WELATÊ MÊYÎ ŞÊRÎN

Article

 

Şîn bûn gul û kulilkê me, li warê me buhar e

Dewra zivistanê bûrî, hezar şikir (ji) Xweda re

Beybûn û sosin û lale, xemilîne bi hev re

‘Eşq û kêfa bilbila ye, îro ‘îd e ji wan re

 

 

Wâr û welatê mey şêrîn, di nêv dinyê pir xweş e

Bi ‘adet û teb‘ê xwe ew, (bi) çandina Îslam geş e

Ser ‘eslê xwe maye hê ew, li pey heqyê dimeşe

Pê dilxweş in, ew ji me ra, gulistan û gulzar e

 

 

Rengê dînê Xweda li me, runiştîye gelêrî

Paqij bûne bi Wehya Heq, xwe (li) me nagre qilêrî

Çerxa fikrê xerab îro,  ku mirovan dihêrî

Li welatê me înşelleh, qet ew bi me nikâre

 

 

Xweş dixûynin zarokê me, di mektebe-w medresa

Emrê Xweda bi cî tînin, bi te’lîm û bi dersa

(Bi) ‘ilm û ‘îbadet kemmilîn, qîz û xortê me dîsa

Navê Ellah ser dilê wan, tim û daîm sitar e

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê KEVOKA DELÂL
Ê Li Pey BÎLLAHÎ EM JI YARÊ RE FEDA CAN IN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.