Kuştin u Mirin

Article

 

Kuştin û mirin; wekhev nînin, mexsûd û qest a wan ji hev dûr e. Kuştin, berterefkirin u înfaz e; mirin jî bo mexluqatan dem û dewran derbazbuyîn, derîyek nû vekirin û vuslet e.

Ev her dû bêje u peyvik, bo temamên mexluqatan mevcûd u rewacdar e.

Ji xeyrî Xuda yê ‘Alem temam ê tişt ê maddî yên xelqbuyî; yanê “heywanat (mexluqat ê xwedî jîyan), nebatat, cemadat (mexluqat ê bê jîyan)” li evan  herdû peyvan re muxatabin, eleqedar in. Xeyrî evana, kuştin u mirin, ji bo tiştên manewî jî mevcûd e. Wekî sîyaset, fikr, ‘eşq û evîn, dem û dewran…hwd.

Ji xelqkirin a kaînatê heta Hezretê Adem, gelek tişt hatîye xeliqandin û mirîye lê belê hay û gûman a me ji wan pir tiştan tun e. Em zêdetir, ji dem a Adem virda xeberdar in. Ev xeberên me jî ekser li gora gotin a dîrok a gotî û nivîsandîye. Dîrok a me ya nivîsandî, Resûlên Xuda û hedîsên wan in. Nivîsên kîtaban u abîdeyên pêş mîladê jî qeyd û delîlên muteberin.

Xuda yê ‘Alemê, bo aferîdeyên îptîdaî, bo afirandin û xeliqandin a axir ê ‘alemê wiha dibêje;

“Bibêje; ‘Bigerîn li rû erdê, dest pê kirin a xelqkirin a ewwil, ka çitor bûye? Xuda, afrandin a dûra jî ewê çêbike.” (‘Enkebût: 20)

Yanê, Xuda kaînat xelq kirîye, mirin a wî jî dîsa bi ferman a İlahî ye.

Seyda çi xweş gotîye:

 

Ferdek ji pişta Ademê

Nîne xilas ji wê xemê

Mirin ji bona ‘ÂLEMê

Ya Rebb ji kê gazî bikim

 

Mirin ji bon a alemê ye lê belê em,  mirin û kuştin a benî Adem dest pê bikin.  Sultanê Kaînatê mirin ji bo ‘îbretê jî daye. Bo vî ‘îbret a mezin ji me, rû erdê gerandin xwastînye, bo dîtin a dawîya zordar û ehl ê înkarê çitor bûye jî dîsa ger û îz’an xwestîye. 

“Bibêje; ‘Bigerîn li rû erdê mêzekin, bibînin yên ku ewwil hatine aqîbet kuda çûne; ji wan pir kes muşrîk bûn.” (Rûm: 42)

Em bi îşaret a Qur’anê dibînin, bi gotina Hezretî Peyxember dizanin; yek caran kuştin û mirin, tunneyî û îmhabûn nine. Yek caran jî jîyan û mevcûd bûn jî heyî û jîyan nîne.

Rebb ê Alem ê, behsa “xweşê mirî û mirîyên xweşan” dike. Hinek ayetan de jî behsa “însanên jî heywanat denîtir û şertir” dike. Ev gotin û tesbît a rast e. Em her der û her wext de wan kesan dibînin, dibihîzin.

Gelek mirin hen e; mirin li rû erdê reng bi reng e.

 

Mirin a Ademî:

1-Mirin a bawerî, fikir, ray û ramanên rû erdê: Bawerî û raman yên beşerî û yên Îlahî gelek mewcûd in. Hinek bawerî û raman; zeman tê cewab a zeman û zemîn nadin, bo vî jî dimirin an bi destê alîkar ê wan têne kuştin.

Îro  “komonîzm, Marksîzm, lîberalîzm, faşîzm” o şemsîya wan “demokrasî” serî hata dawîyê tucar xêr û bereket nedaye benî Adem û rû erdê. Sedem a kuştin û mirin, gîrî û şînî, muhacerat a rû erdê… temamî evanan ramanên beşerî ne û ev jî temamî mirîn e. Ji mirîyan hewarîxwestin jî nafîle ye, cehalet e, şîrk e.

