“VÊ FETHÊ JI ‘UMER RE BINVÎSIN”

Article

 

Di sala hîcretê ya 5. de qebîla Cezîra Erebîstan ji boy Musluman bibin bi hev re pêşbazî dikirin. Yek ji van qebîla jî ya Muzeyne bû. Serokê qebîlê Nu’man b. Muqerrin el Muzenî rîsîpîyê qebîla xwe piştî herba Xendeqê berya Sulha Hudeybîye bo hevdîtina Pêxember, nêt dikin herin bajarê Medînê

Nu’man û merivê xwe rojekê rûniştîne sohbet dikin. Nu’man dibêje: Ey qewmê min li gor tê bihîstin Mûhemmed însana dawetî başî, qencî, şefqet û mermetê dike. Gelê ‘Erep bi lez û bez diçin  ba wî. Em çima rojekê naçin Medînê bi wî re hevdîtinê nakin? Heger hûn dil bikin hinek ji me sibehê bera herin Medînê û rû bi rû bi Mûhemmed re hevdîtinê bikin.

Dibe sibeh Nu’man û 10 birayê xwe û 400 kes ji qebîla wî ji bo herne Medînê xwe kar dikin û çend Kulleka jî bo xilatê bi xwe re hiltînin dikevin riya Medînê. Resûlê Xweda doza Îslamê ji wan re dibêje û hemû musliman dibin. Ev bûyer li Medînê wek cejnê tê pîrozkirin. Resûlê xweda Nu’man dipesinîne û gelek qedrû qîymetê wî digre.

Di derheqê wî û qebîla wî de wiha dibêje: “Malê îmanê û malê nîfaqê hene; malên zarê Mukkarîn ji yê îmanê ne”

Di serdema xelîfetîıya Ebu Bekir de li pêşperî buyerên îrtîdatê herb û ceng kiriye.

Û di serdema Xelîfetîya Umerê Kurê Xettap de bûye Walîyê bajarê Keskerê. Bes wîlayet ji bona wî teng dihat. Nu’man di nameya xwe de wiha digo: “Ya Emîrel mu’minîn! Mersela walîtîya min û ya bajarê Kesker dişibihe vê: Xortekî ciwan bifikire, li hela din pîrekek îxtîyar pişta wê xuz. Pîreka îxtîyar dixwaze têkeve dile vî xortê ciwan, li dor wî diçe û tê, bes dike nake dile wî nadize.

Ya Emîrel mu’minîn! Hêvîya min ev e ku tu min ji vî karî azade bike. Lewra ez naxwazim bi mal û meqamên dinyê ‘umrekî biborînim. Ez duxwazim tu vî barê Walîtîyê ji min bistîne, daxwazim di meydanên ceng û cîhadê de bixebitim.”

Sala hîcrî ya 21. (mîladî 642) berya herba Nîhawen ya Meşhûr Hz ‘Umer Nu’man b. Muqarrîn li ser serê Komek mucahid dişîne cem Kîsra Yezducerd.

Kîsra heyetê qebûl dike. Nu’man û hevalê xwe tevlî cilê xwe yê bi pîne û şûrê xwe ye zengargirtî derbasî seraya Kîsra dibin. Kîsra pirsa yekem ji wan dike: “Sedemê hatina we ya welatê min çiye?” Serokê heyetê Nu’man b. Muqarin hemdu pesindana Xweda dike û wiha bersiva wî dide:

“Ey Hukumdar! Em qewmekî cahil û nezan bûn. Xweda rehma xwe li me kir ji nawa me mirovekî bi navê Mûhemmed bi qasidtî ji bo me şand. Qasidê Xweda baş û xerabî şanî me da, me ji temamê rê û rêçên neqenc parast; me jî daweta wî qebûl kir û Musluman bûn.

Di demek Kurt de xweda me ji zilletê derxist ‘izzetê, ji tunebunê derxist hebunê, şer û berberî ji nava me rakir em tev kirin bira ji hevdû re. Emrî me kir, got hûn jî emrê merovê xwe bi bal başîyê ve bikin û nehya wan ji xirabîyê bikin.

Ey Hukumdar! Em we da’wetî dînê Îslamê dikin. dînê me dînê başî û qencîyê ye, ev dîn însana ji tarîtîya Kufr û şirkê derdixe bi bal ronaya Îslamê ve. Heger hûn îslamê qebûl bikin, Kîtaba xweda di nabêyna me û we de dê bibe hekem. Paşê emê jî vegerin welatê xwe. Heger hûn vê da’wetê qebûl nekin lazim e hûn cizye bidin, wê demê emê we hîmaye bikin. Heger hûn dana cizye jî qebûl nekin emê bi we re herbê bikin.”

