Jiyana Gunda û Serpêhatiyek

Article

Mela Ehmed melayê Êrs e. Wext bihare û dema şîr û penîre. Li herêmê, her gundekî war û zozan hene. Çaxê dinya germ dibe, herkes diçe war û zozana. Êrsî jî ji bonî xwedîkirina pez, çûbûne wara. Mela Ehmed jî li wara melatiya xwe didomîne, lewra gundî bi piranî li wara ne û kêm kes li gund mane. Çawa tê zanîn li wara xanî û avahî tunebûne. Her yek kon vedide yan jî kolikekê ji dar û çilo çêdike û li bin kolikê de bi cî dibe. Di dema biharê de, li zozana, ji bin keviyên berfê xwişîna avên sar û zelal, şênahî û kulîlkên reng û reng, hewayê hênik û paqij, wîtewîta çivîk û qebqeba kewa, meriv mest û heyran dihêle.

Çirav, gêrê û birînî zozanên wê herêmê ne û ji xwe çiyayên derûdor tev zozanin. Zozanên herêma Bota tev weke goşeyek ji Cennetê ne. Tev ji binê wan çemên zelal û sar diherikin. Li wê herêmê çaxê dema war û zozana dihat, li her kesekê kelecanek û dilşadiyek çêdibû. Ji ber germî, qirş û qal, zibil û tozê, jiyana gunda li meriv giran dihat. Ji xwe serma û şilî û herîya zivistanê qet nayê jibîrkirin. Bona vê yekê her gundiyek dixwest here zozana û jiyaneke tebîî bijî. Hetanî hewa dicemide û ji serma êdî îdare nabe, milet ji zozana vedigerine gund.

Mela Ehmed melayê gunde û bi gundiya re ew jî li zozana ye. Umrê Mela Ehmed nêzî heftihê ye. Di van salên derbasbûyî de pir ezîyet û kul û cefa dîtibû. Jina xwe û çend ciwan ji zarokên xwe bi destê xwe binax kiribû. Kezebşewat û dilhêtûn bû.

Paş îxtiyariyê ji jina wî ya paşî du zarokên din jêre çêdibe. Zaroka mezin Rêhan pênc-şeş saliye, Ebdurrezaq jî du-sê saliyê.  Kezeba ku dişewitî bi bêhna Rêhan û Ebdurrezaq hênik dibû.

Êrsî deh duwazdeh roje li wara ne. Qîzika biçûk Rêhan, serê sibê de winda ye. Diya wê Keser vî al û wî alî digere û dipirse belê nabîne. Deng li gundiya dikeve û li çar alî digerin hetanî êvarê roj diçe ava, belê tu kes Rêhanê nabîne. Wê şevê hetanî sibehê xew li çavên Mela Ehmed û Keserê nakeve. Bi girî û dua şeva xwe derbaz dikin. Tarîtiya sibehê, paş nimêjê cardin bi tevê gundiyan dest bi gerê dikin. Her yek bi dengekî bilind gazî Rêhanê dikin û deng li her derê belav dibe.

Torik û Memîra du gundên ciranê Êrsiyane, ew jî pê dihesin ku qîza Mela Ehmed li wara winda bûye. Her sê gund îş û karê xwe dihêlin û li çîyayên derûdorê tev li Rêhanê digerin. Bi vî awayî heft rojan lê digerin qet saloxek ji Rêhanê hilnadin. Li derdora Êrs şikeft û kunhirç hebûn, li tevê wan şikeft û kunhirça jî yek bi yek digerin, belê bê hêvî vedigerin malên xwe û her kes diçe ser îş û karê xwe.

Keser û Mela Ehmed bi çavên xwe ên ji hêsiran şil û bi dilekî kul û xem, belê her û daîm ji Xuda bi hêvî û dilekî şikestî dua dikirin.

Eva heşt roje Rêhan winda ye. Zilamekî gundî mala wî li Diyarbekirê dima. Navê wî sofî Evdila bû. Wê rojê sofi Evdila, ji bonî Serdana merivên xwe hatibû gund. Belê kesekî li gund nabîne û ew jî diçe wara. Li rêde derdora newalekî, dengê zarokekî dibihîse. Dinêre qîzikek li wê çolê  wiha dibêje, "eva ji min re û eva jî ji Ebdurezaq re"  vê gotinê her tim dubare dike û bi vî awayî ji xwe re kulîlikan berhev dike. Sofî Evdila heyirî dimîne û ji xwe re dibê gelo ev zarok li vê çolê, tenê bi serê xwe çidike? Tê cem qîzikê û jêre dibê tu qîza kêyî, dibê ez qîza Mela Ehmedim. Dibê tu li vêderê çi digerê, dibê ez kulîlkan berhev dikim. Dibê bavê te li kêderê ye, dibê li wara ye. Sofî Evdila zane qîzik winda bûye û qîzikê hildide diçe wara. Çaxê gundî qîzikê dibînin diçine mizgîniyê didine dê û bavê wê. Bi vê xebera xweş bi bez têne qîza xwe hildidin û bi kêfxweşî vedigerine mala xwe.

Bê guman, cihê qîzik lê hatî dîtin navbera gund û wara de bû. Cihê zêde gerîn lê çêbûyî jî ev der bû. Belê bi ti awayî nehatibû dîtin. Gelo ev zarok çewa bê xwarin û vexwarin heşt roja li piya mabû?

Ji qîzikê pirs dikin, dibên tu li kê derê bû û te çi dikir?

Qîzikê digo; min kulîlik ji xwe re berhev dikir. Paşê zilamekî îxtiyar hate destê min girt û ez birime ser kaniyê, ji min re got li vê derê rûne çaxê tu têhn bûyî ji vê kaniyê vexwe. Min av vexwar û xewa min hat, ez razam. Îro jî ez rabûm û min kulilik berhevkirin, zilamek hat û ez anîme vê derê...

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê DEVÎ Û ZEVÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.