DEVOKA ŞEMREXÊ - 1

Article

Kurte: Çand û coğrafyayê, bawerî û ‘adet û kevneşopî li ser dîyalekt û devokan tesîr kirine. Her wiha di van devok û şîweyan de hinek rewş û taybetmendîyên xelkê herêma wan jî dîyar dibin. Bi gotineke din, devok ji alîyekê dibe neynika ehlê ku pê dipeyive.

Kurmancîya zaravayeke zimanê kurdî, bi dîyalekt û devokên xwe rengîn û bi peyv û xisûsîyetên van dîyalekt û devokan jî zengîn e. Devoka Şemrexê ji wan şîweyan e ku dikeve nav dîyalekta Dîyarbekirê û bi hinek xisûsîyetên xwe ji devokên din cûda dibe. Di vê xebatê de jî hatiye nîşandan ku van dîyalektan zimanê kurdî dewlemend kiriye. Di vê xebatê de li ser devoka Şemrexê bi giştî hatiye rawestandin. Hinek xisûsîyetên wê yên cûda hatine dîyarkirin.

DESTPÊK

Şêx Ehmedê Xanî, di menzûma xwe ya Mem û Zîn di beşa 58an de weha tîne ziman çend dîyalektên kurmancîyê:

Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin le’l û hinek ji zêr û zîvî[1]

Şêx Ehmedê Xanî di vir de hem hinek dîyalektên kurdî dide zanîn û hem jî îfade dike ku yek ji yekî qîmettir in.

Kurmancî, zaravayeke zimanê Kurdî ye. Di Kurmancî de gelek şîwe û devok hene. Qanatê Kurdo li gorî Tewfîq Wehbî dide zanîn ku Kurmancî du qism in: a) Kurmancîya jorîn ku di nav xwe de dibin 5 beş: Bayezîdî, Botanî, Aşêteyî, Hekarî, Badînanî b) Kurmancîya jêrîn ku di nav xwe de dibin 4 beş: Mukrî, Soranî, Silêmanî û Sineyî.[2]

Qanatê Kurdo, dîsa di eynî berhemê de li gorî dabeşkirina D. N. Mekenzî îfade dike ku dîyalektên zimanê kurdî 3 qism in: Jorîn, Naverast û Jêrîn. Ji wan a jorîn di nav xwe de dibin 5 beş: Bayezîdî, Dîyarbekir, Hekarî, Botan, Badînanî[3]

Li gorî tesnîfkirina Mûrad Ciwan, şêweyên sereke yên Kurmancî[4] ev in:

Kurmancîya rojavayê: Kurmancîya ku ji Efrînê dest pê bike, kurdên li Intab, Qirikxan, Mereş, Semsûr û Meletê û kurdên Riha, Sirûc, Bîrecîk û Xelfetîyê dipeyîvin, dikeve vê devokê. Bi giştî, merev dikare bêje ku şêweya kurmancên hêla rojavayê çemê Feratê ye.

Rewendî: Devoka li ser erda bakurê Gola Wanê ye. Ji rojhilatê ji herêma Şikakê dest pê dike heta dora çemê Araşê dewam dike. Kurmancên hêla Qers, Agirî, Erzerom, Wan, Mûş û Erzîncanê bi vê devokê dişteğilin. (Hinek ji vê grûbê re dibêjin Serhedî û xeberdana kurdên hêla Qafqasyayê jî dixin vê grûbê.)

Şikakî: Li hêla Gola Urûmîye, Şemzînan û Elbaka Wanê bi vê şêweyê tê xeberdan.

Hekarî: Hema ji başûrê Şernexê dest pê bike, kurmancên li nava sînorê bajarê Hekarîyê dijîn bi vê devokê xeber didin.

Botî: Kurmancên Cizîrê, li rojhilatê ji Zaxoyê dest pê bike heta başûr û rojavayê Şernexê bi şiklê navçeya Dihê jî têkeve navê, heta başûrê Gola Wanê, yên li rojhilat û başûrê Bedlîsê, yên li Sêrt, heta çemê Batmanê û yên li rojhilata Mêrdînê dijîn bi vê şêweyê diaxivin.

Behdînî: Kurdên li derdora Zaxo, Amedîyê, Akre, Zêbar û Dihokê bi vê şêweyê mijûl dibin.

