ROJÎ

Article

 

Gelî ehlé îmané! Wek li ser yé berya we jî ferz bibu rojî li ser we jî ferz buye. Da ku hun xwe bıparézin.

(Rojî) Rojnî bihijmarin. Îdî kî ji we nexweş yan jî li réwîtîyé be, bi hijmaré rojé negirtiye bera di rojnî din de qeza bike. U yén ku nikarin rojî bigrin xwarina feqîrekî li ser wan fidye heye. Kî ji dil fidyé zéde bike ew jé re hé bi xértire. Bes dîgel vî qasî heger hun zanibin rojî girtin jibone we bi xértire.

Meha remezané ya ku ev Qur’an jibo hîdayeta însanan u ji hevqetandina heq u batil, u jibo bibe delîlnî heşkere ji hîdayet u furqanér téda nazil buye. Ji ber vî qasî ji we her kî bighéje vé mehé bera téda rojî bigre, u kî ji we nexweş yan jî li réwîtîyé be, bi hijmara wan rojé ku negirtiye di rojnî dın de bera qeza bike. Xweda jibona we sivikayé duxwaze tengayé naxaze. ( Ev sivikayî) jibo ku hun jimaré temem bikin. U jibo hîdayet péş we kiriye u riya rast bi ber we xistiye hun xweda bi tekbîra mazin bidérin. Hévî heye ku hun şükür bikin.’ BEQERA: 183—185

SIYAM: Yani sewm di zimané kurdî de bi ma’na rojîgirtiné ye. Rojî parastina nefséyî ji tişté ku meyla wî bi bal vi çédibe.

Di dîn de ma’na wé : Mirovên mukelef bi nêta ‘îbadeté ji şeveqê hetanî rojava xwe ji xwarin u ji çuna nav nivînéxwe xwe muhafaza bike…

ROJî: ji emré İslaméyî mazin û ji rukné wé yî bilind, u ji qanuné şerîeta xweda yé bi qîymete. Nefsa ku xirabiyé emir dike bi vé cîhada mazin terbîye dibe. Nepaki û neqencîyê jînê bi vé cîhadé ditebite. Rojî, cîhadek miqedese, bi rojpéde  nefsé ji xwarin, vexarin u ji çuna nivîna gem dike. Nefsé dike  hésîré bawerîyé. Tama jiyané dide zanîn. Bes ji nefsé re binbartiya meşaqata té dîtin. Ji ber vî qasî hîkmeta xwedayi Rabbanî di despékê de  bi baré wek niméj u zikaté nefs binbar kiriye u piştre yé zor wek rojîgirtiné emir kiriye. Bi vî awayî îdmana elimandiné té kirin…

Rojî li ser însan u ümmeté berê jî  hatibu ferz kirin. Çungî îbadeta herî qenc ya nefsa însan dezgîn dike ,ruhé wî paqij u arî dike béguman rojîye…  

Hîkmeta girtina rojîyê, pêkanîna emré xweda, paqijkirina ruh ji riyakarîyé u teslîmîyeta béqeyd u şert ji emré xeda re.

Xweda di hedîsek qutsîde dibéje: “ Ji bil rojîyé temamê emelé zaré Adem jibo wî ye, hew rojî tené jibo min e, u encax ez mukafata rojîyé bidim ebdé xwe.”

Rojî ji bil du sebeba bi tevatî jibona xweda ye:

1-Rojî di nabéna xweda u ebdé wî de sirreke. Hew xweda bi tenê heqîqeta vé sirré dizane. Halbukî ‘îbadetédin aşîkarin, însan carna jibo şanîdané jî dike.

2- Nefs dujminekÎ dujware, xwedyê xwe dajo bi bal xirabÎ Û neqencÎya, encax rojÎ wê sernewq dike. Ji vé héléde rojî mertaleke jibo xwesteké nefse yê neqenc…

Rojî xwesteké nefsé bi dawÎ dike, dıldarî u xelenérîtîyé gem dike. Nefsé ji lénerîné neqenc diparéze, dilbijandina nefsé dişkîne.

Ji ber vé yeké Resülé xweda dibéje: “ Lı miqabil xirabiya rojî piştevaneke

Rojî; héz u quweté dide hissé ma’newî. Ku însan rojî bigre u xwe tî u birçî bihéle daxwazê nefsa xwe yê maddî gem dike. His u ramané xwe xurt dike, ça’vé dil vedike. Însan Îdî bi ça’vé dil li ‘alema ma’né dinere u gelek sirra muşahede dike. Ji ber vî qasî tevé péxember u welîyê pêşîvantÎya însana kirine bi rojîgirtiné hilkişiyane qaté Rehîmî Rehman…

Rojîgirtin sihetté dide wucüd, ziké salekî bi xwariné direppisi helbet dibetili. Rojî wucüd dréj diwésîne u sheté didyé. Herwekî Resülé xeda dibéje: “Rojî bigrin da ku hun sheté bibînin.”

Rojîgirtin însan dielimîne sebr u sebaté. Li hember zorîyé jîyanê yê wek herbê, zelzelê, u bobelatên ji nişkave hêz û qeweté dide, sebra birçîbuné pé dide hîn kirin…

Béguman rojîgirtin ne terka xwarin û vexwarinê ye. Rojîgirt lazime zimané xwe ji şitexalîyé neqenc, guhé xwe ji xeybet u peyvu gotiné nelré, ça’vé xwe ji nerîné heram biparéze. Mejiyé xwe ji fikru ramané neqenc xalî bike. Bi kinnayî temamé azayé cesedé xwe ji fisq u fucur, u ji xirabî u bérétîya biparéze; da ku rojî bandorek xurt damin bike. Yan na mirov deve xwe ji xwarin Û vexwarinê girêde tu ma’né îfade nake.

Resülé xweda dibéje  “Însan heta deruwa, xîybeté, gellacîyé, neqencî u bérétîyé terk neke ; ihtîyaca xweda ji tîbun u birçîbuna wî tüne ye.

 Di meha remezané de lazime mirov bi bérîkirineke nu jiyana xwe ras bike u piştî remezané jî adeté xwe yê qenc bidomÎne

Herwekî Resülé xweda dibéje “Gelek rojîgirt hene ji bil tîbun u birçîbuné rojîya wan tu feydê nadiwan”

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê SEYYÎD Ê MİN SERWER Ê MİN CAN MUHEMMED (SAW)!
Ê Li Pey DİLDAR!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.