
Gelî xwendevanên delal! Eger Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê nivîsa xwe de bi kurtî behsa jiyana Feqîyê Teyran bikin û du wersîyonên sitrana wî ya bi navê Sînemê teqdîmî we bikin ku ev sitran di warê dengbêjîya wî de wek mînakek balkêş e.
Her wekî ku tê zanîn Feqîyê Teyran di nav helbestvanên Kurd ê serdema kilasîk de kesekî herî berbiçav e ku helbestên wî di nav gelê Kurd de herî bêtir belav bûne. Ji ehlê medresê bigre hetta dengbêj û civatên gunda helbestên wî di her meclîsî de hatine xwendin. Hinek ji wan li ser zarê gel guherîne. Gelek menqibe û xatiratên Feqî ta nuha di meclîsan de tên xwendin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku xeyr ji Feqîyê Teyranê kilasîk me Feqîyeke folklorîk û dengbêj jî heye. Lê herdû jî heman kesin. Kurtejîna Feqîyê Teyran wihareng e:
Feqîyê Teyran teqrîben di navbera salên 1561-1563yê miladî de li bajarê Miksê li gundê Werozûzê hatiye dinê. Navê bavê wî Şêx ‘Ebdullahê Miksî ye. Digel ku hinek kesan nîsbeta wî bi bal mîrektîyê ve kirine jî halê hazir di vî warî de agahîyên bi delîl li ber destê me nînin.
Li gorî hinek çavkanîyan Feqîyê Teyran ji ehlê Hekarî ye. Malbata wî ji wir hatine li Werezûzê bi cîh bûne. Ji xwe Werezûz di wê demê de bi Hekarî ve girêdayî bû. Kesên ku nîsbeta wî bi bal Hekarî ve kirine leqeba ku Feqî di helbestên xwe de wek “Mîm û Hê” bikar anîye wek delîl qebûl kirine û gotine ku di vir de mebest ji “Mîm û Hê” Muhemmedê Hekarî ye.
Di çavkanîyan de hatiye beyankirin ku Feqîyê Teyran cara ewil li Miksê di medresa Mîr Hesenê Welîya de xwendiye. Paşê çûye Finika Botan û li wir xwendiye. Ji wir jî çûye Cizîrê xwendiye. Li Cizîrê wî û Melayê Cezerî hev nasikirine û bi hev re helbest xwendine.
Feqîyê Teyran di helbestên xwe de mexlesa “Feqî, Feqîyê Teyran, Mîm û Hê, Meksî, Muksî, Miksî, Mihemmed” bikar anîye. Ji bil van mexlesan wî di helbesteke xwe de jî leqeba Hemzo bikar anîye. Ji bo ku bêtir ji Teyran hes kiriye û di helbestên xwe de bi teyran re şitexiliye di nav gel de herî bêtir wek Feqîyê Teyran hatiye naskirin û mexlesa wî ketiye pêş navê wî. Di vî warî de di folklora Kurdî de gelek menqibeyên Feqî hene. Rîwayeteke efsanewî ew e ku di wexta xwe de Teyrek hebûye, kî ku biba hevnasê wî teyrî digîha evîna heqîqî. Hem dibû welîyek kamil û ji zimanê hemî ruhberan fêm dikir, hem dibû hevalê teyran. Feqî jî rojekî rastî vî teyrî tê û heyata wî diguhere. Elametê welîtîyê lê peyda dibin, di heman demê de ji zimanê teyran fêm dike û bi wan re diştexile. Dîsa piştî dîtina vî teyrî Feqî fêrî zimanê tebîetê jî dibe, bi tebîetê re nexasim bi avê re diştexile û helbestan li ser dihûne.
Em ji berhema Feqîyê Teyran a bi navê Şêxê Sen‘an fêr dibin ku ew di warê tesewufê de li ser şopa Ferîduddîn ‘Etarê Nîşabûrî meşîyaye. Wî di vê berhema xwe de diyar kiriye ku kes bê murşîdekî nagîje mexseda xwe welew pêncî car çûbe hecê, weyaxud şev û roj bi îbadet ve meşẋûl be.
