EŞQA RESÛL

Article

 

Eşqa Resulê Xweda
Ket nav bajar û gûnda
Hem ser ziman hem dilda
Bihar xweş şîn û reng da

J-mer mîzgîna felate
Teref Xweda xelate
Hem bî zikr û selate
Ew ronaya welate

Ew gul û gulîstane
Ew muhbeta dostane
Şîfa dilê xestane
Çibkim dil bû mestane

Dil hezîn û melalim
J-eşqa te ker û lalim
Bê çare û bê halim
Hem şev û roj dinalim

Sebra dilê bê kesa
Quwweta milê qelsa
Dersa zîndan û hepsa
Ew j-mer heware dîsa

Hemd j-Rebbê alemêra
Resûl şandîye-j mera
Ew rehbere her dewra
Resûl j-mer taca sera

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê EY XWEDA
Ê Li Pey ALLAH (CC)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.