Çİ XWEŞ QURBAN İM EZ

Article

 

 

Can ji ter min anî, ey yâr, çi xweş qurban im ez!

Fêm nake kes ji halê min, pir ğerîban im ez!

 

Min dîn dibînin, kesê dane pey dinya derew

Nadim vê dînîtyê bi ‘eqlê wan, Heqzan im ez!

 

Agrê hâr, cerg û hinav sotin di derûnê min;

J-hesreta dîtna te, wek nayê pir nalân im ez!

 

Behs û qala te dikim, sibh û şamê bê westan;

Nakim wunda şopa te, xwendeyê Qur’an im ez!

 

Nadim ber ti bazara, ‘eşqa xweyî li ser te;

Kes ne cerbîne bera, li rêza merdan im ez!

 

Girêdayî me ji dil, bi te ra me her demî

Sadiqê ‘eşqa te me, wek Memê Âlân im ez!

 

Hezar asteng avêtin pêşîya wesleta min;

Nav dirrî-w sitrîyan de, mislê sorgulan im ez!

 

Min dixwazin dûr bikin ji rê yû derîyê te;

Lê nikarin ew bi min, dor te sergerdan im ez!

 

Ger ‘alem xwe bike yek, were ser min bi hev re;

Na revim qet ji ber wan, pêşrevê meydan im ez!

 

Dost û xwedîyû heval, tenê me bi hêle ger;

Yâr ji mer Xuda ye bes, hew bi wî şâdan im ez!

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê BÎLLAHÎ EM JI YARÊ RE FEDA CAN IN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.