Sîncarî: Kurdên hêla Çîyayê Sîncarê û herêma Şêxanê bi vê devokê qisse dikin.

Kurmancîya Navîn: Kurmancîya Silîvî yan jî Kîkî û Milî jî tê gotin. Kurdên li herêma bajarê Diyarêbekir, li herêma Mêrdînê ji ğeyrî hêla rojhilatê wê, yên li rojhilata Feratê dijîn ên Rihayê û yên rojhilat û başûrê Xarpêtê bi vê devokê şore dikin.

Helbet niha li ser zarava û devokên kurmancî xebat û lêkolîn bên kirin, jiber ku ewê agahîyên nû bên derxistin, ewê evan qisman bên parçekirin û ewê qismên şêweyên kurmancî zêde dibin, helbet ewê herêm û sînorên wan jî biçûktir bibin. Lewra çand û aborî, dewlemendî û şaristanî, iqlîm û coğrafya li ser ziman tesîreke diyar dikin. Di navbera axaftina kesên li hêla çîyê û yên li deştê dijîn, yên li gunda û yên li bajara dijîn de ferq û cûdabûnî eşkere ye. Heta bi çend deh salan berî niha, hinek gundên cîranê hev di hinek peyv û xeberdanan de ji hev fêm nedikirin. Her wiha tiştekî ğerîb ê din jî heye ku însanên li herêmekê dijîn, qewimîye ku ji kesên herêma cîranê xwe fêm nakin, lê ji hinek kesên gelekî dûrî xwe fêm dikin.

ARMANC

Cûdabûnîya devok û dîyalektan, zimanê kurdî zengîn kiriye û jibo tiştek û rewşekê gelek peyv derxistine holê. Her herêm bi devok û şêweya xwe, bi mesele û serpêhatîyên xwe, bi kinc û xwarin û karên xwe, bi kevneşopî û lîstik û adetên xwe, bi dengên herf û peyv û xeberdana xwe, xwe ji herêmên din cûda kiriye û bûye taybet û xasî xwe. Devoka Şemrexê jî bêşek yek ji wan herêmên taybet e. Di vê xebatê de dîyarkirina hinek xisûsîyetên devoka Şemrexê yên ji devokên din cûda hatiye armanckirin.

COĞRAFYAYA ŞEMREXÊ

Şemrex navçeyeke Mêrdînê ye û li bakurê rojavayê Mêrdîn e. Herêma Şemrexê, erda di navbêna Mêrdîn, Sirgûcê, Çinar, Qerejdax, heta Dêrik û çîyayên nêzî Qoserê de ye. Hinek cîyên ku pir kevn û dîrokî ne lê hene, rêya hevreşîmê (îpekê) di Şemrex re derbas bûye. Gundê Xana Zembûr, jibo karwanên ku di rêya hevreşîmê re diçûn Şamê re bûye cîyê seknê. Xan jibo karwanan hatiye avakirin û hê jî saxlem e. Jiber vê yekê jê re Şam û rex, yanî rexê şamê yan jî rahê şamê (rêya Şamê) hatiye gotin. Kelha kevn ku li rojavayê Şemrexê li serê çîyake bilind e, bi awayê karibe Dîyarbekir û Kelha Zêrzevanê bibîne hatîye avakirin. Ji berê de erd û rez û pez û heywandarî, karê aborî û debarîyê bûne.

Şemrex bi devoka xwe dikeve grûba zaravaya Silîvî. Bi hinek xisûsîyetên xwe ji şêweyên vê grûbê cûda ye. Ev nivîs li ser van taybetmendîyan rawestiyaye. Bi lêkolîneke berfireh û îstatîstîkî, nehatiye nivîsandin. Armanc ew e ku dewlemendîya zaravayên kurmancî derkevin holê û ji lêkolînên akademîk ên di vî warî de re bibe piştek. Dibe ku hinek xisûsîyetên li jêr bêne behskirin, ji alîyê gramerê ve derbarê rastî û çewtîyê de bêne niqaşkirin. Ev, mijarek cûda ye. Lê di vê nivîsê de meqsed ne ev e. Derheqê têkilîya di navbera xeberdanan de, di bikaranîna hinek peyv û herfan de hinek agahîyan diyar dike, bi nêrîneke giştî li ser xisûsîyetên devoka Şemrexê û taybetmendîyên wê ji yên din cûda disekine. Belkî her yek dikare bibe mijara nivîseke cûda jî. 

