PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME-5

Article

               LI SIRGÛNÊ BEDÎ’ÛZZEMAN SE’ÎD NÛRSÎ ME DÎT.

           Se’îd Nûrsî jî wek me sirgûnî welayetê Anadolê kiribûn. Rêya me û wî li Îsparta/Eğrîdirê bi hev ket. Wî xebera me bihîstibû û gazî me kir. Em çûn balê. Li ser mînderekî biçûk rûniştibû. Çavberî me da û “heywax, heywax biraderê minî mezin şehîd kirin û zarokê wî sirgûn kirin” got. Em malbata Şêx bi tevî jin û zarok dît, pir mehzûn bû. Me li ba xu da rûniştandin û serê me biçûka maçî kir, da ber dilê xu. Hûzn û dilşewitandina xu îfade kir û behsa bavê min û xatiratê xu kir. Şehadeta bavê min bi hesret û dilxwazî behs kir. Behsa merteba şehadetê û nî’met û mezinantîya wê kir ku anha ew bi xu xweziya xu bi bavê me dianî behsa wê kir. Bi dîya min ra jî şitexilî û teseli dayê. Wiha got: “Min jî wek we sirgûn kirine û li vira mecbûrî ez dame rûniştandin. Ez nikarim bi alîkî da herim. Min ji însana tecrîd kirine. Ez îşçitiyê nikarim bikim. Hostayîya min jî di tişkî da tuneye. Ez li memleket bûma minê ders bida û pere kâr bikra û pê zarokê biraderê xu yê mezin xwedî kira û wan hewceyî kesî nekira…” piştî wê hesretê kişan mîdera ku li ser rûniştîbû, deste xu avêt kêleka wê û ji bin mînderê zêrekî derxist da destê min. Min wî zêrî ji desta girt. Piştî gotinê xu qedand, em ji wur rabûn û çûn cîyê xu.

       Piştî zemanekî dirêj îzna vegerandina memleket dan me. Lê belê hinik şehra ji me ra rûniştina di wan de qedexe kirin. Di nav wan şehra da Dîyarbekir, El’ezîz, Bîngol, Ruha hebûn. Em piştî vegerîn welatê xu, ez çûm Dîyarbekir cîyê ku bavê min û 46 hevalên wî lê daleqandibûn. Ew li derê çîyê daleqandibûn. Ew çax ew der çolekî vala bû. Mirîdê bavê min bi texmînî her yek ji wan kevirek bi meqseda kêlikê mezel danîbûn û diçûn wir, ji wan re fatîhe dixwendin. Ez jî bi pirayî diçûm wê derê û min bi çavê dunyayê nedîtina hesreta bavê xu li wê der li cîyê daleqandina wan dida derbaskirin. Belê hukûmet ji vîya ra jî mûse’de neda û wan dera ji hevda bela kir û çûyîna wê derê jî qedexe kir. Îdî nema ku em herin cîhê xatiratê bavê xu û ji ruhê wan re fatîhekî jî bixweynin.”

                              JI MALA ŞÊX Û HEVDÎTINA BEDÎUZZEMAN YEK DIN

            Torinê Şêx ‘Eli Riza ‘Ebdulîllah Firat qala hevdîtina Bedî’ûzzeman Se’îd Nursî ya li Enqerê dike. Şêx ‘Elî Riza lawê Şêx Se’îd yê mezine. Bi şahidîya wî pir tiştê ku bi meqsedekî nebaş tê xwestin ku şaş bê famê, heqîqeta wan bi me xweşik dide zanîn. Yek ji wan meqsedên şaş ku Bedî’ûzzeman li hember qiyama Şêx Se’îd sekinîye û piştevanî nedayêkê. Belê heqîqeta vî îşî çiye, bi şahidîya ‘Ebdullîllah û bi îfadekirina Bedî’ûzzeman wê emê serwext bibin. Pir pirsgirêkê ku bi sala me meraq kirîye wê emê bi tevî hev bersiva wan di wê hevdîtinê de bibînin. Ji bo hinik heqîqetê ku hatine kitim kirin, werin ka em gohê xu bidin ‘Ebdulîlah Firat û wê hevdîtina Enqerê, bê ewê çi ji me ra bejê.