Feqîyê Teyran di berhemên xwe de zimaneke herikbar û sade bikar anîye. Ev jî bûye sebeb ku hem helbestên wî di nav gel de belav bibin, hem jî bên fêmkirin. Em dikarin wî wek dengbêj, çîrokbêj, dîrokzan û destnûs bidin wesifandin. Lewra wî di van babetan tev de berhem hûnandiye.
Di warê dengbêjîyê de Sitrana Sinemxanê bi bal Feqîyê Teyran ve tê nîsbetkirin ku ev sitran bi naveroka xwe dişibhe helbesta wî ya bi navê “Îro Werin, Lêzim Werin Cîran Û Xelqê Hêşetê”
Rîwayet ew e ku Feqîyê Teyran ev sitran û ev helbest li ser wefata evîna xwe hûnandiye. Dîsa di nav helbestên kilasîk de helbestek bi navê Beyta Sînemê weyaxud Çerxa Felekê heye ku naveroka wê zêdetir dişibhe sitrana Sînemê. Weyaxud sitrana Sînemê dişibhe Beyta Sînemê. Feqî di vê beyta Sinemê de wihareng wesfê Sînemê dide:
Sînem heyva nûrîn e, şewqê daye ummetê
Gerden şûşa hêşîn e, noxte noxte xal ketê
Her kî Sînem bibîne, bê şek diçit cennetê
Ji van beytan û sitrana Sînemê tê fêmkirin ku Feqî gelek evîndarê Sînemê bûye. Di warê evîna Feqî û Sînemê de di nav gel de rîwayeteke efsanewîya wihareng heye:
Tê gotin ku Feqîyê Teyran di xortanîya xwe de ji bo xwendinê tê bajarê Hîzanê. Dema ku Feqî diçe serê kanîya Hîzanê di nav avê de silueta destê keçekî dibîne. Şewq û şemala wî destî zêde bala Feqî dikşînin. Tîra eşqê li dilê wî dixe. Tîrojên evînê dilê wî diqerqilînin. Dema Feqî diçe mala Mîrê Hîzanê ê bi navê Cîhangîr Axa keçeke li wir avê bo Feqî tîne. Ecêbeke giran li wir çê dibe. Destê ku şewq û şemala wî li avê dabûn destê vê keçikê bi xwe bû. Edî Feqî ji hiş diçe. Evîna xwe diyar dike. Sînem jî dibe aşıqê Feqî. Lê mîr naxwaze keça xwe bide Feqî. Loma ji bo ku serê Feqî di oxira evînê de winda bike berê wî dide riya çûn nehatê. Mîr ji Feqî re dibê:
-Eger tu dixwazî bi keça min re bi zewicî lazim e tu biçî Misir û ji wir kiraseke mirwarî bo keça min bînî wek diyarî. Naxwe xeyr ji vê ne mimkûne ku tu bighê mexseda xwe. Ji ber vê yekê ye ku Feqî di beyta Sînemê de dibê:
Ez Hîzanê dihebînim zêde taxa Qenterê
Alim, Mela li medresê hezar mal dane defterê
Îsal sala xêrê bû miraz hatibû hasil bûnê
Felekê çerxek lê da mîr berê me da seferê
Mexseda mîr a bi emrê seferê di rê de mirina Feqî be jî Feqî naçar berê xwe dide xurbetê. Rêwîtîya Feqî çend roj û çend meh domîya ye em nizanin. Piştî çûna feqî derdê evînê dilê Sînemê dihelîne, roj bi roj Sînem dihele. Heta ku Feqî kirasê mirwarî peyda dike û vedigere bajarê Hîzanê, Sînem ji derdê evînê wefat dike. Dîtina feqî û Sînemê a li vê dinê li ser dîtina yekcarî dimîne.
Dema ku Feqî tê Hîzanê ewil rastî xort û ciwanan tê. Feqî ji wan pirsa hal û ehwal û hewadîsên piştî çûna xwe dike. Xort jê re dibêjin ku Sînemê wefat kiriye û nuha hewarîyên wê tên û diçin. Li ser bihîstna vê hedîsê aqil ji serê Feqî dipeke, Feqî di nîvê şevê de raste rast diçe ser meqbera Sînemê, her du destên xwe li kêlikên meqberê radipêçe, ji êvarê heta ber destê sibê beyt û sitranan di nuhurîne. Li gorî rîwayeteke efsanewî ya di nav gel de gula bi navê Sînem bi ava hêstirên çavê Feqî vedikşê û şîn dibe. Lewma gel îdî navê gulê dike Gula Sînem.
