
Dikin qirin û heware
Mane bê cih û bê ware
Ji dijminre çi dijware
Ew agirê cehennemê
Xilasiya wan çênabe
Lenet ji ser wan ranabe
Ey ümmet qet waha nabe
Bes ji xewa giran rabin
Ew çi halek perîşane
Ne şeref û ne jî şane
Dilê wan tim êş û jane
Xweda nexweşî zêdekir
Em çêbune-j av û herî
Belav bûne lı her derî
Nizanim ka çî wer serî
Em Xweda bînin bîra xwe
Xweda ji mer kirye ferman
Qur’an û sünnet mer derman
Xilas be-j agir û german
Ya Reb tu rehmê-l me bikî
EY XWEDA
Xweda Xweda ey Xweda
Ev can ji boy te feda
Gelek ezîz tev can da
Ji boy de’w û doza te
Qur’an fermana teye
Emr û neyh têde heye
Nesîhet û feydeye
Ji bo insan û cinna
Tu Xaliqê Rahmanî
Hem Kerim û Ğufranî
Xwedyê hemî zemanî
Tu xalêqî em mexluq
Hemd û sena ji tera
Da me şev û êvara
Tu dijminê neyara
Xwedyê tev mezlumayî
Tevde zalim û zordar
Bune wekî gurê har
Dünya j-wanra nabe yar
Dawya dijmin xusrane
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.