BERJEWENDIYÊN KURDAN

Article

Kurd çima berjewendiyên xwe bidest naxin?

Tu dinerî şexsekî zahiren musluman, yanî ‘emelê muslumanan dike. Mesela wek wan ‘emelê wanî herî mûhîm limêj dike, di nav civaka wan de wek wan xeber dide û Kurd e û derketiye pêş. Sebebê ku derketiye pêş jî bi rewşenbîrtiyê hatiye naskirin. Bi çanda Îslamî xwe pêş de biriye, qenc yan jî xerab hinik berhem nivîsandiye. Bi vî hawayî ji civaka Kurdên Musluman qedr û qîmet û hurmet qezenc kiriye.

Lê vî kesa di siyasetê de li ser xetta çepgir û marksîstan di meşe. Medhê wan dike, berjewendiyên Kurdan di xetta marksîzmê ya siyasî de dibîne. Bi vî şeklî teweccuha xelkê Musluman dike qazanc ji bo çepgir û marksîstên marjînal.

Eşkere Kurdên Musluman dixapîne. Navê rewşenbîriyê, navê çandê û navê ‘ilmê bi ser xwe xistiye. Bi vana jî siyasetmedariyê dike û berê Kurdan dizivirîne bi bal xwe ve.

Di bedêla ku berjewendiyên Kurdan temin bike, Kurdan dike berjewendî ji bo çepgir, marksîst û lenînîstên ku di dunyayê de hêviya tu berjewendiyan ji wan re nemaye, hetta hindik maye ku nesla wan bi qeli’e.

Van kesan, Kurdan yekser didin dû xwe û wan dibin dikin xebatkarê orgutên dujminê wanî Xwedê nenas. Orgut jî her wekî dujminên din bin navê berjewendiyên kurdan eşkere bi ‘eqlê wan û çand û ‘urf û mûqeddesatên wan tınaza dike.

Mesela partiya orguta jirêderketî bi rayên Kurdan şarederiyan qezenckir. Orguta ji rê derketî eşkere û yekser van şarederiyan îdare kir. Hal ew e orguta jirêderketî baş zane; bi sebeb ku ew ji teref dewleta Kemalîst ve terorîst hatiye î’lankirin, heger mudaxele bi şarederiya bike wê dewlet şarederiya ji wan bistîne. Ew çax çima orguta jirêderketî mudaxele bi şarederiya kir? Ji bo ku gengeşî derkeve. Xelkê Kurd ji bo ku aramiyê saz bike bi hilbijartinê rayên xwe dan partiya orguta jirêderketî, wê jî ji bo ku aramî ji holê rabe dewletê kaşkir bi bal mudaxelekirinê ve.

Berjewendiya herî girîng ji Kurdan re arami ye. Orguta jirêderketî pihên li aramiyê xist.

Kurd dixwazin serokên wan ji wan bin, ehlê Xweda bin. Vana dixwazin marksîst û lenînîstan bi gerinin serokên milletê Kurd.

Kurd dixwazin ji bo heq û huqûqê wan mucadele were kirin. Vana vê mucadelê ji rojeva xwe derxistine.

Kurd dixwazin biratiyê bi Tirk û ‘Ereb û Farisan re bikin. Vana jî dujminantiyê dixin nav qewmên Musluman û dixwazin qewmê Kurd bi dujminê wan Ewrûpa ve bi zeliqînin.

Her wiha… merev kare van maddeyan zêde bike.

Van kesan, van xerabiyan teva bi navê berjewendiyên Kurdan dikin û derdixin pêş. Di vê tekoşîna di ‘eleyhiya Kurdan de bedelê ku tê dayîn jî ji Kurdan tê dayin. Ê ku tên talankirin û kuştin û penaberkirin Kurd in. Di dunyayê de ti zulm û xerabiya ku nehat serê Kurdan nema. Çimkî ji Kurdan re dibêjin “em van xebatan(!) teva ji bo Kurdan dikin”.

Ji xwe şeytan jî dema ku xwest Adem û Hewwa bixapîne û ji Cennetê werin avêtin ne got ez we dixapînim. Got: “Wellahî ez ji bo we dibêjim.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -5
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.