Bi Munasebeta Salvegera Referandûma Kurdistanê Çend Mulaheze

Article

Nêrîn û Dîtin

Sazkirina dewleteka li ser esasên netewî di dinyayê de bê çewa ji bo qewmên din wek heqekî tê dîtin, Kurd jî weke ku qewmek in, xwestina dewleteke serbixwe û ji bo viya pêk anîna rapirsînê (referandûm) ji bo wan jî heqekî herî tebî’i ye. Ji aliyê din ve ji bo ‘unsurên ummetê yê din çi heqên siyasî hebin lazim e ku Kurd jî xweyê wan heqan bin. Ji bo ku ev heq ciyê xwe bibîne çiqas rêç û usûlên meşrû’ hebin dikarin ji wan îstîfade bikin.

Em dibêjin sînorên di nav qewmên musluman de ya gerek bi temamî rabin ya jî werin heşifandin. Ancax bi vî şeklî biratiya di nav qewmên musluman de tê sazkirin û di navbêna wan de ‘edalet tê tesîskirin û ji zengîniyên ser erdêw bin erdê temamê muslumanan îstîfade dikin û musluman dibin quwweteke ku karin li hember emperyalîzma dinyayê mücadele bikin û qezencên dinê  tên tedarik kirin. Bes bi sebeb ku sînor nehatine rakirin ev qezenc jî nehatine bidestxistin. De îja heta ku vana werin tedarik kirin, Kurd jî wek qewmên din û ‘unsurên muslumanên din ji bo ku bibin dewleteke serbixwe heqê wan heye ku ji hemû riyên meşrû’ îstîfade bikin.

Roja Rapirsînê (Referandûmê)

Di dîroka berxwedana serxwebûna Kurdan de roja referandûmê rojeke gelek girîng e. Ji îro pê ve dîroka ku were nivîsandin wê weke mîladê behsa referandûmê bike.

Referandum qiyaseke herî qewîn e ji bo daxwaziya serxwebûnê. Kurdistana ku hatiye perçe kirin bi bal çar perça ve, li başûrê wê 25ê îlona 2017yan roja duşemê referandûm hat pêkanîn û di qiyaseke meşrû’ de jî hat pêkanîn. Ji ğeyrî hinik rêkxistinên siyasi yên bakûr Kurdan di gel rêkxistinên xwe yên siyasî piştgiriya rapirsînê kirin. Tiştê ku merev li ber dikeve ev e ku dewletên cîran bi şiddet li hember derketin. Beriya ku roja wê were ji bo ku rapirsîn çênebe her tiştî kirin. Bi birçîhiştinê û tenêhiştinê herêma Kurdistanê tehdît kirin, têkiliyên xwe yên siyasî û aborî dan sekinandin. Bi qasî ku tehdîdeke mezin bi ser wan de tê qelqilîn. Wek hawê ku Kurdistana serbixwe tê avakirin û van dewletan wê hinik axa wan ji destê wan here yan jî wê kêşeya wanî ewlehi ya netewî dest pê bike van dewletan rabûn li gora xwe tedbîr sitendin.

Van kara ne karnî di cî de ne. Dest danîna ser îrada şexsan û milletan zulm e. Soğî, di gel mudaxela derve û hindir rapirsîn çêbû, bi qasî nisbeta ji sedî 92 mezin dengê “erê” derket.

Û qiyamet jî ranebû.

Kurdan bi vê rapirsînê di dinyayê de î’lan kirin ku ew jî wek milletên din dixwazin serbixwe bin. Di nav ‘eynî sînoran de daxwaza wanî wekhevbûna di gel ‘Ereb û Tirk û Farisan, heger ev çênebe jî daxwaza wanî serbixwebûnê îrada xelkê ya azad e. wek hawê ku hinik dibêjin ne fîtikandina hêzên derve ye.

Bi î’tîbara nîhaî ji sedî 72 nisbeta beşdarbûna rapirsînê û ji sedî 92 nisbeta xwestina serbixwebûnê jî îsbata vêya ye. Ev encam bû mesaj û şeqameke baş ji bo wan kes û hêzin ku niçikên emperyalîzmê ne di nav me de, li ser navê Kurdan dixwazin Kurdan ji dîn û çanda wan dûr bikin û li hember referandûmê derketin.

Piştevaniya Serxwebûnê

Kurd, bêyî ku ji qîmetên xwe dûr bikevin û rê nedin mudaxelekirina dewletên mêtingeh (sömürgeci, muste’mir) û teb’en bi riyên aştiyane karin piştevaniya serxwebûnê bikin. Evan xalan gelek girîng in.

Kurdayetî ne xeberdana bi Kurdî yan jî teleffuzên Kurdî tenê ye. Dîn û çand û edebiyat û folklor û dîrok û civaknasî (sosyolojî) ws. gelek qîmetên ku ‘aidên Kurdan e hene. Tekoşîn heger li ser van qîmetan bilind bibe wê bighêje meqsedê. Yan na heger bighîje encamê jî wê ji meqseda xwe dûr bikeve û Kurd û Kurdistan wê ji mêtengehiyê (sömürge) xelas nebin.

Jihevketina Kurdan bi çar parçeyan û terikandina her parçekî di bin hukumraniya qewmekî de ne tiştekî tesadufi ye. Perçekirineke bi zanebûn û programkiri ye. Kurd dema ku dawa heqê xwe bikin û li heqê xwe bigerin lazim e hêzên ku dixwazin bi wan bilîzin û li ser wan hukumraniyê bikin nas bikin. Xwenêzkirina wan hêzan ne ji bo berjewandiyên Kurda ne. Çimkî vana ji alîkî ve dibêjin em berjewendiyên Kurdan dixwazin ji aliyê din ve bi têkiliyên xwe Kurda ji Kurdayetîyê derdixin, wan dikin wek parçekî ji xwe û li ser wan hukumraniyê dikin.

Di nav Kurdan de sazkirina saziyên siyasî û medenî ku bi doza Kurdayetiyê dujminantiya Kurdan dikin jî yek ji vê xebata wan e. Van saziyan bi hemî îmkanên ku emperyalîst li ber nigên wan radixin bi hêzeke mezin derdikevin nav xelkê û cemaweran li dû xewe di kişkişînin. Bi sîleh însana didin melisandin, bi propagandeke xurt bi hawayê ku dixwazin zihnê însanan dadigrin û hereketan ji mecraya wan dûrdikin. Di gel ku îxaneta herî mezin bi xelkê re dikin jî ji ber xurtiya wan Kurd xudîtiyê li wan dikin.

Saziyên ku li hember vana derkevin û wan bifeşilînin gerek werin sazkirin û ê ku hene gerek xwedîtî liwan were kirin.

Meqsed her ev e: Xesletên me yên ku hebûna me bi wane gerek werin muhafezekirin. Gerek xelkê me ne şibihe dujminê xwe. Di gel hewqas lihemberderketinan jî bê çawa Birêz Barzanî rapirsînê (referendûmê) pêk anî, de’wa huqûqên Kurdan ji bo ku li ser xesletên xwe bi meşe pêkanîna lazimantiyên ji bo vê oğirê jî hêviya Kurda ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê BERJEWENDIYÊN KURDAN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.