Nalîn û zarîna Feqî bi meha didome. Rojek ji rojan di ber destê sibê de Feqî di xew re diçe. Di xewê de derwêşek wî agahdar dike ku hevgihîna evîndarên heqîqî li ser ‘emelê salih li axretê mimkûne. Li ser vê xewnê dilê Feqî vedipesire û Feqî Terka Hîzanê dike diçe Cizîra Botan dighê Melayê Cezerî. Hevaltîya Feqî û mela li wir bi sala didome.
Piştî wefata Sînemê gelek beyt û sitran li ser Sînemê ji Feqî li paş dimînîn. Hinek ji wan beytan li ser devê dengbêja diguherin hinek jî wek xwe dimînin. Lê em nuha nizanin kîjan guherîne, kîjan jî wek xwe mane.
Li vir em dixwazin du wersîyonên sitrana Sînemê ji zarê du dengbêjê serhedê teqdîmî we bikin. Yek ji wan Mihemedê Canşa, yê din jî dengbêjê navdar Reso ye. De kerem kin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe bila bo me evîna Feqîyê Teyran bi nuhurînin.
1. Wersîyona Yekem[1]
Sîneee….m
Di riya Xwedê de
Gidî çuqas qewax hene
Temam hîkmetê di Xweda ne
Sînem rabe
Ez bi heyran tu sêr bike ca li van qewaxa
Heya êvarê kokê wan di erdê da
Serê wan bi şêrge ne
Ez îro çendik û çend roye
Çavê xwe digerînim
Di bajarê Miksê de
Bejna te nabînim
Tu gazin û loma ji min nekî
Her çi li jêr têne serê canik û camêra
Temam li jor nivîsî ne
Yazî w qedera Xweda ne Sîneeee….m
Gidî Sîneeee….m
Sinem îro
Ji bona te dihebînim
Ew bajarê Miksê
Mehella ku salê carek lê dibe bihar
Le di bextê we da me
Gidîno rabin sêr bikin
Ji êvar da ba lê dixe
Pelê binevşa werdigerîne
Davêje ser pelê dar
Ez digerim bejna Sînema xwe nabînim
Sînem gere tu gazinû loma ji min nekî
Min nizanîbû feleka min û te xayîne
Dîtina min û sînema min kire yek car
Di rêya Xwedê Sînem
Ji bona te dihebînim
Ew bajarê Miksê
Mehella ku min herfeke dîye
Herfa Hîm û Cîm li nave
Gele malî gundîno
Di bextê we da me
Gerdenlixa Sînema min
Bala xwe bidê bi zîv û zêr kil dane
Ji êvar de xwe berda ser sedrê
Girt perde û xunav e
Îro çendik û çend ro ye
Di bajarê Miksê da
Digerim nagerim
Sînema ha haaaaaa…. Xwe nabînim
Sîne…m
Te nego Feqî gune ye
Mala te mîrat be
Yeka te di bajarê Miksê de
Anîye serê min
Gune be mînanî masîyê di binê behra de
Salê carek ax bike
Ji bonî xatirê qurçek ave
Bê Sîneeee…m
Îro ji bona te dihebînim
Ew bajarê Miksê
Mehella ku salê carek bist û şeş e
Gelî malî gundîno
Sibe bû di derê hucra feqîyan re derbas bûm
Min dî ji gavê din de
Ji xwe re dinvîsî cotek kêlik û ferş e
Min nizanibû
Sînema min ewqas bedhal û pirr nexweş e
Ezê rabim herim ji bona Sînema delal
Li bajara Miksê da
Xwe bavêjim ber bextê mişkan û maran
Bibêm ez di bextê we da me
Di qebra reş û tarî da
Ji boy xatirê min
Xirab nekin bejna Sînema delal
Çavê belek
Heywax li miii…n biryê reş e
Sînem hey mal mîrat
Îro sal ku heye donzde meh e
Ji wan donzde meha
Di hebînim herdû royên ‘Erefatê