                                 “EZ ‘EBDULÎLLAH FIRAT, TORINÊ ŞÊX SE’ÎD”

        “Ez ‘Ebdulîllah Firat, lawê Şêx Mihemed Emîn yê mezin im. Şêx Mihemed Emîn, lawê Şêx ‘Elî Riza yê mezine. Şêx ‘Elî Riza lawê Şêx Se’îd yê mezine. Şêx Se’îd lawê Şêx Mehmûd Feyzî yê mezine. Şêx Mehmûd Feyzî jî lawê Şêx ‘Elî Septî yê mezine.

    Seyda Bedî’ûzzeman li Enqerê 03.01.1960 tarîxê de bi zarokê Şêx Se’îd re li ser xwestina wî hevdîtina wan çê bû. Ez di ‘ûmrê xu yê ciwan da bi wan re bûm û ji wê hevdîtinê xeberdar bûm. Li Enqerê di ce’da Denizciler Otêla Beyrut Palasê de hevdîtin çêbu. Di hevdîtina Bedî’ûzzeman de ji mala me kalê min Şêx ‘Elî Riza, birê wî Şêx Silhedîn, ji xwarzîyê me Taha Efendî, ez û ji xelîfê mala me Şêx Xîyaseddin hebûn. Li alî din bi Bedî’ûzzeman re Se’îd Özdemîr û hizmetçiyê wî Zûbeyîr Gündüzalp hebûn.

      Ji Çorum Alacayê bi navê Hecî Hesen Axa însanekî qenc hebû. Ewî li welatê xu bi tevî hevalên xu piştevantîya qiyama kalê min Şêx Se’îd kiribû. Pir hevalên wî şehîd bûbûn lê belê ew sax filitîbû. Têkilîya kalê min Şêx ‘Elî Riza û Bedî’ûzzeman wî bi kâr dianî. Kalê min di wê tarîxê de li Xinis navçeya Erziromê li gundê Kolhîsar mecburî îqamet dikir. Îzna wîya ku derkeve dervayê gund tinebû. Ku bixwesta biçîya Erziromê nexweşxanê jî hewcebû ku ji qeymeqam izna xu bigre. Di wan şertê giran de Bedîûzzeman Se’îd Nursî xwest ku di paşiya ‘ûmrê xu da kalê min bibîne. Wê daxwazîya xu li ser Hecî Hesen gihande kalê min. Belê ji bo kalê min sitendina îzna çûyîna Enqerê îmkana wî tinebû. Kalê min jî pir dixwest ku di paşiya ‘ûmrê Ustad de wî bibîne. Îzna çûyîna nexweşxana Erziromê dan kalê min. Sertebibê nexweşxana Erziromê Zekî Başar bû. Zekî Başar ji bo lê nihêrtina nexweşîna kalê min ku li Enqerê bê dîtin, raporekî da kalê min û kalê min bi wê raporê çû Enqerê. Em jî pê re çûn.

                         LI ENQERÊ HEVDÎTINA BEDÎÛZZEMAN Û ZAROKÊ ŞÊX SE’ÎD

      Bedîûzzeman di yekê mehê de hat Enqerê, lê belê çapemenî li ser hedîsê pir sekinî û got, “Se’îd Nursî hatîye Enqerê ji bo bi zarokê Şêx Se’îd re hevdîtin pêk bîne.” Zilamê îstîxbaratê rêya Bedîûzzeman li Polatlîyê girt. Ew çax parlamenterê me hebûn. Ew ketin dewrê û bi te’lîmata ‘Ednan Menderes wî serbest berdan. Lê belê çapemenî di cîhê xu da nesekinî. Li ser fitna çapemenîyê Bedîûzzeman paşda çû Stenbulê ku ew hewa bitefe. Sê roj şunda cardin ji bo hevdîtina me şûnda bi dizî hat Enqerê. Belê hatina wîya Enqerê dîsa veşarî nema. Heskirî û mirîdê wî dor li otêlê girtibûn ji bo wî ziyaret bikin. Mirîdekî wî yê cûwan li ser emrê wî hat me ji mala ku em lê diman girt û bal otêlê ve bir. Em gihaştin ber otêlê ku mirîdê Seyda li ber otêlê îzdîham çêkirine. Temamê wan dixwazın xu bighînin Seyda û zîyareta wî bikin û destê wî maçîkin. Di nav wê qelabalixê de em bi zor derbasî hindir bûn. Me li salona cîhê seknandinê dan rûniştandin. Kalê min Şêx ‘Elî Riza nexweş bû. Li wê der em dirêj rûniştin kesî gazî me nekir. Kalê min ji mi ra got, “here bal ew kesê ku me anîye vira û jêra bêje, kalê min nerihet e. Em li ser gazîkirna Bedîûzzeman hatine vir. Em ji van mirîdê wî yê ku dixwazin wî bibînin, nînin. Xebera hatina me bera bighîne Seyda û me zêde li vir nede seknandin.” Min jî çû wî ciwanî dît û tiştê ku kalê min ji mi ra got min jî jê re got. Xebera me gihand Seyda û derhal me girtin hindir.