Kafir jî dixwazin Îslamîyet û şemsîya wêya cîhanî meşruîyet bikujin. Musulmanan, dînê Mubîn İslamîyet ze’îf kir, kafir û zaliman jî îfsad û îftîra lê kir. Bo wî jî xêr u bereket a İslamîyet ê û înayet a İlahî, ji benî Adem û rû erdê  revîya, dûr ket.

İslamîyet, bi cehalet u dest ê Musulmanan dûr bû; bi şuxil a kufr û zulm ê jî îftîra û îfsadî lêqelibîya. Ev dîn ê mubîn, îro roj mehkûm e, ehlê wî jî mezlûm e. İa’et û bawerî a Xuda mehkûm e lê belê mirî nîne. Hinik bêjin kuştîye jî nemirîye, çimkî wêçaxê şehîd e; şehîd jî namirin.

Tirs û xof a zalim û zordaran; umid a kes ê bindest, yên mezlûman îro dîsa ev dîn ê Mubîn e.

 

2-Mirin u Jîyan a Eşqê: Du şax e. Yek îlahî, ya dî jî beşerî eşq e.

Eşq a beşerî, bi mirad dîtin an nedîtinê diqede. Bo vê yekê, şa’ir ê derd û eşqê Fuzulî, bi zimanê Tirkî wiha gotîye:

 

İnayetînî az eyleme Ehl-î Dertten

Yanî kî çok dertlere kil aşîna benî

 

Çimkî derd û êş tunebe, ‘eşq jî tucaran tune. Jîyan a eşqê re derman, êş û elem e. Bo jîyan a heywan, gîha; bo însanan nan; bo jîyan a eşqê jî te’da evînê û kul a bê derman lazim e.

Şair, gotin a xwe de dixwaze ‘exşqa wî nemir be. Bê payan berdewam bike lê belê xweş dizane, berdewamkirina eşqa beşerî li ser kul û derdan e. Bo dewamkirina ‘eşqa xwe jî kul û keser dixwaze.

Eşq a Sîyabend û Xecê, li dawa Sîpanê Xelatê, bi qonç ê gakofî derb bûye şûndatir tê kuştin. ‘Eşka Mem û Zîn, bi fitne û fesadîa Bekoyê Ewan tê kuştin. Evînî û ‘eşq a Leylî û Mecnûn bi sîhr û şewatê tê kuştin.

Mirin a eşqa beşerî, yek caran jî tebdîlê ‘Eşq a Îlahî dibe.  

Mînak ev e: Mecnûn evîndarê Leyla ye. Tucaran xîlafî û bêbextîyê nake. Her te’de û ezîyeta rîya ‘eşqê re dîyax, sebr û tehemmul dike lê belê bê fîrqet û dûr- xerîbîyan tiştek nabîne. Bo xatirê jîyan a Leyla, cefayên mezin dikşîne lê belê ‘aqîbet ji Leylî a wî xeber a mirinê tê.

Umid a Mecnûn, jîyan  Leylî bu; armanc û daxwezîya wî ‘aşiqê mezin jî wislet û miradê dunê bû. Aqîbet, her du armanc bi mirina Leylî betal bû, bêmiradî hate serê Mecnûn.

Ders a heyat a Mecnûn ev e: Leyla dunyaye; dunya jî bêbext e. Dunya, bo ku fanîye, tiştê fanî jî aqîbet a wî kuştin u mirine; tiştên têde mirinî heye wî de bextîyarî u wefakarî tucaran nabe.

Heqîqet jî ev e; Mecnun eşqa fanî nîne, eşqa Baqî digerî. Medem Leyla beşer e, tev ecela wî eşqa wî jî dimirî. Daxwezî a Mecnûn jî dîtin a “Eşqa bê Mirin” yanî Eşqa İlahî ye. Ew jî tenê ji “Xudayê ‘Alem re ‘aşiqbunê” de mewcûd e.