1.       JI ALÎYÊ RÊZIMANÊ VE XISÛSÎYETÊN CÛDA

         1.1. Hêla Şemrex zêde guh nadin bikaranîna cînavka “wê” û “a”ya cînavka nîşanîyê. Di şûna vana de yên nêr yanî “wî” û “ê” dibêjin. Gava du kes bi hev re bipeyîvin, yek jibo jinekê, qîzekê yan jî jibo tiştekî mê “wî” bikar bîne, kesê din fêm dike ku behsa kê û çi dike. Bikaranîna bi vî şiklî normal tê dîtin û adetî ye. Hinek mîsal:

Mêrê wî çûye kar. (Jibo jinekê “wî” hatiye gotin)

Berxa wî hilî ye. (“Wî” jibo mîhê hatiye gotin)

Dixtorên wî gelek baş in. (“Wî” jibo xestexaneyê hatiye gotin)

Ev kîtab ê te ye? (“ê” jibo kitêbê hatiye gotin)

Mala te mezin e ya ê birayê te? (“ê” jibo malê hatiye gotin)

Helbet gava tiştên bi xwe mê bên gotin, yan di îzafîyetan de cinsîyetê di xeberdanê de dîyar dikin. Hinek mîsal: Dersa mektebê gelek dirêj bû. Berxa mîhê virnîye. Gelo xaltîka te heye? Di îzafîyetan de tiştên mê nakin nêr. 

Di hinek zimanan de nêr û mê tuneye. Hêla Şemrex bi qasî tê bîra min (45 sal), bi vî awayî zêde guh nadin “wê” û “a”yê. Ne ji alîyê gramerê ve lê ji alîyê rihetîya bikaranîna peyvan meriv lê binêre, dibe ku hêsanî be, yan di bin tesîra hinek zimanên din de mabe. Ev rihetî di Soranî de jî heye. Li alîyê din hinek kesên Zaza li nêzî Şemrexê, li gundên Qerejdaxê û bi qasî 80-100 sal berê li gundê mîna Qêmêza Şemrexê jîyane.

        1.2. Gava lêkerê li gorî cînavka “tu”yê (cînavka kesê duyem ê yekjimar) dikşînin, mîna “ew”ê (cînavka kesê sêyem ê yekjimar) dikşînin. Di şûna “î”yê de “e”yê bikar tînin. Hinek mîsal:

Tu îro dixebite? (ne tu dixebitî),

Niha tu kîjan kitêbê dixwîne? (ne dixwînî)

Sibê tuyê here ku derê? (ne herî)

Her wiha bi cînavka “ew”ê jî eynî tiştî dibêjin:

Ew îro dixebite.

Niha ew kîjan kitêbê dixwîne?

Sibê ewê here ku derê?

        1.3. Carna guh nadin ergatîvîyê. Bi gotineke din lêkerê (fîîlê) li gorî kirdeyê (faîlê) dikşînin. Yanî hem di dema niha û dema bê de hem jî di dema borî de jî bireserê ditewînin. Hinek mîsal:

Kevanî malê dimale.

Wê kevanî malê bimale.

Do kevanî malê malişt. (Ne “do kevanîyê mal malişt”)

Berîvan bizinan didoşe.

Wê berîvan bizinan bidişo.

Do berîvan bizinan dot. (Ne “do berîvanê bizin dotin”)

We me dît.

Me wan bir nav kerîyê. (Ne “me ew birin nav kerîyê.”)

Lê yên ku guh didinê jî hene, dibêjin “do min bizin dotin”

        1.4. Peyva “go”yê pir bikar tînin. “Go” hem di me’neya gotina tiştekî hem jî ji dêleva “ku”ya şertî de bikar tînin. Carna jî di bedêla “ku”ya gihanekê de dibêjin. Hinek mîsal:

Kê jê re go?

Mi jê re go.

Te go tu çi dike?

(Tev di şûna “got”ê de ne, dike ne dikî)

Go were, emê herin.

Sibê zû rabe go tu dereng nemîne.

 (Di van mîsalan de jî “go” di şûna “ku”yê de hatiye bikaranîn.)

Xwe werê hol kir go destê wî gîha gulîyê darê.

Di vê mînaka dawîn de “go” wek “ku”ya gihanek hatiye gotin.)