      Seyda li qata sisîya di odekî otêlê de dima. Şexsê ku me bir derê oda wî vekir û ji Seyda ra, “zarokê Şêx Se’îd hatin” got. Seyda ji wan ra got, “we çima wan da sekinandin, we çima wan negirt hindir.” Di wê odê de du heb sedye li qarşî hev danî bûn. Seyda li ser yek ji wan sedya rûniştibû. Betanîyekî awêtibû ser çokê xu. Tizbîya 99 di destê wî de bû û tesbîhatê xu dikişand. Seyda di halê riyazete de bû. Her roj bi rojî bû. Carna fetarîya xu bi avê vedikir û roja din rojîya xu devam dikir. Pir ze’îf bûbû. Lê belê rûçikê wî da nûr dibarîya. Kalê min wexta ket hindir, Seyda xwest ku rabe pîya. Kalê min ji bo ku Seyda ranebe pîya jê rica kir lê belê dîsa ew rabû pîya. Kalê min Şêx ‘Elî Riza xwest ku destê Seyda paçîke, lê Seyda nehişt ku destê wî paçîke. 

     Piştî ku em ketin oda Seyda, kalê min û birê xu Şêx Silhedîn li sedya hember Bedîûzzeman rûniştin. Em jî li xwarê li ser çoka rûniştin. Em çewa li hizûra Seyda rûniştin, piştî lê pirsandinê Seyda dest bi şê’rekî hesretê kir û xwend. Kalê min jî pêre wê şê’rê xwend û dewam kir. Kalê min pir baş zimanê ‘Erebî û zimanê Farîsî dizanibû. Ku kalê min dest bi xwendina şê’rê kir Seyda bi îştîyaq lê gûhdarî kir.

       Piştî şê’ra hesretê Seyda wiha xeberdana xu dewam kir. “Min xwest ku ez xatiratê xu û bavê we ji we ra bibêjim. Ya duduya jî ez îdî li van dera bi jîyana esaretî taqet nakim. Her roj min dibin çiyekî. Halê minê ku ez karibim van tengasîya helgirim nema. Îdî îhtîyacîya min bi xizmeta insana heye, ez muhtacê şefqetê me. Min her gav dişînin derekî, insan li min dicivin, suala dipirsin, ji min beyanat dixwazin lê belê ez wekî berê îdî ji van tişta haz nagirim. Naxwazim biştexilim. Dixwazim bi tenê bimînim yan jî me’nen yên ku nêzî minin dixazim bi wan re bimînim û bi wan re biştexilim. Kesê vûsa jî pir li dora xu nabînim.” Li ser wê xeberdan û gotina Seyda, apê min Şêx Silhedîn bêdengîya xu xera kir û ji Seyda ra weha got: ”Seyda em te bi xûra bivin. Were ba me, hema îro em bi hevre herên.” Kalê min gotinê ji apê min girt û wiha got, “Seyda hal û wextê me weka berê nîne elhemdulîllah, rewşa me xweş bûye. Zêde tengasiyê me nemane. Em anha dikarin te bi xu ra bibin.” Seyda li ser kalê min Şêx ‘Elî Riza fetîlî û jê re got; “ez bi te ra nayim, belê bi Silhedîn re dixwazim herim, ew hê ciwane rihet dikare li min binhêre û xizmeta min bike.” Li ser vê xeberdana Seyda apê min Şêx Silhedîn wûha got, “Seyda ez li ser çavê xu qebûl dikim xizmeta ji bo te. Em hê biçûk bûn bavê me şehîd bû. Min ji bavê xu ra xizmet nekir. Ew jî di dilê min da kul ma. Di şûna bavê xu da ezê ji te ra xizmet bikim.” (Li ser vê hedîsê şitexaltina wan hinekî din jî dewam dike, me kurt birî.)