Min dî ciwabek ne bi xêrê dane min
Go lo malmîrat rabe Sînema te
Di bajarê Miksê nexweş e
Ketiye sekeratê
Ez hatim ji bona Sînema xwe ya delal
Min bala xwe da bejnê
Ezê korayê bi herdû çava da hatî
Min dî çavê reş u belek ketî ber wefatê
Sîneee….m
Wele tu şêxê min î
Ez mirîdê te me
Tu seydayê minî ez suxteyê te me
Di meha Remezanê de
Bizanibe ez fitra ber serê te me
Îro çendik û çend roye
Di bajarê Miksê de Sînema xwe nabînim
Gazin û loma ji min nekin
Ez rebenê Xwedê bi şevê li dû Sînema xwe ya delal
Daîm şîwar û situxwar im
Heywax li min
Ez şerpeze me
2.Wersîyona Duyem[2]
Sînee…m
He hûyî hûyî hûyî…
Heyran sibe ye
Ez narim bajarê Hîzana bira bişewite
Ji dilê min û te ra
Bajarekî çiqasî xweşe
Reben eziii… m
A hay hûyî hûyî hûyî…
Sibe ye min dî
Digotin du gul sor bûne
Di baxçê mala bavê Sînemxana min da
Xwedê Rebîyo
Gelo li ser rengê vê menekşê
Reben eziii… m
Belkî Xaliqê ‘alemê
Li dewrana dinyayê
Xera bike xizaniyê
Tunebûna dinyalikê
Berê min kete welatê xerîbê xerîbistana
Ez evdalê Xwedê
Heta ku jêlî vegeryam dihatim
Heval û hogirê min
Hatin pêşiya min
Ji min ra di gotin
Lo lo te xêr ji bazara xwe nedîto
Weyla bêje gelo te bê qedero
Hewar Xewdê
Heyla îro di kavilyê gunda da çende
Dîsa Sînemxana te nexweş e
Ez evdalêêê… Xwedê
Ji wê derê vegeriyam
Rabûm çûme derê hucra melan feqîya
Min go ez ketime ber bextê we û Xwedê
Hûnê niviştekî bikin
Ji Sînemxana min ra
Ji cuzya ‘Emayê
Ji sûretê Îlafê Qureyşê
Reben ezim
Temmamê melan û feqîyan
Quran û kitêbê Xwe girtin
Dane ber xwe
Tê da dixwendin
Gelo erş bi erş e
Ez evdalê Xwedê
Di xemê da bûm
Min bala xwe dayê
Xeberçîya ji min ra
Xeber anîn
Digotin heyla bibêje malmîrato
Te xêr ji bazara xwe nedîto
Sînemxana te wefat kir
Reben eziiii… m
Ji min ra digotin Sînemxana te wefat kir
Min go kullû nefsû zaîqatul mewt
Mirin emrê Xwedê ye
Sînemxana min
Dane ser tenşoyê dişûştin
Kirne nava kefen
Dane ber şimêla
Hewara xwedê
Dane ser daran û darpişta
Birin çûn dahiştin qebreke reş û sara jê di tarî
Telqîna mele xelas bû
Temmamê musulmana
Ji ser meqbera Sînemxana min ku vegerîyan
Ezê li ser mezelê Sînemxana xwe sekinîm
Reben ezim min bala xwe dayê
Min dî du milyaketê rehmê
Jorda dihatin xwarê
Le min go ez ketime ber bextê we û Xwedê
Hûnê temînkî bikin li mişkan û mara
Bira xirav nekin
Qedd û qametê bilindê jê di temam
Vê sibengê cot eqrebê jê di reşe[3]
Rabe Sînem
Hela rabeeee…
Sînem heyran rabe
Îro ez di bextê te me
Hewara Xwedê ca bêje
Gelo tû dîwanî
Ez çubuxçê li ber te me
Tu baxî ez bilbilê li nava te me
Hewara Xwedê ca bêje
Tu seydayê minî ez Feqîyê te me
Axir sonîyê da gelo ca bêje
Îro dîsa tacê li ser serê Sînemxana xwe me
Rabe hewû ca ra be
Ha hî ha ha …
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.