
Zivistan, şev tê de pir dirêje
Zivistan, de ka çîrokan bêje
Zivistan, sirr û seqem û mije
Zivistan, dihiltîne qirêje
Zivistan, ba û berf û baran e
Zivistan, tîpîw pêzûn dûman e
Zivistan, ji axê re derman e
Zivistan, ji xweşiya jiyan e
Zivistan, bi sersal û çîroka
Zivistan, kestanew meteloka
Zivistan, kêfxweşiya zaroka
Zivistan, ta Adar sibatoka
-------------------------------
Metelok: Masal
Pêzûn:
Seqem: Ayaz
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.