DİVÊ AŞİTÎYA ÎNSÊN ÇAWA BE?

Article

Quran bi giştî însan ji xwe re dike armanc. Jixwe,xwe ji bo insanan wekî rêber pênase dike. însan weki muxatabeki cidi û giring dibine û berpirsiyariyê lê bar dike. Însan divê bi Quranê re li hev bike,bi Quranê re bijî. Quran pirtûka jiyanê ye ku mirov pêra tekildare. Divê mirov vê pirtûka jiyanê baş bixwîne,fêm bike û bi awayeki rast tê bîgihêje. Divê digel pirtûke şer neke,bi pirtûkê re li hev bike. Divê bo xwe weki rêber û rênîşandar bipejirîne. Mixatebê însan Xweda ye, divê însan digel Xwedê bijî û navbera xwe û Wi baş bike. Divê insan bîra evdîtiya xwe bibe seri û li hember Xwedê hilneve, jiyanekê digel Wi hilbijêre. Yek ji van berpirsiyarîyan ji-di her şertûmerci da sekna ligel aşitiyê û xebat û tekoşinê ye.

Divê însan bi hemcinsê xwe ra ango bi cinsê xwe ra li hev bike. Însan bûnewerekî xwazayî ye ku weki hemu afirandinên din hatiye şandin bo rûyî erdê. Bo însên berpirsiyarîyek hatiye dayîn. Gava beravajî vê berpirsiyariyê tevbigere bi gûmaneke mezin wê bibe cinawir. Bo vê yekê divê însan bi însan re herûher li hev bike û vê yekê têxe meriyetê. Divê em li dijî hemû pêlan yê bi xwe re tevlihevî, tund û tujiyê tîne,hişyar bin. Divê navbera însan û civakê baş be .Divê însan li hemberî pirsgirêkên civakê hestiyar be. Xeman bixwe bo pirsgirêkên civata xwe, divê di civakê de li dijî gajgajokên şer ramana aşitiyê û li hevkirina civakê biparêze û wê bi pêş bixe. Divê li hemberi ramanên ku xwazayê  dirûxine, tune dihesibîne alternatifan hilberîne û bi xwazayê re jîneke aşitîyane bidomîne.

Li gorî Quranê çavekî misilman li hemu xwazayê dinere. Her tîştî xwe saprtiye vîna Xwedê. Divê însan bi qewmu  û milletê xwe re di nava aşitiyê de be. Bi milletê din re jî di nava aşitiyê de be. Ji ber ku yê insên û civakan bi hevra dikelijîne û dide jiyîn aşitî bi xwe ye. Hebûn  bi tenê  bi aşitiyê pêkan e. Divê însan digel pixemberan jî di nava aşitiyê da be. Divê giringiyê bide pergala pêxemberîyê û rênîşandarîya wahyê ji xwe re bike rêber. Divê însan bi mirin û jiyanê re jî di nava aşitiyê de be. Divê digel hemû bûnewerên li ser ruyê erdê re, çi jîndar çi ne jîndar ; bi her tiştî re di nava aşitiyê de be. Divê heq û hiqûqê hemû jindar/nejindarên kû li ser rûyê erdê hene, li ber çava bigre. Divê rêgeza edeletê  tû carî ji dest bernede. Ji aşitiya mirovahîyê her kes berpirsîyar e. Divê bo vê yekê, xebat û tekoşîn,armanca me ya pêşin be. Quran li ser vê mijarê radiweste. Divê em jî li ser rawestin.

Bi hêvîya kû em li dinê bigihijin aşitiyeke bêserûber.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.