     BEDÎÛZZEMAN: “MEHA GULANÊ SALA 1924’AN DA LI ERZURÛMÊ BI ŞÊX SE’ÎD RE HEVDÎTINA ME ÇÊBÛ” 

     Xeberdan bi Bedîûzzeman ra hat ser hevdîtina wî û kalê Şêx Se’îd li wîlayeta Erziromê. Seyda di avakirina Cumhurîyetê de li Enqerê mabû û M. Kemal di nêz de naskiribû. Li meclîsê di nav meb’usana da mabû. M. Kemal ‘ilim û qabîlîyetê wî dîtibû û di pêş de ji bo pirojê xu yê xeyrî Îslamî jê fikara dikir. Dixwest ku wî bi hinik mevqî’ û meqama bêdeng bike û bi bal xu ve bikşîne. Lê belê Seyda ne hat wan deka û îstiqameta xu xera nekir. Telqînata wî ya di meclisê ji bo limêjê û meb’ûsa, bertek ji M. Kemal girt û jê re go, “ti hatî vir ji bo fitnê bikî nav me…” li ser vîya Seyda herdû pêçîyê xu dirêjî çavê wî kir û go, “paşa! Paşa! Di Îslamîyetê de piştî îmanê, en heqîqeta mezin limêj e. Kesê ku limêj neke xayîne, hukmê xayîna jî merdude.”  Hingê Seyda famkir ku di alî dînê Îslamê de niyeta M. Kemal xerabe. Ew çax qerarê xu li ser hatina memleket da û ku li memleket muslumana li ber wê tehlîkê xeberdar bike. Tam di wî zemanê da mektûbek ji kalê Şêx Se’îd digre. Kalê Şêx jî li ser ew tehlûka ku Seyda jî ferq kirîye gazî wî û hevdîtinê dike.

        Bedîûzzeman; “Ji bavê we mektûbek gihaşt destê min, di mektûba xu da digot ku herçî ‘alim li ber bêdîniyê lazime li hev bicivin û ji vî miletê musluman ra pêşîvantîyê bikin. Li ser vîya dixwest ku em bi hevra îstişarekî bikin. Min jî jê re mektûb şand û, kengî hatina min lazime min jê pirsî. Wî li ser mektuba min mektuba duduya şand û ji mi ra wiha digot, “anha zivistan e û zivistana van dera jî giran derbas dibe. Sebir bike em di biharê de hev bibînin.” Min jî heta biharê sebir kir û di Gulanê de ez çûm memleket li ser meqseda hevditina bavê we.”

        Seyda xeberdana xu dewam kir û got “ez di meha Gulanê de çûm Erziromê. Li Erziromê li topxanê ez mêvan mam û min xeber şand ji bavê we re ku ez gihaştime Erziromê.” Kalê Şêx Se’îd û Seyda Bedîûzzeman li Erziromê, li koşka Gûlabîzade Akif Axa hevdîtin dikin. Ji ber Seyda li Enqerê mabû û fikra M. Kemal di nêz da dizanibû, ewûl li ser fîkrîyat û rewşa Enqerê disekinin. Halê muslumana di pêşerojê de wê çewa be, muzakere dikin. Piştî hevdîtina kalê Şêx, Seyda dora deh roja li Erziromê dimîne û li camiya Esat Paşayê serok, ‘alim û rêzanê miletê re hevdîtin pêk tîne. Em gohê xu bidin Seyda bê çi bi kalê Şêx re şitexilîne.

           BEDÎÛZZEMAN; “LI ERZIROMÊ DI KOŞKA GÛLABÎZADE AKÎF PAŞA DA MIN Û ŞÊX SE’ÎD BI HEVRA HEVDÎTIN KIR”

      Seyda; “Ez û bavê we ji bo hevdîtinê em derbasî koşka Akîf Paşa bûn. Li wir me bi hevra meselê memleket û halê muslumana xeberda. Di pêş de lazim e em ‘alim çi bikin, me muzakera wan kir. Di wê muzakera xu da me ev qerar sitend ku emê muslumana şiyar bikin li ser ew talûka ku li pêşîya me ye û emê salek şûnda li Dîyarbekir bi tevî ‘alim û rêzanê herêmê civînekî mezin ya şûrayê bikin. Li gorî qerara şûrayê emê îqaz û deklerasyonekî ji Enqerê ra bişînin. Bavê we teklîfa îdarekirina civîna şûrayê jî li min kir û weha got; “nivîskarîya te heye û ti ji wan civîna ra xerîb nînî. Tiyê kursî îdare bikî û pêvantîyê bikî. Ezê jî bi tera alîkârî bikim.”

