
Te xwatir ji me xwestî bu
Ew gotênên te rastî bu
Dünya fanî tev xestî bu
Ey dozvanê dewa îslâm
Te soz dabu rebbê alem
Dor te pêçan derd û elem
Dem bi demin ew hizn û ğem
Ey dozvanê dewa îslâm
Tu wek Ebûbekîr Ömer
Fedakir mal û can û ser
Dewa Îslam gîhan her der
Ey dozvanê dewa îslam
Bê feydeye peyv û gotin
Çûyîna te me tev sotin
Mümîn canê xwe firotin
Ey dozvanê dewa îslâm
Wek Yusufî di zîndana
Wek Musa ketî meydana
Te dil dabu canê cana
Ey dozvanê dewa îslâm
Mehmet Yavuzê bi rumet
Te qet bîrnake ev ümmet
Sertebe rehm û selamet
Ey dozvanê de’wa îslâm
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.