        1.5. Di hinek zaravayan de “wisa, wilo, welê, weha” tê bikaranîn. Di devoka Şemrex de di şûna van hokerên (zerfên) çawanîyê de “were, werê) tê gotin. Hinek mîsal:

Ma ne were ye? Erê were ye, were ye.

Kuro werê neke! Werê bişuğule go tu qezenc bike.

‘Erebê were hijdîn najo! Hinkî hêdî be. 

        1.6. Di şûna cînavka “hûn”ê de “wun”ê dibêjin. Yanî di dema niha û dema bê de “wun” dibêjin, di demên borî de jibo fiîlên gerguhêz jî “we” bikar tînin. Hinek mîsal:

Wunê kengî bên malê?

Wun çawa dixwazin, werê bikin.

Wun başin gelo?

Em û wun em herin paleyê.

We karê xwe qedand.

Kî bi we re hat?

We çi ji wan re got?

Me we dît. (Ne “me wun dîtin”)

       1.7. Di lêkerên pêkhatî (dariştî) yên bi pêşgiran hatibin çêkirin de, gava “na, ne”ya pêveka neyînî bi fiîlê re bê bikaranîn, qertafa neyînî piştî pêşgirê dibêjin. Hinek mîsal:

Pisîk ji darê danakeve.

Çirê anha vênexe.

Tu do çima ranediket?

Zilam rûnenişt, tasa xwe tê werneda, ava xwe venexwar û bi rê neket.

Wekî tê zanîn di hinek devokên din de jibo van mîsalan dibêjin:

nadakeve, nevêxe, neradiket, nerûnişt, tê newerda, nevexwar”

        1.8. Di şûna “bila” şertî de “bira” dibêjin. Gava ber bi nava Qoserê diçe, ev peyv dibe “bera” Hinek mîsal:

Bira zikê têr be, bira ji çulê dêr be.

(Ev gotineke pêşîyan e ku belkî ji ğeyrî hêla Şemrexê, tu deverê din nabêjin. Me’na gotinê, bila zikê meriv têr be, bi çiloyê darê be jî tiştek pê nayê)

Bira sor be, bira pênc qurişê wî zêde be.

Bira bi silametî be, bavo tiş pê nay.

Bira li xwe hayî bibe, e jê nağeyîdim.

Heta e bêm, bira guhdengî malê be.

        1.9. Gava rojê û mewsîman ditewînin di gotinê de, “î” tînin dawiya wan ne “ê”yê. Hinek mîsal:

Rojekî çû nav ‘erd.

Biharî şitil danî,

Havînî paleyî kir,

Payîzî rez çinî,

Zivistanî fêkîyên xwe xwar.

(Ne rojekê, biharê, havînê, payîzê, zivistanê)

Êvarî berê xwe da gund. (Ne êvarê)

Lê dema sal û danên sibeh û şevê bikar tînin, “ê”yê tînin dawîya wan.

Sibê zû ji malê derket,

Şevê dereng vegerîya.

Salê du cara ‘erda xwe dajo.

        1.10. Gava peyva “yek”ê bi navên tiştan bixin, di şûna “e”yê de “i”yê dibêjin. Hinek mîsal:

Çengik garis (yanî çengek garis),

Zarokik jêhatî (yanî zarokek jêhatî),

malik raxistî, kundirik mîranî, destik bastêq (desteke bastêq)

Gava van peyvana bitewînin, çi nêr çi mê be, “î” tînin dawiya teva. Hinek mîsal:

Qîzikî şivên pez didot.

(Carna siviktir dikin û dibêjin “qîzkî şivên” yanî qîzeke şivên),

Li mal(i)kî erzan û xweşik digere.

Zarokikî jêhatî ye.

Çi kurkî baş jê derketiye.

Meydankî fireh li pêşya wan bû.

(Wê dewam bike)

 



[1] Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Lîs, Çapa Yekem, Gulan 2008, Dîyarbekir, r. 241

[2] Qanatê Kurdo, Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî, Nûbihar, Çapa Yekem, 2013, İstanbûl, r. 25

[3] Qanatê Kurdo, Rêzimana Kurdî, Nûbihar, r. 29

[4] Mûrad Ciwan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi, Jîna Nû, Çapa Yekem, Tebax 1992, Sweden, r. 27

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê ROBOSKÎ 4 PERDEYÎ - 5
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.