Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me -4 Serê Li Ser Singûya

Article

Rojekî pîreka Şêx Se‘îd pere da min û ji bo hewceyan ez derketim dervayê girtîgehê. Ez çûm ber camîya mezin ku jê re tê gotin Ulû Camî. Min ew roj wehşeteke wisa mezin li ber çavê xu dît ku heta ez sax bim wê ji bîra min neçe.

Ez gava ku giştim ber camîya mezin min nihêrt ku temamê însana derketine ser peyarêya û bi alî derê Mêrdînê de dinhêrin. Ejî bi tirs û gavê kurt davêjim û bi ber wan însana çûm. Lê ez çi bibînim. Leşkerê Kemal serê hinik însana ji laşê wan jê kirine bi teşbîha tûtika ku meriv serê wê jê dike. Wan serê însana di qirikâ wan de li serê singûya xistine û bi nîzamî-bi qanûnî li hember wan însana bilind kirine û dimeşin. Ji derê Mêrdînê tên diçin derê Çîyê û ji wir difetilin cardin tên diçin derê Mêrdînê û bi wî hawayî rewşa xu berdewam dikin. Însanê wê der jî bêdeng û bi dehşet li wan temaşe dikin. Min jî xu di nav wan re kir û li wan serê li ser singûya nihêrt. Însan ditirsîyan ku bikevin nav sûkê lewra leşker li wan dera di nobetê de bûn bi neyartîkî mezin li însanên li wir dinhêrtin. Dibû ku serê wan jî jêkin. Min serê xu bilind kir û li pêşîya xu nihêrt li ber camîya mezin, wax bavo ku ez çi dibînim. Ez ketim dehşetê lerzekî min girt û ez ji serî heta pê lerizîm û ricifîm. Bi deha serê însana jê kirine û li ber camîyê li serê qazoxa xistine. Porê wan li hev ketine gevjolî bûne. Xweyn bi ser çavê wan da herikîye û pêve hişk bûye. Min li wan serîya nihêrt û ez lerizîm. Tam di wê wextê de ew leşkerê ku li ser singûyê wan serê însana çiklandîne gihaştin ber min û bi ber derê Çîyê de çûn. Min di nêz de li wan nihêrt. Bes li wê derê li hember wê wehşetê pir min taqet nekir û ez ji wir dûr bûm. Cardin ber bi girtîgehê de hatim.

Ez gihaştim bal dîyaxu û girtîyan. Reng û rû di mi da nemabû. Xweyn ji rûçikê min kişîyabû, sûretê min wek temezîya sipî bê reng û xweyn mabû. Dilê min xewirî li hevket hatim ber vereşandinê. Dîya min û pîrekê girtî li ser serê min top bûn. Tirsîyan ku tirsa wan jî ji Şêx û hevalên wî bûn. Ji min pirsin, “Hedîye çi qewimî, gelo Şêx û hevalê wî, tiştek anîn serê wan.” Min tiştê ku li ber camîya mezin dît ji serî heta binî ji wan re behs kir. Ew jî bi qasî min mehzûn bûn û wan serê ku bi wî şeklî hatine jêkirin serê kêne merak kirin. Belê em di girtîgâhê de esîr bûn. Eqrebayê me yên li derve kes nikaribû were girtîgehê û li me xwedîtî bike an jî li me bipirse. Wê wan jî bigirtina banîna ba me. Ji ber wî qasî kesek bi ser me da nedihat û em jî bi bûyerên derve bê xeber bûn.

       Paşê me hînkir ku ji wan serîyên serê singûya xistine yek ji wan serê bavê min bûye. Min li serê bavê xu nihêrtîye lê belê min wî nasnekirîye. Lewra serî ji govda hatibûn jêkirin û di nav xweynê de mabûn. Nedihatin naskirin. Me li ba xu digot ku bavê min nehatîye girtin û ew di selametîye de ye ev ji bo me teselî bû. Belê wan bi wehşeteke mezin şehîd kirin.

Piştî girtina Şêx Se‘îd qumandan û leşkerê wî yên ku bi de‘wa wî ra sadiq bûn têkoşîna xu di çîyê de berdewam kirin. Yek ji wan qumandana jî bavê min bû. Bavê min û bi tevî 20 heb hevalê xu digîjin hev û diçin hinik sîlihê wanê ku li çolekê mane bînin. Belê hinik muxbîr wan îxbar dikin. Leşkerekî giran digre ser wan. Şerekî mezin di nav wan de çê dibe. Ew şerê giran bi temamî sê roj û sê şev dewam dike. Heta ku fîşekên bavê min û hevalê wan diqedin. Limêja şeveqê desmêj digrin û bi hevra bi cema‘etî limêja xu ya sibê dikin.  Leşker hicûmî wan dike. Bi temamî wan esîr digrin. Tenê ji hevalê wan Şêx Fettah xu berî gelî dide û di wir re direve û xelas dibe. Wî behsa şerê giran ji mera kir. Bavê min û hevalê wî dikûjin û serê wan jê dikin. Di hundirê çewala da tînin Dîyarbekir û ber camîya mezin li serê qazoxa dixin. Min jî serê bavê xu di wî halî de dît. Lê belê ew çax min ti hîvî ne dikir ku serê bavê min jî di nav wan serîya dabe. Ji min û dîya min ra wê wextê hînnekirina kuştûna bavê min, rehmeteke Xweda vû. Belê hê li pêşîya me îmtihanê giran hebûn. Me yê nikaribîya wan barê giran rabikira.

Rojek dîsa ez ji bo hewceyên me derketibûm dervayê girtîgehê. Dîsa tiştekî ku heta vî ‘umrê ku ji mi ra bibe derd û kul min dît. Xortekî kurîn hê ‘umrê wî dora 15 salî bû. Wî daleqandibûn. Serê wî bi alî milê wî de ketibû. Kindir di sitîyê wî debû. Pîyê wî li hewa can dabû. Min lê nihêrt. Hinik cilê bi rengê reş û nû lêbûn. Sola pîyê wî jî hê nûbû. Porê wî reşbû dibiriqîn. Sûretê wî sor dikirin. Rûçikê wî zer dikirin, meriv fedî dikir ku lê binhêre. Xortekî nazik weka rihan bû. Min wî xortê di wî halî de dît dilê min şewitî. Min berê xu jê guhart û ez ji wî mekânê zulmê dûr ketim.   

Şêx Se‘îd û hevalên wî rojekê bi azana sibê re ji girtîgeha derê qesrê derxistin û birin derê çîyê, 47 ‘alim û rêzan bi hevra daleqandin. Xweda şehadeta wan qebûl bike, meqamê wan li ba xu bilind bike, me jî ber şefa‘eta wanxe. Piştî Şêx û hevalên wî hatin şehîdkirin, îdî derê sirgûnkirinê li me hat dîtin. Me zarok û pîreka jî bi alî welayetê rojhelat da sirgûn kirin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME -4
Ê Li Pey Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me 4 - Sirgûna Zarok û Pîreka

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.