Helbestvanek Ji Kurdistana Rojhelat Ḥerîq û Sê Helbestên Wî

Article

 

Navê wî Saliḥê kurê Mela Nesirullayê Zêwê ye û di sala 1851an de li gundê Zêwê ê nêzî bajarê Silêmanî ji dayik bûye. Ḥerîq di destpêkê de li ba babê xwe dest bi xwendinê kiriye, piştî xwendina li cem babê xwe çûye Qeredaẋ, Biyare, Pêncwên û Mukriyan, li Mukriyanê çûye bajarrê Mihabadê û li Xaneqaya Şêxî Burhan xwendina xwe domandiye. Herîq li wir jî diçe nav terîqetê, li mizgefta Seyid Ḥesen a li Mihabadê dibe mela û her li wir jî dizewice. Ḥerîq di sala 1909an de oẋira dawî dike û li gorsitana Mela Camî li Mihabadê tê definkirin.

Ḥerîq helbestvanekî sofî bûye. Helbestên wî pirr bihêz in û tesîra Nalî û Meḥwî bi ser wî diyare. Ẋezelên wî jî ẋezelê ter û nazik in û bêhn û sîmaya 'îrfan û tesewufê jê têt. Ew gelek şeyda û 'aşiqê şêxê xwe bû ye û di helbestê wî da agirê evîn û evîna xudanasî û mirovperwerî pirr zêde tê dîtin.

Dîwana Ḥerîq ta niha çar caran hatiye çapkirin, cara yekem ji aliyê Kurdî Merîwanî ve di sala 1936an li Beẋdayê hatiye çapkirin, cara dûyem jî ji aliyê Meḥmûd Xakî ve li Kerkûkê hatiye çapkirin, cara sêyem jî ji aliyê Seyîd Necmedîn Enîsî ve di sala 1368ê şemsî de li bajêra Mihabadê ya Rojhelata Kurdistanê hatiye çapkirin. Cara dawî jî ji aliyê Newzad Kelhûr ve li Hewlêrê, di sala 2011an de ji aliyê weşanxana Tefsîr ve hatiye çap kirin.

Helbestên Ḥerîq bi 9 beḥrên cuda yên 'erûzî hatîne nivîsandin, digel vê du helbestên wî jî li gor kîteyan bi awayê mesnewî hatine nivîsandin. Ji aliyê şeklî jî ve, helbestên wî ji 2 qesîde, 47 ẋezel, 2 mesnewî, 8 dubeytî û 8 tekbeytîyan pêkhatiye.

Eve çend mîsal in ji helbestên Ḥerîq;

1.       

Bew nûr e[1] ke zahîr bû le ser rûyî Muḥemmed

‘Alem hemû aşufte[2] bû wek mûyî Muḥemmed[3]

 

Mexcûl[4] û serefkende[5] ye Nesrîn û Wenewşe[6]

Bo mûyî semenbûyî[7] du gîsûyî[8] Muḥemmed[9]

 

Meczûb[10] e hemû kes be rimûz[11] û be îşare

Mecbûre le des sa'îd[12] û bazûyî Muḥemmed[13]

 

Serwî[14] çemenîş[15] pêy le gill[16] û xarî[17] ẋemaye

Lerzane le Ḥesret qedî dilcûyî[18] Muḥemmed[19]

 

Laleş[20] wekû min sîneyî pirr ḥesret û daẋ e

Ta dîwyetî[21] ruxsareyî gulbûyî[22] Muḥemmed

 

Burhane le ser nefîy munafatî şew û roj

Mûyê ke perêşan e le ser rûyî Muḥemmed

 

 ‘Alem wekû min cergî birrawe be nîgah û

Remkirdin û îstadenî ahûyî Muḥemmed

 

Roḥ û dill û dînit heye hersêkî Ḥerîqî

Serfî ke le rêy wesf û senacûyî Muḥemmed[23]

 

2.       

Be qurban êste [24]hîcranit denasim

Ke narî fîrqetit bote[25] lîbas im[26]

 

Bebê dûkanî ḥusnit muddetêke

Le bazarrî rewaca min kesas im[27]

 

Muşewweş bû wekû kakollekey to

Lef û neşrî xeyalatî qiyas im[28]

 

Be tabûrî bilûkî nûkî mujgan

Şika tertîb û nîzamî ḥewas[29] im

 

Be tîrêkit ke cergit pare kirdim[30]

Meke bew bare her min bû xelas im

 

Ke xallî le‘lî lêwit rehber im bê

Le Xidrî zînde nabê îltîmas im[31]

 

Ke şik nabem gullî rûy lale rengit

Ewa muḥtacî rûy lale ‘Ebas im[32]

 

Le ber te’neyi ‘ewam endêşe nakem

Ke min ‘aşiq be gullẋunçey xewas im[33]

 

Be şem‘î cem‘î ruxsar it Ḥerîq im

Nesîmî îltîqay to denasim[34]

 

3.       

