DESTIK GOŞT MAN LI BERÎYÊ

Article

 

Li ser arîya ku dadiwerive bi ser taxa axînê ve
Bişrîna gundekî ye niha diqulipe ji newalê wê ve
Û li ser zêmareke kordunde tê tomarkirin
Li nik Robozkî wê jî deynin ji kerema xwe re
Tika dikim jibîra nekin

Di kortaleke qerase de
Kesereke bê serûber divezile
Li nik Herbecinê li kêleka Baqewsê
Di rengê Kawa de zehaqek dirabe
Ji azadîyê dikelime
Lê hêjî dest û sermil bixwîn e

Em helbestvanên ku nalînan dikesidênin
Di hundurên hêmayên xişxişkî de,
Ruwê me ji zûde ye bi dirûtiyekê neşûştî dimeyê
Û em razî ne êdî ji her tiştî re
Li egeran bigerin da em ûjdanê xwe
Bi lorîyekê di xew ve bibin

Di bêdengîya me de êdî
Xwedê dizanê
Bê çend rubespîyer ji nû ve divejinin
Û diçin li çiyan divesihin
Da ku şûrê xwe cardin tûj bikin
Û jibo me li me vegerin

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Xweş Awezên Yûnusan
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.