       Ji xeyrî Enqerê civandina şurayê li Dîyarbekir ji min xwest ku ez xeberê bidim ‘alimê Hîzanê û mala Ğews. Min jê re weha got; “ez bi devê xu herim ji wan ‘alima ra tiştekî bibêjim, tiştekî baş çênabe û ew tişt ji edebê ra jî nabe. Belê ku ti mektûba binivîsînî ezê bibim û bidim destê wan û îzahata vî tiştî jî rihet bikim.” Li ser vê daxwazîya min deh mektûb nivîsandin, bi ‘Erebîyek fesîh û edebî. Min wan mektuba gihande cîyê wan lê belê ti kesî misbet bersiva van mektuba neda û li vî tiştî xwedîtî nekirin.”

       Belê di ser wê hevdîtinê de hê çend meh derbas bûbûn qiyam bi mecburî û zayînekî ne di wextê xu da, zûtir anîn ber derî û qiyam despêkir. Ew civîn û şûra Dîyarbekir jî nehat kirin. Seyda jî di wê wextê de hat girtin û ket girtîgahê. Seyda nuha jî wê behsa xu ya girtîgahê ji me ra bike.

              BEDÎÛZZEMAN; “MIN DI GIRTÎGAHÊ DE ŞÊX SE’ÎD DI XEWNA XU DA DÎT”    

        Bedîûzzeman; “Min derdest kirin û avêtin hepsê, min bi Xweda ra hêvî û zarîn kir, “ya rebbî ew kesê ku şehîd bûn gerek ez jî bi wan ra bûma. Ez jî bi wan ra şehîd bibûma. Min ewqas cehd kir, tineyî kişand, tengasî dît, zuht kişand, mucadele da…” got. Seyda di dewama xeberdana xu da, “min heft roj li serhev rojî girt, ranezam, bê xew mam. Fetarîya xu min bi avê tenê vekir. Ez girîyam, min fiğan kir, paşê ez bêhal ketim, bêtaqet bûm. Li ser wî halê xu ez razam. Di xewna xu da min Şêx Se’îd dît. Ew hat xewna min û j imin ra weha got, “Mele Se’îd ti çima ji min hesûdîyê dikî.” Li ser wê gotina wî ez ‘acis bûm û min got, “Ez hesûdîyê nakim, belê bi şehîdîyê ti gihaştî qedrekî bilind li ba Xweda, gelo ez jî nelayîqî wê merteba bilind bûm.” Li ser viya ji mi ra weha got, “Ew tişt di teqdîra Xweda da ye. Merteba şehîdîyê da min û wezîfa teblîxê jî da te. Vaye ez jî wê wezîfa te ji te ra dibêjim. Tuyê qiyama fikrê bikî û heyfa me bistînî. Li ser vîya ez rabûm min ji ser xu mîskîntîyê avêt û dest bi qiyama xuya fikrê kir”.

       (Hinik însan bi meqsed weha dibêjin ku di zemanê qiyama Şêx Se’îd de kor Huseyîn Paşa çûye ba Bedîûzzeman û di heqê qiyama Şêx de jê pirsîyê. Bedîûzzeman jî jê re weha gotîye; “Ez nikarim bêjim li ber artêşê serî rakin û ez bixu li ber wan serî ranakim. Di artêşê de bi hezara ewlîya hene…” Bedîûzzeman xeberdaneke bi vî rengî kirîye. Lê belê ew xeberdan çi zemanî û li hember çi hedîseyî kirîye lazim e ewya baş bê zanîn. Zatekî ku bi xu di nav hedîsê da ye û ji bo civîna şûrayê li Dîyarbekir dest bi xebatê kiribe, wê çewa di heqê qiyamê de weha bibêje. Nexasim însanekî wekî Bedîûzzeman ku hewa Enqerê baştir ew dizane û fikrê M. Kemal di heqê dîn da wî bi çavê xu ditiye û ew dizane. Ev hedîse bi zimanê Ûstad, berya herba ‘umûmî ya cihanê ya yekemîn çêbûye. Herba cîhanê ya yekemîn 28 Temuzê sala 1914an da destpê kirîye. Bi vîya jî tê zanîn ku ew hedîse deh sal berî qiyama Şêx Se’îd çêbûye. Belê piştî herba cihanê ya yekemîn ber bi qedandinê diçe, Ûstad piştî ewqas şehîda, xweyheqbûna xu ya li ser wan gotinê xu yê wê çaxê tîne ziman. Ew gotin ji teref Ûstad ve hatine gotin. Lê belê ne di heqê qiyama Şêx Se’îd de gotîye. Di zemanê berî herba cîhanê ya yekamîn de di heqê serhildana hedîsa Bedlîsê û Mela Selîm da gotîye. Însanê nîyetê wan xerab dixwazin ku wan gotinê Bedîûzzeman bi qiyama Şêx Se’îd ve girê bidin. Werin em li eslê meselê, bi gotinê şahida û ji devê bedîûzzeman binhêrin bê heqîqeta wê çîye)