Yezducerd li Nu’man guhdar dike lê belê gotinê Nu’man pir li zora wî diçe, paşê Yezducerd bi qehr wuha dibêje:

“Dinyê de kesekî weke we bêbext, zelîl û heqîr, bi hijmara xwe kesekî weke we hindik û belabûyî, kesekî weke we qels tunebû. Here ji qumandarê xwe re bibêje; Heger hûn dîsa birçî bûne û ji bo îhtîyacekê hatine heta van dera, emê hinek qût bidin we, serserketê we nû bikin û we bi şûnde vegerînin welatê we.”

Numan dibêje: “Nexêr nexêr! Ey Hukumdar! Tu îhtiyacê me tuneye. Bil’ekis Serokê me bi qasidtî em şandin cem we. Xwest hûn ji van sê tişta yekê bineqînin. Ev jî yan hunê cizyê bidin, yan teslîmî me bibin, yan jî emê bi we re herbê bikin.”

Gotinê Nu’man bi Kîsra pir giran tê û dibêje: “Wallahî heger ne qe’îda ji qasida re zewal tune bûna, nuha li vêrê min ê emre kuştina we bida. Rabin herin tiştekî ez bidim we tuneye. Herin ji qumandarê xwe re bibêjin hûnê hemû di xendeqê Qadisiyê de bifetisin. Di nêz de ez ê Rustem bişînim ser we.” Piştre Kîsra kîsekî axa dewleta Îranê li pişta Nu’man dike û wî bi şûnda dişîne.

Nu’man tevlî kîsê axa xwe diçe Medînê derdikeve huzûra Sa’d û mîzgîna Fetha Îran ê didiyê.

Demek kin derbas dibe Kîsra ji bo bimeşe ser Medînê 150 hezar leşker amade dike. Hz. ‘Umer dema vê xeberê dibhîze pir zû meclisa xwe kom dike û bi wan dişêwire. Hz. ‘Umer 30 hezar esker di bin qumandarîya Nu’man b. Muqarîn de dişîne Nîhawenda Îran ê.

Roja çarşemê şer des pêkir û heta roja înê dewam kir. Roja înê Nu’man di Xutba xwe de wuha şîret li mucahidê Îslamê dikir: “Gelî Muslumanan! Bi sê tekbîra êrîşî ser dujmin bikin. Dema hevalekî we şehit ket lê nesekinin. Di hengama germbûna herbê de daim hucûmê bikin. Hemû bi desmêj bin.”

Paşê Numan xutba xwe bi di’akî wuha diqedîne: “Ya Rabbî, bi serfîrazîya mucahida ça’vê me ronî bike. Ya Rebbî! Şehadetê bike nesîbê Nu’man. Ya Rebbî! Artêşa îslamê muweffeq bike.”

Ji bil Şehadetê tu tiştek di ça’vê Nu’man de xuya nedkir. Walîtîya Bajarê Kesker, mal, meqam û payê dinya fanî bi pişt destê xwe da’f dabû. Gihaştibû evîna xwe. Numan sê cara ala Îslamê li ba kir, paşê artêşa îslamê bi denge tekbîra hucumê nava sefê dujmin kir.

Kêlîkek derbas bû Nu’man Ketibû erdê, bes ji hevalê xwe re digot; “kesek li min nesekine, min bunuxumînin û bi ser dujmin de bimeşim.”

Qumandarê ceng û cîhadê divê aşiqê cîhadê be da gu leşkerê xwe re bibe numûne.  Divê gurçikpola be da ku leşkerê wî mîna şêr û pilinga bi dujmin re şer bikin. Leşker ji qumandarê xwe feyzê digre, cesaretê distîne, ji ber vê di ‘esra saadete de qumandarê bêtirs bi kulmek leşker zora artêşê zornebir birine û ew mexlup kirine.

Dema Numan dikeve erdê Huzeyfe b. Yeman ala îslamê ji dest wî digre. Menzera di vê hengâme de ji mucahidê Îslamê Ma’qîl b. Yesar wuha tarîf dike:

“Xweda serfîrazî muyesser kir û artêşa Îran ê mexlûp bibû. Herb qedîya bû. Ez çûm ba Nu’man niqrîskê mirinê yê paşî di qirika wî de bû. Min wechê wî şûşt. Gote min “tu kîye?” Min got: “Ez Ma’qîl b. Yesar’ım” Numan: “Rewşa ordîyê çiye?” Min got: Mîzgîn li te be, Xweda artêşa Îslamê serfîraz kir. Numan: “Vê serfîrazîyê ji ‘Umer re binvîsin” Got û rihê telîmî Rehman kir çû Cennetê.

Belê, dema wî kîsek axa nîhawendê li pişta xwe kir û anîbû Medînê gotibû, “Mizgîn li we be, min Nîhawend teslîm girt.” Bi vê gotina xwe mizgîna Fethê dabû û riya diçû Îranê vekiribû.

Selam li ser Qumandarê artêşa Hz. Muhemmed be. Ewan ala Tewhîdê hilgirtin û di vê riyê de bêtirs gihaştin merteba şehadete…

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê EV CEJİN CEJNA ME YE
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.