Di Hedîsên Axir Zeman De Cereyana Deccal û ‘Hz. Mehdî 2

Article

(‘Hîkmeta ku Resûlê Ekerm Hewqas Zêde ji Cereyana Mehdî û Deccal xeber daye)

Tevahîyên ‘hemd û sena layiq û babetê Ellah Te’ala ne. Bi qasî hejmara zerratên kaînatê selat û selam li ser Resulê Ekrem û al û es‘hab û etba’ên Wî bin.

Gelî xwendevanên Banga Heq yê heja û bi rûmet!

Me di nivîsa xweya berê de behsa astengên di pêşîya fehmkirina hedîsên di derbarê cereyanên Hz. Mehdî u Deccal de kiribû. İnşaallah di vê nivîsa xwe de jî emê liser hikmetê wan hedîsa bisekinin.

Resûlê Ekrem (a.s.w), di gelek hedîsên xwe de behsa cereyanên Hz. Mehdî û Deccal kiriye. Di kitêbên hedîsên se’hîhê wek Buxarî, Muslîm, İbn-î Mace, Tirmizî, Ebû dawûd, ‘Hakim, Nesaî, Musned, Muwatta’, Taberanî, İbn-î Sunnî, İbn-î ‘Esakîr, Darimî, İbn-î Hîbban Beyheqî, Eş-Şida û hwd.  de di vê derbarê de, bi gelek wecha pir hedîsên se‘hîh hene.

Cumhûrê ‘ulemayên ehlê Sunnetê  di derbarê heqîqeta Hz. Mehdî û Deccal de muttefîq in. Elbet wê muttefiq bin.  Lewra ‘hedîsên di vê derbarê de bi gelek terîqên saxlem hatine neqilkirin. ‘Heta di kitêbên hin se‘habîyên ku hedîs dinivîsandin de jî hinek ji van ‘hedîsa derbas dibin. Hem jî îmamên Ehlê Beytê û gelek se‘habîyên ‘alim bi îtifaq ev hedîs dewrî ê pey xwe kirine. Wekî din jî gelek ehadîsên ji vê new‘ê wek îxbaratê xeybî çewa Resûlê Ekrem ferman kiribe ‘eynî wisa derketîye. Hem tarîxa derbasbûyî hem jî   ‘esra me şahidê vê heqîqetê ye.

Di ‘esra se‘adetê de meşhûr e kû Resulê Ekrem (a.s.w), carekî di Mescîda Nebewî de sê roja li ser hev ji se’habîya re behsa Hz. Mehdî û Deccal û cereyanê wan û bûyerên axirzeman kiriye. Tarîx, ji vê xutbeya ku sê roja li ser hev behsa îxbaratê xeybî kiriye pê ve behs nake ku Resûlê Ekrem (a.s.w) di derbarê tiştekî din de hewqas dirêj xutbe dabe.

Helbet gelek ‘hîkmet û gelek luzûm hebû ku Peyxember (a.s.w), bi îstînada wehyê, bi gelek wecha xebera Hz. Mehdî û Deccal û cereyanên wan bide. Lewra di hedîsên kû behsa dewra Deccal û cereyana wî dikin de xûya ye kû di wî zemanî de bobelat û bêtifaqî û qetlî’amên pir mezin wê bên serê Ummeta İslamê û gelek musulman wê herin sifra Deccal a manewî. Gelek musulman wê îmana xwe wenda bikin. (Ne’ûzubîllah)

Ji ber sirrê îmtîhanê Allah Te’ala wê sûreten qeweta candayînê û qewetekî maddîya pir mezin û cennet û cehennema derewîn bide Deccal. Gelek kesên mu’min jî wê pê bixapin û îmana xwe wenda bikin.

‘Heta di hinek hedîsan de tê behskirin ku wê hin kesên mu’min, ji bo ku kelîmeya heq ji Deccal re bêjin wê herine hizûra wî lê Deccal, bi îstîdracên wek si‘hr û îspîrtîzma û teknolojî û gotinên avzerî û Cenneta xwe ya derewîn wê wan bixapîne. Di encamê de, ew mu’mîn di ‘eynî rojê de wê bibin tereftarê Deccal.

Jiber vê xetera mezin e kû Resûlê Xweda di tarîxa însanîyetê de di derheqê xetera kû wê piştî hezar û çarsed-hezar û pênsed salî pêkbên de ummeta xwe haydar kiriye.

Di vê derbarê de, muceddidê ‘esrê Ustad Bedî’uzzaman wiha kerem dike: “Resûlê Ekrem (a.s.w) bi îstînada we‘hyê, ji bo ku di her ‘esrî de quwweta me’newî ya ehlê îmanê mu‘hafeze bike, hem ji bo ku di hadîseyên bi dehşet de nekevin ye’sê hem jî ji bo ku ehlê îmanê me’nen rebtî Alê Beyta xweya kû sîlsîleyekî nûranî ya ‘alema İslamê ye bike, xebera Mehdî daye.”[1]

Wekî din jî Pêxember (a.s.w) ji hezar û pênsed sal berê bigre heta qîyametê ummeta xwe li hember gelek kesên virekê ku bi navê Mehdî wê rabin şîyar bike û Mehdîyê heqîqî û cereyana wî bi ummetê bide nasîn, ewsafê Hz. Mehdî û cereyana wî bi tefsîlat gotiye.

Hîkmet û sebebek jê jî: Cereyana Deccal dê li ser ruyê ‘erdê, îfsad û tuğyanekî pir mezin derîne û hem wê di nav însanîyetê de hem jî di nav Ummeta Îslamê de înkara ulûhîyetê bike. Ji bo kû di tarîxa însanîyetê de bi şeklekî kû nehatîye dîtin eğlebê însanîyetê têxe bin bandora xwe wê nîfaqê bela bike. Wê bê’hed însanên mu’min bibe ser fikra kufra mutleq. Ha ji ber vê musîbeta herî mezina kû wê were serê ummetê, Resûlê Ekrem (a.s.w) bi emrê İlahî, xebera Mehdî û Deccal û cereyanên wan daye. Da ku mu’min bi cereyana Deccal nexapin û wî binasin û cereyana Mehdî nasbikin û xwe pê ve bigrin.

Sebeb û hîkmetek jî ev e: Di zemanê kû Ummeta İslamê wê here fesadê,  bibe fırqe bi firqe û bikeve qirika hev û hev qir bike de ji bo ku ehlê îmanê bidin pêy Alê beyta Resûlê Xweda û herin ser riya selametê Resûlê Xweda hewqas behsa Mehdî û cereyana wî kiriye.

 

Rûmet: Şeref, izzet

Astengên: Mani, engel

Îstîdracên: Aşamalı olarak

Xeter: Tehlike, ristk

 

 



[1](Mu’cîzatê Ahmedîye Sh. 17

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Selamîyê Bilêderî

Ê Berê Berxwedana İslamî û Alîkarîyên ‘Xeybî-4
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.