       Bedîûzzeman dibêje; “Hê berî herba cîhanê ya ‘umûmîya yekemin bû, ez li Wanê dimam. Hinik însanê dîndar û muttaqî hatin ba min. Ji mi ra gotin, bi hinik qomandara re bêdînî heye. Were hevaltîya me bike emê li hember wan reîsa îsyan bikin. (Di wexta artêşa ‘Usmanî da) Min ji wan ra got, “Ew xerabî û bêdînî bi mexsûsê wan qûmandara ye. Artêş bi temamî li ser kirina wan qûmandara nayê sûcdarkirin. Di wê artêşa ‘Usmanî da belkî bi sed hezara ewlîya hene. Ez li artêşê şûr nakşînim û bi we ra jî di vê heyamê de hevaltî nakim. Li ser wê xeberdana min ew zat derketin ji ba min çûn”.

       (Piştî serhildana Bedlisê, di zemanekî kin da herba cîhanê ya yekemîn despê kir. Seydayê Bedîûzzeman li ser herba giran û netîcê wê, ew derketina xu ya li hember serhildana Bedlisê çiqas di cî da û xweyheq bûye weha ifade dike, “… şûr kişandin, hedîsa Bedlisê ya bênetîce çêbu. Di zemanekî kin da herba ‘imûmî despê kir. Ew artêş li ser navê dîn iştirakî herbê kir û cîhad kir. Ji wê artêşê sed hezar şehîd bûn û gihaştin merteba ewlîyaya û min jî di wê de’wa min da rastîya min tasdîk kirin, bi xweyna xu fermana welayeta xu îmze kirin.” (şualar, 14. Şua)

        Di wextê sehildana Bedlisê de belkî Kor Huseyîn Paşa jî çûbe dîtina Bedîûzzeman lê belê di wextê qiyama Şêx Se’îd de çûyîna wî bi bal Seyda ve ne mumkun e. Şêx hê di serê hedîsê de teklîfa hevaltîya qiyamê lê kiribû, wî teklîfa Şêx qebul nekiribû û xu dabû rû hukûmetê. Hewceyekî ku wî şexsî di wextê qiyama Şêx de bibe bal Ûstad, li holê tinebû.

        Ûstad Bedîûzzeman hê di serê wî karî da di nav xebatê de bû. Bi Şêx Se’îd re qerara hevcivîna li Dîyarbekir dabûn û li welayetê rojhelat da dest bi teblîx û xebatê kiribû. Ji bo qiyama muhterem çi hat ser milê wî texsîr nekir û xu neda paş, lê belê ew zîhniyeta ku Xalidê Cîbîrî binçav kir û bi ‘ecelekê ‘îdam kir, ‘eynî ew zîhnîyet Ûstad jî bi ‘ecelekî girt û avêt hepsê. Ji bo ku hê qiyam dest pê nekirîye wê bifetisînin. Çima di wextê serhildana Bedlisê de Ûstad negirtin û nekirin hepsê. Lewra Ûstad wê wextê destek nedabû wê hereketê û li herêmê bû. Bi cîyekî de jî neçûbû. Belkî walîyê Wanê û Walîyê Bedlîsê dixwestin ku di nav miletê de be ku milet lê binhêre û piştevanekî ji serhildana Bedlisê re neke. Gelo ku Ûstad di heqê qiyama Şêx Se’îd de rengê xu aşîkar nekiribîya, ewê derdest bikirina yan di nav xelkê de bihiştina ku xelkê jî li wî binhêrtina û hevaltîya qiyamê nekirina?        

                  

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME-5
Ê Li Pey SERHILDANA BEDLÎSÊ 1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.