Esl ê de’wê Mecnûn, seyyahê ‘eşqa Baqî, ‘eşqa îlahî ye. Ew dibêje; “eşq a min gerek daîm, evîn a min gerek nemir be. Ew jî sadece evîndarîya Xudayê ‘Alem de heye. La mevcûde îlla Hû, la meqsûde îlla Hû” dibêje û ‘eşq a beşerî, tebdîlê ‘eşqa nemir yên İlahî dike. Yanî nav şer de xeyr daîm veşartîye.

 

3-Mirin û Kuştin a Nebatat:

Nebatat, bi teqdîr a İlahî li ser çar feslan jîyan ê dîbîn e. Wext a qîyamet a wî tê dimire.

Bahar; bo nebat destpêkirin a jîyanêye. Havîn; geş buyîn, kamil buyîne; hesalet û fêkî dayîn a wan e. Payîz; kalbûn e, sekerat e. Nebat, tov û toximên xwe li erdê belavdike, direşînin.  

Zivîstan; payan a ‘umr, bo her ferdekî qiyamet e. Temamên nebatat şerbeta mirinê  yên sar tam dike. Zivîstan a sar û seqem, ya ba û bahoz, berf û baran her çi giran bê jî ev, bav û dayîgka bahar a rengîn e.

Mirina nebat; li gorî feslên salê; li ser temambûn a ‘umrê wîye. Tov dikeve erdê, şîn û geş dibe. Çîçek dayîn şundatir fêkî dîde, bi ba û serma a payîzê pelê nebat zer dibe, melûl dibî... Nîhayet ecel temam bûn û mirin heqq e. 

Kuştin a nebat jî heye. Her dar, li ser kok a xwe; her çîcek jî li ser gulîyên xwe rind e. Dema ku çîçegek ji gulîyên wî de bêqetandin, bête şikandin; ev ne mirin e, ev hal kuştin e.

Qetlîam û komkujîya însanan jî muhaqqeq wisane. Xudayê ‘Alem, Sultanê Kaînat, temamê mexluqat li ser mîzanê, bi pîvandinekî çêkirîye. Gerek em dest nedin qanûn a İlahî. Gerek em xweş bizanibin; jîyan a nebatat, sedem a jîyan a însan û dunyayê e.

Qanûn a mirinê, Rebbê Alemê teqdîr kirîye lê belê kuştin; înfazkirin, komkujî, karê benî adem e. Wey li ser ê wî kesî, li ber emrê İlahî asê dibî.

Mirin emrê Xuda, lê belê fîraq û kuştin xweziya tunebana. “Heqîqet, însan gelek zalim û gelek cahil e.”

 

4-Mirn a însan:

Em dizanin, mirin ji bo a alemê ye, emr û ferman a Îlahîye. Xudayê ‘alem, bo ‘umr ê însan wiha ferman kirîye:

“Em wexta ku ‘umrê yekî dirêjdikin; fitret a wî paşpê/ters (eql, hêz u quwwet a wî wekî halê piçuktîyê acîz) dikin. (Yasîn: 68).

İnsan; eşrefê mexluqat, huner a îlahî yên herî mezin e. Qelbê însan, nezergahê İlahîye. Bo vî yeka Mewlane Celaleddîn gotîye:

 

Ke’be bunyadê Xelîl-ê Azerest

Dil nezargahê Celîl_e Ekberest

 

İbrahîm Xelîlullah, bi fermana Îlahî, Kabeya Şerîf çêkir. Ew mal a Xuda, Meqamê Mustefaye lê belê dilê însan; nezergaha Îlahî û bîna Xuda ye. Resûlê Xuda gotîye; “Mirina yek ‘alimî, mirin a temamê ‘alemêye.”

