê di çar aliyê Milkê de dengê birîndara bilind bû. Gazî û hawar çû erşê ‘ezîm. Kesê ku serê xwe ji nav cesedan radikir banga hewarê dikir. Laşên bi xwîn û birîndarên naçar. Hewar û sed hewar…

Şêx Telha û hevalên xwe ketin nav birîndara û alîkarîya wan kirin. Lê gelek birîndaran li ber destê wan wefat kirin. Ne dixtor hebû ne tebîb. Ê ku mirin ji xwe mirin herçîyên mayî digel Şêx Telha berê xwe dan çiyayên Zîlan. Riya man û nemanê, birînên wan zahiren cebirîbûn lê birîna dilê wan hê bêtir dikelijî û hêstirên xwînîn ji çavên wan dirijîn...

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê BÎRANÎNÊN GELÎYÊ ZÎLAN -4
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.