Çawerrêy[35] mujdey nesîm im ta le gullşen dêtewe[36]
Bellke fermayiş bika gull, bulbul im ba bêtewe[37]

 

Wa we‘îdî befrî zistanî fîraqit[38] kewte dill
Mer be bay we'dey wîsalit[39] kêwî dill reş bêtewe

 

Mîrwehey[40] zulf it le dewrî ateşî rût bê, çilon[41]
Agirî  ‘îşq it be awî çawî min dekûjêtewe?[42]

 

Suçî zulf it bû ke perwaney dill im rûy kirde rût
Agirî wesllî şem û perwane şew degrrêtewe[43] 


Xett û morî zulf û xall it huccetî mullkî dill e
Neqşî ew more be awî xurrxurre naçêtewe[44]

 

Dill le tirsî çaweket rûy kirde mêhrabî birot
Êste bîstûme le çînî zulif cêy nabêtewe[45]

 

Kêwî[46] hîcrit[47] xiste ser şanî dill im pêy xistuwe
Ta nega destî be zulf it zehmet e hestêtewe[48]

 

Sed keret xistimte gêj û mehlekey behrî fîraq
Axirî mujganî qullab it derim dênêtewe[49]

 

Mezre'e[50]y mîhir û mihebbet tuxmî wesllî şîn nekird
Gull be şadî dadeçênim xarî xem derrwêtewe[51]

 

Xot[52] dezanî muddetêke gerdî pamallî cefam 
Key wekû neqşî qedem serdênime jêr pêtewe[53]

 

Dill ewa kewtote zîndanî xem it qurbanitim
Tayekî zulf it binêre bellke bom derbêtewe[54]

 

To xuda takey le tarîkî şewî hîcranî to
Destewejno dabinîşim, rebbî key roj bêtewe[55]

 

Bê îşarey hîkmetul'eyn[56]î şîfat nayê şîfa im
Xot dezanî zam[57]î dûrî sext e xoş nabêtewe [58]


Fikrî min çunke deqîqe 'aşiqî qeddî ewe
Mû le mû gîrawe çibkem lêk ciwê nabêtewe[59] 


Zexmî dill bê merhemî wesllî benasorr kewtuwe
Ey Herîq basî meke tuxwa ba nekulêtewe[60]

 

Jêder:

Dîwanî Herîq, amadekirdinî Newzad Kelhûr, weşana Tefsir, Hewlêr, 2011.

Dîwana Herîq, amadekirdinî Seyd Necmeddîn Enîsî, weşanî Muhemmedî, Mihabad, 1368.



[1] Bew nûr e: bi vî nûrê

[2] Aşüfte: tûş bû, sexit, zehmetî

[3] Ew nûr û ronakiyê ku liser rû û çavê pêxember derket, xelk naçar ma ku di jiyana pir zehmetiya xwe da naçarê nûrê wî bin.

[4] Mexcûl: şerminde, kesek ku fedî bike

[5] Serefkende: serê wî tevlîhev be

[6] Nesrîn û Wenewşe: navê du gul in

[7] Semen:navê darekî bêhn xweş e.

[8] Gîsû: perçem, por

[9] Wate: gulê Nesrîn û Wenewşe deme wan rûyê pêxember dî, wan fedî kir û şermezar bûn ji ber xoşkiya rûyê wî.

[10] Meczûbe: Hatiye kemendkêşkirin

[11] Rimûz: Pirhejmara remz û sembolan

[12] Sa'îd: Dest

[13] Wate: Her kes ‘aşiqê muhemmed be, naçar hewcê bi dest û hêzê wî dike, eger bi îşaretekê wî jî be.

[14] Serwî: Dara serwîyê

[15] Çemenîş: Çemen jî

[16] Gill: Ax

[17] Xar: Sitrî, dirrî

[18] Dillcû: Ew tiştê ku dil dixwaz e

[19] Darê serû ku çi qas bilind e û lingê wan di nav avê da ye, her gav rûyê pêxember dibînin, dilerizin û dest bi hereket û livînê dikin.

[20] Laleş: Lale jî

[21] Dîwyetî: Dîtiye

[22] Gullbûyî: Bêhn xweş a mîna gulê, gulbêhn

[23] Ey Herîqî! Madem roh û dil û dînê te heye, tu wan her sêyan di rêka wesf û senayê muhemmed de xerc bike.