Însan tenê bi ecel a xwe namirî. Esil mirin, mirin a însanîyet û hîssîyat a însanan e. Mirin, bo ehl ê îmanê tunnebûn nîne, şeb-î ‘erûs, şev a de’vetê ye. Temamên ehlê Xuda, evlîya û enbîyayên Xuda, mirinê re ceza negotine, ew bo xelasîya derd û kul ê dunyayê, bo êş û eleman xelasî dîtîne.

Kesên Musliman belkî tê kuştin feqet ew şehîd in û şehîd jî namirin. Bo ehlê îmanê kuştin heye, mirin tucaran tunîne. İro roj, li Welatê Musilmanan, bi hezaran hetta bi mîlyonan kes têne kuştin. Di nezer a İlahî de temamên wan kesan şehîd in an jî şehîdê mezlûm in. Wan bi hespa mirinê berê xwe dane rêk û rêça Dar ê Beqayê, rîya axiretê.

Xuda ê Te’ala me ji rahm a xwe, ji bin Alâ Muhemmed Mistefa mehrûm meke.

 

Ustad Bedîuzzeman der heqê mirinê de wiha gotîye:

 

‘Mevt, bo ehl-î dalaletê îdama ebedî ye. Û tişt ê ku me ji wê berdarîyê xelas bike û mirinê bo me bike tezkera terhîsê, ji Quran û îman ê zêdetir tiştek tune.

Min, mirina ku her kes jê ditirse û xof dike lê nezer kir.  Min bi Nûra Kur’anê dît; pençe a mirinê her çi reş tarî û qefçil bû lê belê bo mu’mînan rûyê wî nuranî û rind bû. (Lem’aler 519).   Me îsbat kirîye; mirin bo ehl ê îmanê ji kulfet û zehmetîyên dunya ê xelasîye.      Ji zîndan a dunya ê da’wetîye bo bostanê cennet ê.

Ji we re mizgîn! Mirin î’dam nîne, tunne bûn nîn e, xewaçûyîn nîne, fîraqa ebedî nîne, tesaduf nîne… ew ji hêla Fa’îl ê Hekîm ê Rehîm de yek terhîseke. Tebdîl ê  mekan e; sewqîyata ber bi saadeta ebedî û welat ê ebedî ye.

‘Alema Berzeh, ewê ku ji ehbabê tene ji sedî nod û nehên wan têde ne, wê derê re wuslet e. Qebir jî bîrek tarî nîne, ‘alemek nuranî re derî ye. Dunya jî, gora axîretê, her çî xwedî şatafat be jî, wekî zîndan e. (Sozler: 331)

 Ti bizane; li vir meyvan î; ji vir derî cîyek dî. Mêvan; tiştêk ji xwe re nikarî bibe menzîl a dûr, gerek qelbê xwe wê re gire nede. Tu ji vî menzîla, ji vî bajara jî derdikevî. Madem hal ev e, wê çaxê, bi halê ‘ezîzî derketinê re bişoxule. Vucûda xwe, fîdayê Mucîdê xwe bike; muqabîlê wî bedel kî herî mezîn heye.” (Mesnevîyê Nurîye: 191).

Daxazî ya me ev e; mirin emrê Îlahî û heqîqet e. Ev emrê Îlahî ser ser û ser çavan, lê belê bila “kuştin, gul a darê ji darê qetandin, zulm û zordarî..” tune bî.

“Bawerî û ramanên pûç û betal, şuxil û karê vala, gotinên derewîn, qîmeta zordarî…” ‘umrê wan kin e, ‘aqîbet a wan helaket e. Bo heqîqet ê, bo ehlê îmanê jî mirin tune; evana di dunyayê de daîm, axiretêde jî ebedîne

“Her nefs ewê mirinê ta’m bike” (Âl-î İmran: 185)

 

“Ya Rebb bi dîdarê xwe kî Min wasilê Yar ê xwe kî

Bes sohtin ê nar ê xwe kî Feryad ji dest ê FİRQETê” (Mela)

Du’a û silavên derûnî weselam.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê “…Fe weylûn lîlmusellÎn..”
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.