TIVINGA BAVÊ MIN

Article

Bavê min carna qala xortaniya xwe û tunebûna tê de bûn dikir. Di nav feqîrîyê de mezin bûne. Gelek meselê wan hene, lê mesela tivingê di bîra min de maye. Ka werîn em li mesela wê guhdarî bikin. Bavê min weha digot:

Li Xana Xembûra gundê Şemrexê, me xortaniya xwe derbas kir. Di wê wextê da weka niha dema zivistan dihat, zewqa pir mezin nêçîr bû. Li gundê me ji nêçîrê ra dibên “seyd”  Zivistanên gundê me pir no bûn. Carna berfê dida ser xanîya. Lê wexta berf hindik ba, zilamê gund giş derdiketin seydê. Zilamên gund çend heb tivingên wan hebûn. Ê ku tivinga wî heba, kîroj, rovî û tebayên dî jî digirtin. Ê ku tivinga wî tuneba, encax kewek bidîta û bi bazdanê jêhatîba, karibû bigirta. Ji ber vê yekê jî hesreta dilê min bû ku rokî tivingek min çêbibe. Umrê min şazda huvde bû. Tiving carna diket xewna min…

Min xistibû hişê xwe ku bi çi halî be jî gerek ez tivingekê bikirim. Hela bira dunya xweş bibe, ez dizanim. Ew sala berf zêde, derbas bû. Bihar jî derbas bû. Havîn hat û ez di xeyalê xwe de dibêjim ku bi şiklekî gerek ji xwe re tivingekê bikirim. Min çend cara ji bavê xwe re got, lê bavê min hîç perê wî tunebû. Li gund em pir feqîr bûn. Rokî em li ber mala sekinîne, min dît (rehma Xwedê lê be) apê min Huznî hat cem me. Bavê min jî li cem me bû. Ji bavê min re got “Ezê herim Carbekir topkirina pembo, bira Osman jî bi min re were. Belkî em tivingekê jê re bikirin” Lewra ev hesreta dilê min, apê min Huznî pê zanibû. Bavê min got “na” “Hûn bi tenê zehmete û va rojî jî dest pê dike, wunê çava pembo top bikin” Çunkî ji rojîya Remezanê re heftek mabû. Feqet ez û apê min Huznî bûn yek û bavê min Evdo razî bû…

Rojek du ro me hazirîya xwe kir, em ji gundê xwe yê Xana Zembûr, çûn qeza me ya Şemrexê. Ji wir jî em bi qemyona qûmê çûn Carbekir. Me çawîşê xwe dît. Got “du rojê din em dest bi îş dikin” Feqet ne em kesekî nas dikin, ne jî cîyekî em lê rakevin heye. Perê me jî hîç tune. Apê min Huznî, çend qurişê wî hene, di ber me de dide, ew jî piştî şuğul wê ji me bistîne. Li ber caddekî qenal kola bûn. Me got emê li vir cî ji çadirê xwe re çêkin. Me hinek naylon kirî, di ser qenalê werkir, dora wê bi axê girt û em ketin hundurê wê. Me hinek qerton xistin binî û ew bû mala me…

Rojîya remezanê dest pêkir û îşê me jî dest pêkir. Gelek îşçîya rojî nedigirt. Lê me go “em bimrin jî em rojîya xwe naxun” Yekî din ê feqîr jî wek me hatibû pembo, ew jî ket çadira me û em bûn sê heb. Apê min Huzni herro nankî firnê dikirî,  dikir sê perça û dida me. Bi me sê heba sihora me nanik bû. Li ber wê jî şekirê qabikî û çayê dida me. Me ew şekra dikir dilmegî, bi wî nên dixwar û em radiketin. Heta êvarî bi rojî me pembo top dikir. Di fitara de jî dîsa nanek bi me sisya dikir û sê şekrê me dida me. Hem fitarê hem sihorê em birçî diman. Deh rojê me bi vî şeklî derbas bûn. Piştî deh roja ji neşuştinîyê sipî ketin canê me. Ji ber xurandina canê xwe em bi şev xweşik ranediketin. Bi wî halî roj derbas dibûn.

Rojîya Remezanê xelas bû, îşê me jî xelas bû. Lê em bûne çerm û hestî. Me perê xwe sitend. Û hema hatin bajêr. Apê min Huznî got “heydê aşxanê” Em çûn loqentê, me got “heryekî qûrû fasûlîyekê ji me re bîne” Me xwar. Apê min Huznî got, “te têr xwar” min got, “na apo min têr nexwar” Heryekî me qûrû fasûlîyeke dî xwar. Dîsa ji min re got “te têr xwar” min got “na” Apê min Huznî got “eybe, heydê loqenteke din” Em çûn loqenteke din. Me heryekî qûrû fasûlîyeke dî jî xwar. Apê min Huznî disa got “te têr xwar” min got “na apo”  Wî got “law me bi xwe pere nehiştin, bese” Me perê loqentecî danê û em derketin.

Em hatin Şemrexê, li wê dera yekî ku tiving difrotin hebû. Min tivingek ji xwe re kirî û xeyalê min a çend sala hat cî. Min temamê ezîyetên xwe jibîr kiribû. Wexta ku ez hatim malê, tew bavê min hindik mabû ez nasnekiribama. Çunkî ez ji sîfetê însana derketibûm. Heta demeke dirêj, gava dîya min xwarin datanî ber min, min hingî dixwar, zikê min pê diêşîya û çavê min têr nedibûn. Lewra hestîyê min vala bûbûn.  Lê min tivinga sor kirrîbû…

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê Eskerîya Apê Hecî Dawûd
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.