[24] Êste: Niha

[25] Bote: Bûye

[26] Lîbas im: Lîbasê min

[27] Wate: Muddeteke, çunkî dukanê xoşikiya te tune, ji ber hindê ez kesas û bê lîbas im.

[28] Xeyal û hizrê min mîna porê pêç pêçkiriya te xera bûye û tevlîhev maye.

[29] Ḥewas: Îhsas, his

[30] Bi tîrekê te ku cergê min parçe parçe kir

[31] Dema xalê lêvê te bibe rehberê min, êdî hewcêya min bi alîkariya Xidrê zînde nîne.

[32] Rûyê te hebe, ez hewcedarî gulê laleebas nînim.

[33] Ez guh nadime lome û te’nê xelkê ‘ewam, çûnkî ez evîndarê tiştê taybet im.

[34] Bi hemî ew xoşikîyey ku li ruxsarê we xuya ye, ez te baş nas dikim û ew bayê ku ji teref we jî tê ez wî jî dinasim.

[35] Çawerrêy: Ez li bendê me, çav li bendê

[36] Dêtewe: Vedigere

[37] Ez li bendê hatinê ba me ku li nav gulstanê vegere, bel kû gul emir bike ta bulbulê min jî vegere û li ser gulan bixwîne.

[38] Fîraq: Cudabûn, veqetîn.

[39] Wîsall: Dîdar, gehîştina hevdû

[40] Mîrwehe: Perwane, panke.

[41] Çilon: Çewa

[42] Zülfe te mîna perwane/panke ye û li derdora rûyê te digere, rûyê te jî mîna agir e, ew perwane agir zede xoş dike. Wate rûyê te zêdetir geş dibe û dibiriqe. Eger  wisa be çewa agirê evîna te bi rondikê çavê min vedimre?

[43] Guneh û xetayê zulfê te bû ku li ser çavê te derket û rû nîşanê min da, ji ber hindê dilê minê ku mîna perwane ye berê xwe da rûyê te, rûyê te jî mîna çira ye û dile min jî perwane ye û bûye evîndarê çirayê te, ew çira jî bi şevan xuya dike, ez jî li benda şevekî din im ku ew dîdar pêk bê.

[44] Xet û muhra evînê ketiye nav dile min, ev muhr jî bi tu awayî jê naçe.

[45] Dil ji tirsa çavê te berê xwe da aliye bi royê, ku mîna mîhrabê mizgeftan kewan e, niha min bihistiye ku di nav zulfan de cihê wî tune ye.

[46] Kêw: Çiya

[47] Hîcr: Hîcret, koçkirin, oxirkirin.

[48] Çiyayê cudabûn û fîraqa te ketiye ser şan û milê dilê min, heta destê wî negehîje zulfê te, nikare careke din rabe ser pêyan.

[49] Sed caran te min xiste nav deryaya fîraq û cudabûnê, lê di dawiyê de qulabê birjangê te min rizgar dike û min li behre derdixa.

[50] Mezre'e: zewî, kêlge, cihê kêlanê

[51] Zewiya mihr û evînê toya wîsal û dîdar û hevdîtinê şîn nekir, ez gul bi keyfxoşî diçînim, lê sitiriyê xem û nexweşî şîn dibe.

[52] Xot: tu bi xwe

[53] Tu bi xwe dizanî ku gelek lemêje ez zehmetî dikşînim, nizanim kengî serê min dikeve bin linge te?

[54] Dil niha ketiye zîndanê xemê te, ez qurbana te bim hebek zulfê xwe bişîne belkî ez bikarim bi zulfa te dil ji wê zîndanê derxeme derve.

[55] Koç û dûriya te ji bo min mîna şeva teri ye. Xudaya, heta kengî di tarîyê şeva hîcret û koçbariyê de ez bi bêhêzî rûnêm û li bende sipêdê bim û bêjim kengî sipêde tê?

[56] Hîkmetul'eyn: hîkmeta çav

[57] Zam: birîn

[58] Bi bê îşareya çavê şifaya te naye, çunkî tu bi xwe dizanî birîna dûrî birînekê kûr e û bi sanayî naye îlac kirin.

[59] Hizra min gelekî hûr e û her tim ew di fikra min da ye, ez ‘aşiqê qedd û bejnê wî me û ew evîn mîna dû mûyan bi hev ra hatine girêdan û bi sanayî ji hevdû naqetên.

[60] Birîna dil bê dîdar çê nabe, ey Herîq tu Xuda êdî bes e behs meke, bila ew birin nû nebe.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê HELBESTEKE KLASİK Bİ KURDİYA SORANÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.