Silav û Destûr

Article

Ebû Zerr (r) got: Ez şevekê derketim, min lê nihêrî Pêxemberê Xwedê (s) bi tenê dimeşe. Ez jî di sîha heyvê de meşîyam. Pêxemberê Xwedê (s) pişt xwe niherî, ez dîtim û got: ‘’Ew kî ye?’’ Min got: Ebu Zerr.

Ji Cabirê kurê Ebdullah (r) got: Ez hatim cem Pêxember (s), min lê derî da. Pêxemberê Xwedê (s) got: ‘’ Ev kî ye?’’ Min got: Ez im. Îja ewî (s) got: ‘’Ez im Ez’’. Her wekî ev ali wî (s) xweş nehat.

Bi rastî em herin cem yekî pêvîste êwil em xwe bidin nas kirin. Lê belê  em veha nekin ev tevgera me dibe sedema nexeşîyê di  dilda. Hin însan hene di dile wanda çi derbas di be em pê nizanin. Ji nişkave meriv here cem wî, dibe sedema tirsê. Ji ber wî meriv ewil xwe bide nas kirin û paşre destur bi xwaze, şuna tirşe ewê heskirin çêbe. Carna însan dibe di fikru heyalê xweda kûr çu be. Îja bê silav û destûr meriv nêzî wî bibe, ew halî wî, wî hirs dike.

Hedîsa pêşî da Ebû Zerr bime dide zanîn kû destur çewa tê xwestin. Ya rast meriv di xeyalê xwe da derdikeve. Û derîyê dile xwe li hevalê xwe vedike. Îro di kevneşopê me de niha de vî ya parîkî kêm buye! Bêhtir em dibêjin ‘’Ez im Ez’’. Pêxemberê Xweda (s) di wê halê da ne razîbuna xwe dide nişan.

Ji Kildayê kurê Hembel (r), got: Ez hatim cem Pêxember (s) û bê silav ez çûme cem. Îja Pexemberê Xwedê (s) got: ‘’ Tu bizivire here û beje: Esselamu Aleykum, ez werime hundir?’’

Di kevneşopîyê berê de kesê kû here male kî be destur û be silav diketin malê. Ev ji hûrmeta malê di şikande û pîrek û kîzê malê pê di êşîyan. Pexemberê Xweda (s) di vir de medenîyeta Îslamê bime dide nişan. Ewil silav bidin paşre destûr bi xwazin. Xedîyê malê carna dibe ne li mal be, carna jî dibe ne misaid be. Divê meriv ewil silav bide paşre xwe bi de nas kirin, misade hat dayin meriw derbasê malê be.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey TEFRÎKA

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.