CAMÎ NAYÊN XERAKİRİN

Article

Belê Camî-Mizgeft, cihê ta’et û ‘îbadetê, cihê ku xweda lê bi bîr tê anîn, nayên xerakirinê. Cihê bawerî û ‘îbadetê wekî din jî nayên xerakirinê. Belkî jibo mesleheta civakê û jibo me’newîyata gel wê bên mihafazakirin. Heta wê bên avakirin û zêdekirin ku civak jî pêşeroja xwe li ser gelê bawermend ava bike. Gelê ku ji me’newîyatê dûrbe, ew ne ji civakê re dive, ne ji dê û bavê xwe ra dive. Encax ji xerakirinê re divin û serê civakê jî bi wan re dikeve belayê.

            Zemanekî CHP ê camîyê me kirin leşkergeh û tewlê hespa. Îro jî zîhnîyeta HDP ê dixwaze ku camîyê me yan xerabike yan jî bike cîhê lîstika zarokan.

            Li bajarê qedîm li Dîyarbekirê, li navçeya Kayapinar ê di van salê dawî de şehir pir mezin bû. Nifusa her sîtekê ji nifusa gündeki zêdetir e. Li gorî qanuna îmarê/xala hijdehan , ji ‘erdê xelqê ji sedî 40 tê birîn û di wî ‘erdê ku tête birîn heqê camîyê jî têde heye. Lêbelê şaredarî yê HDPê timamê wê ‘erdê dikin cîhê şînahî û parkan, heqê camîyê tê wundakirin. Dîsa li gorî kanunê jibo her 5 hezar însan re divê heqê camîyekê werê dayîn. Lêbelê nüfusa Kayapinarê niha ji 350 hezarî buhurîye. Heqê nişteciyên navçeyê 70 camî dike, lê niha 30 camîyên wan hene. Şaredarîya bajêr heqê 40 camîyan wunda kirîye. ‘Erd û heqê wan camîyan ji kêre pêşkêş kirine, bera bêjin. Di şuna 40 camîyan da cih dane 3 camîyan tenê.

         Derdê wan, însana ji dînê Xweda û ji mala Xweda dûr bikin. Ji aliyê me’newîyatê ve bê par bihêlin ku wan rihet bixapînin, da xwîn û xwêdana wan,da kar û keda wan bimijin. Dîn û xîret û namusê ji zihnê wan derxin, Evrupayîyan ji xwe razî bikin. Camîyê ku ewê xera bikirina 4 camîyên nûbûn. Wê 12 camî xera bikirina. Belê 8 camî di zemanê sulha îmarê de serlêdan kiribûn û xelkê di nav hev da pera civandibûn û destura lêkirina camîyên xwe bi pera kirîbûn. Ji hêla din ve jî hikûmetê li keda xelkê neheqî kiribûn. Jixwe milet bi perê xwe camî çêdikirin. Bi ser de jî jibo lêkirina wan camîyan perene dî jî ji wan distandin. Belê wan ne digot ku emê camîyê xerabikin. Birçîbûn û dixwestin perê milet bixwûn. Ew dibêjin emê camîyan xerabikin. Di memleketê Mislumanan de û bi rayê Mislumana ewê werin serî û cengê bi bawerîya wan re bikin. Hinik xwedî xîret wê ew xayîntiya wan derxin rastê û bi miletê bidin zanîn, ewê jî wek exlaqê xwe yê hergav bi aqilê xelkê henekê xwe bikin. Ewê bibêjin “Me, qerara xerakirina camîyan nedaye. Me, cihê camî ku têde hatine çêkirin kirîye cîhê hêşînayîyê.” Gelo ev tê çi me’nê? Nayê bi me’na ku ew camî ji wê gav bi şunda qaçaxin û ewê ku li ser wê ‘erdê camî çêkirine suçdar in. Siberojê dikarin ku li wan kesan mehkeme jî vekin.

       Exlaqê xwe yê hergav bi kar tînin. Tiştên xerab dikin, paşê jî ku bere wan bi milet dikeve  û milet bi xayîntiya wan dihise, dibêjin “me tiştekî wuha bi kar nanîye”. Delîl û hûcetê wan derew derdikevin lê dîsa jî li ser derewên xwe dewam dikin. Lewra heta îro bi wî awayî işê xwe meşandine. Ji îro pê de ez hêvî dikim ku ewê miletê me yê Misilman û dîndar wê ruyê wan ê ne paqij fêm bikin û êdî bi wan nexapin.  

                Bimînin di xêr û xweşîyê de.      

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me 4 - Sirgûna Zarok û Pîreka
Ê Li Pey PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME-5

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.